Şerê PKK û Tirkiyeyê ziyan gihandiye 28 gundên Kanî Masê

Li navçeya Kanî Masê ji ber şerê di navbera PKK û artêşa Tirkiyê de, çendîn daristan û mêrg şewitîne û cotkar jî nikarin vegerin ser karên xwe. Qeymeqamê Kanî Masê dibêje, jîngeha herêmê zirareke mezin dîtiye û 15 gund vala bûne.

Gundê Çelkê, yek ji gundên navçeya Kanî Masê ya parêzgeha Dihokê ye ku ji ber şerê di navbera PKK û artêşa Tirkiyê de zirareke mezin dîtiye. Di van çend salên borî de, ji ber rewşa nebaş a ewlehiyê, piraniya gundiyan malên xwe bicih hîştine, tevî ku hinek jî vegeriyane, lê jiyan li gund venegeriyaye rewşa xwe ya asayî.

Muxtarê Gundê Çelkê Yoxena Xoşaba ji K24ê re got: “Em dixwazin rewşa ewlehiyê li herêma me asayî bibe, da ku welatî vegerin malên xwe. Ji ber aloziyan bi dehan donim erd û daristanên gundê me şewitîne û wêran bûne.”

Di van salên dawî de ji ber şerê di navbera PKK û artêşa Tirkiyeyê de, li navçeya Kanî Masê 15 gund vala bûne û ziyaneke mezin gihîşt jîngehê û cotkarên 28 gundên din ên navçeyê.

Cotkarê ji gundê Çelkê Mehdî Çelkeyî dibêje, ji ber operasyonên artêşa Tirkiyeyê li ser devera wan, bi taybet li ser sînorê gundê Çelkê di heyama du salên borî de, wan nekarîn sûdê ji berhemên meyweyan yên devera xwe werbigirin.

Li navçeya Kanî Masê di heyama 3 salên borî de ji ber şerê di navbera artêşa Tirkiyeyê û PKKê de, zêdetirî 5 hezar donim daristan û mêrgên navçeyê şewitîne û cotkarên gund zêdetir ji pênc milyar dînar zirar dîtine.

Rêveberê Navçeya Kanî Masê Salih Hemdî ragihand, di sê salên borî de herî kêm 5 hezar donim daristan şewitîne û “rewşa nebaş a ewlehiyê, rê nade Hêzên Parastina Jîngehê piraniya agiran kontrol bikin.”

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *