Cano AMEDÎ
Dîroka nêz dide îspatkirin ku tunebûna hîşmendîyek netewî, bêaqûbetî û qelsbûna rêxistinên netewî, barê cıvata Kurd girantir kirîye. Dagîrkerî û perçebûna Kurdistanê, bûye sedem ku yekrêzîya mala Kurdî pêknehatîye û her çûye ji hev dûr ketîye. Li her beşî rê û rêbazên cûda derketîye holê, destkeftîyên îro hene encamên têkoşîn û hewldanên cûda ne. Tevgera rizgarîya netewa Kurd, bi têkoşînek fedakarî û bi berdewamîya xebatên rêxistinî gihîştîye vê astê.
Civatên ji rêxistinbûna xwe bê par bin, her dem wekî axa beyar e, gava rêberî û organize nebin dagirker û xulamokên wan tovê bêhêvîtî û entergasyonê li ser wê axê direşînin. Encamên wan hewldanan jî, trajedi û travmayên civakî û sîyasî ne. Weke ku em îro bi hevre wan encaman dijîn! Di salên 1950-60 piştî têkçûna tevgera Kurd, kuştinên komî, dardakirin û koçberkirinên girseyî, serdestan bi rêya sîxur û xulamokên xwe belav kirin ku “Kurd xayinin, dijminê qewmê xwe ne û tucarî nabin xwedîyê mafekî!”
Li ser tora medyaya civakî bi qasî gilî û gazinên bêwate; têra xwe jî helwest û seknên şoreşgerî û Kurdewarî heye. Li dijî helwestên mobîlîze û êrîşkar, li hemberî refên “trol’ên” wezîfedaran, têra xwe kesayet û hêzên Kurdistanî bi sekin bawerîyên xwe helwest nişan didin, bi rexne û pêşnîyarên di cîh de, hişmendîya netewî geş dikin. Herkes ji alîyê xwe de weke “gladyatorekî bêkes” li qada têkoşînê, di nav germaya berxwedanê de têdikoşe. Lê belê, ev têr nake, ji ber ku dagirker bi plansazî û şêweyek sîstematîk helwest û têkoşînek dijwar didomîne, pêwîst e hêzên dijber bi şêweyek rêxistinî û civakî tevbigerin, xwe organize bikin û li dijê dagirkeran têbikoşin.
Partî, rêxistin û sazîyên hene li gorî hêz û qeweta xwe di nav hewldan û tevgeran de ne. Hemû di girêneka 42 salên borî de, bi êşên giran dinalin. Ew kadro û têkoşerên doh berpirsîyar bûn, weke haya wan ji tiştekî tune be, tenê şûr di destê wan de ye û êrîşî rêxistinan dikin. Heta îro di nav tu hewldanekî rêxistinî de cîh negirtine, bi hinek kesan re weke nexweşîyên alerjik, dijberîya helwestên rêxistinî peyda bûye. Ev nexweşî rê li ber helwestên hevbeş digire û zirarê dide têkoşîna netewî.
Heta îro kêmasî û şaşîyên mezin hatine kirin. Ji ber ku hûqûqa hevpar bin pê bûye, tu muhasebeyek rasteqîn çênebûye, ev nexweşî di nav rêfên rêxistinan de weke şaxê leflefoka jahrî belav bûye. Domandina dijberîya hev, kêmxistin û peydabûna astengên derûnî, ji dewleta dagirker re firsendên mezin derxistîye holê. Dewlet bi şêweyekî plansazî dixwaze dema bêrêxistinîyê dirêj bike û civatê li gorî metodolojîyê kedî bike.
Şert û mercên welat û yên diaspora ji hev cûda ne! Rê û rêbazên rêxistinbûnê, bijartina metodên têkoşînê ne weke hevin. Herkes li gorî cîh, sekin û hêza xwe tevdigere. Li gorî rastîya xwe tevdigere. Ji bo berjewendîyên gelemperî pêwistî bi organîzasyon û rêxistinbûnê heye. Gotin û bernameyên rengîn, heta li qada jiyanê ji xwe re cîh nebinin û nebin hêz rewş nayê guhertin. Ji bo guhertinek civakî pêwîstîya gelê Kurd bi rêxistinên bihêz heye. Divê em bi hev re “ya rêyekê bibinin” an jî bi hev re “rêyekê vekin!” Ji dervayî vê tu çare nemaye. Ger em bi hevre tevbigerin û xeta netewî bi hêz bikin, li ser prensip û berjewendîyên netewî rê li ber tekoşînek bi hêz vekin, wê barê me sivik bibe, lê belê gava em dijberîya hev bikin û rê li ber yekrêzîya mala Kurdî bigirin, emê barê xwe giran bikin! Ji ber vê yekê, divê em barê xwe giran nekin! 23.12.2022 Amed
Cano AMEDÎ