Erdoğan, ji bona Öcalan û Demîrtaş çi got û çi hat fahm kirin?

Îbrahîm GUÇLU

Wek tê zanîn, di Împerataiya Osmanî û Dewleta Tirk ya Kemalist de du ahlak û babet û awayê siyasetê hebûn. Lê siyaseta Dewleta Tirk ya Kemalîsta, di hûndirê împeratorîya Osmanî de, bi destên û bi çanda Îttîhat Terakkîciyan dest pêkir, pêş ket û di avabûna Dewleta Tirk ya Kemalîst û kolonyalîst de desthilatdar bû. 

Di dewleta Tirk ya Kemalîst de, siyaseteke tekane û otorîter û faşîst hat domandin. Loma jî ji hêzên mixalefetê re jiyan tune bû û dema mixalefet derket holê, wê demê mixalefet bir rêya mîlîtarîst û bi zora dewletê ji holê hat rakirin. 

Di sala 1946an de, dema sîstema pir partîtî ava bû jî, du babetên siyasetê li Tirkiyeyê hatin meşandin.

 Babeteke siyasetê, tehdît, şantaj, durûtî, fêlbazî, komplo, tirs çêkirin,derew, manîpulasyon bêexlaqî bû.

 Babeta siyasetê ya duyemîn jî, bi zorê siyaset meşandin û bi darbeyên leşkerî hûkûmet guhertin û ji holê rakirin mixalefetê bû..   

Lê heta ev demên dawî, babeta duyemîn di encamê de serkeftî bû. Darbeyan îş hal dikir. Dawiya siyasetê dianî.

 Lê Tirkiyeyê, di deh salên û an jî 5 salên dawî de, siyaseta darbeyê, bû awayê siyasetê ya duyemîn. 

Awayê siyasetê ya yekemîn, tehdît, şantaj, durûtî, felbazî, komplo, tirs çêkirin, bêexlaqî, bêbextî, manîpulasyon  bû awa û babeta yekemîn. 

Loma jî dema li Tirkiyeyê siyaset baş bê şopandin, ev babeta siyasetê gelek bi hêsanî tê tespıt kirin.

 Ji bona desthiladarî û hikûmetê jî û mixalefetê jî awa û babeta yekemîn, bû babeta siyasetê..

 Loma jî dema li Tirkiyeyê siyaset baş bê şopandin, ev babeta siyasetê gelek bi hêsanî tê tespît kirin.

 Desthiladarî û hihûmet li dijî  mixalefetê, mixalefet li dijî  desthilatdarî û hikûmetê, babeta duyemîn ya siyasetê pêk tîne. Herdu teref, hevûdu tehdît dikin. Bi taybetî jî di van mehên dawî de, ev babeta siyasetê, gelek aşkere, li ber çavan û bê fedî û bê şerm tê meşandin. 

Serokkomar R. T. Erdoğan, her çiqas nav neda be jî, Selheddîn Demîrtaş qest kir got ku: “Yê li Edîrne (behsa Demirtaş dike), dê hesabê herî mezin bide yê li Îmralî yê (behsa Ocalan dike)! Herkes welê dizane ku rewşa wan (Yanî rewşa PKK/HDP) gelek baş e. Lê di nava wan de jî nakokîyên mezin hene. Wê vê muhasebê, bi hevre bikin.”

 Hîç şik tune ye ku wek serokkomar R.T. Erdoğan di nav PKK/HDP’e çi dibe û dê çi bibe, bi awayekî îstîxbarî dizane. Lê agahdarîya mezin ya li cem wî û hikûmetê, ez di wê bawerîyê de me ku ji Öcalan digrin.

 Ew nêrîna jî girêdayî helwest û piştgiriya PKK/HDP ya ji “Tîfaqa Milet” hate rojevê.

 Gor bawerîya min, gotina Erdoğan, di esilê xwe de ji Tîfaqa Milet re ye. Ji wan re dibêja ku “zêde bi PKK/PYD bawer nebin û bi hêza wan nebêjin ku emê qezenç bikin, divê hûn baş bizanin ku di nav PKK/PYDê de yekîtiyek tune ye. Di nav wan de nekokîyeke xurt heye. Dur nîne ku PKK/PYDê  parçe jî bibe.” 

Erdoğan bi taybetî jî, ji Tîfaqa Milet re dibêje ku “zêde bi Selahaddîn Demîrtaş baweriya xwe nînin. Ew bi xwe di xeterîyê de ye û ew bi xwe di rewşeke xirab de ye. Lewra ewê hîn hesab bide Öcalan.” 

Her çiqas Öcalan di pêvajoya çareserî de, du alî dilîst û wî jî nedixwest ku pêvajoya çareserî biçe serî, diyar e ku ji Hikûmetê re diyar dike ku Selahaddîn Demîrtaş pêvajoya çareserîyê xirab kir. Ezê ji wî hesap bipirsim. 

Tê zanîn ku Selahaddîn bi serê xwe ne tiştek e. Ew bi Öcalan, PKKê çêbû û nasname qezenç kir.   

 Hikûmet jî dibêje ku tiştê Ocalan dibêje rast e.

 Lê di daxuıyaniya Demîrtaş de hat gotin ku “ezê hesap bidim gelê xwe, parlamentoyê, mahkemeyan, partiya xwe.”

 Ew ne parlamenter e; loma hesabekî bide parlamentoyê tune ye. Madem dixwaze hesap bide dadgehê, nuha jî dide. Ew tê vê wateyê ku ew bi darizandina xwe razî ye. Hesap dayina gel, ya wî çîrok e. Heger hesap bide gel, gel cizeyeke mezin dide wî.

Diyar e ku ew bi partiya xwe HDPê û Qendîlê bawer e. Partiya wî, hesap ji wî napirse. Loma jî xwedîyê wî” yê berê Öcalan ji bona wî bêqiymet e. 

Ev daxuyaniya Demîrtaş jî diyar dike ku di navbeyna Öcalan û Qendîlê de nekokî heye. Gelek baş jî tê zanîn ku Qendîl demeke ku Öcalan ji tiştekî nahesibîne. Tiştên ew dibêje pêk nîne. 

                                            ***** 

Piştî daxuyanîya Erdoğan, Mamustayê zaningeha Munzir yê Dersimê Prof.Dr. Ali Kemal Özcan, di derbarê gotina serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan de şiroveyek balkêş kir. 

Sala 2019ê, dema hilbijartinên şeredarîya çêbûn, Ali Kemal Ozcan, li Îmralî serdana Ocalan kir û Ocalan nameyek dabû Ozcan. Ocalan, di nameya xwe de, ji HDPê daxwaz kirîbû ku, di hilbijartinên şeredarîyan de bê alî bimînin. Ev name, ji aliye Prof.Dr. Ali Kemal Ozcan ve hatîbû eşkerekirin. 

Di derbarê axavtina Erdogan ya roja 12.01.2022ê de, Özcan bersiva pirsen Medyascopê dan û got: Ez nizanim mebesta Erdogan çiye. Ma tenê Erdogan vê yekê dizane? Dema Selahatin Demirtaş ji hepsê derkeve, ji Ocalan wêde dê gelê Kurd jî jê bipirse te ji bo çi got: “ Em te nakin serok“ 

Ozcan dibêje ku, berpirsê têkçûna pêvajoya aşitîyê Demirtaş e. Demirtaş ji hepsê derkeve, nikarê canê xwe biparêze. Yê ku bikaribe canê wî xilas bike Abdullah Ocalan e. 

Ew nêrînên Özcan jî derdixe holê ku Öcalan, di derberê Selahaddîn Demîrtaş de gelek tişt dayê wî jî.

 Nêrînên ku Erdoğan tîne ser zimên jî ev jêder in. 

Diyarbekîr, 21. 01. 2022

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *