Di Derbarê Partiya Demokrat a Kurdistanê de ANALÎZEK…

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Di Tebaxa 2018an de li Kurdistanê û li derveyî Kurdistanê salvegera damezrandina 72 saliya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) hat pîroz kirin.

Di hemandem de bi mîlyonan kurdan li ser medya ya civakî ji bona salvegera damezrandina PDKê  peyamênpîrozbayiyê  belav kirin.

PDK’Ê Û SEROK MESÛD BARZANÎ

Di civînên pîrozkirina damezrandina PDKê de û di peyamên medya ya civakî de di derheqê dîrok, çîrokêndamezrandina û serkeftiyên PDKê de xalên gelek balkêş û fikrên hêja hatin ser zimên.

Di van civînan de axevtina Serok Mesûd Barzanî  ji hemû axevtinan balkêştir û naverokdagirtîtir .

Lewra roja ku PDKê hat damezrandin, Serok Mesûd Barzanî hat dinyayê. Ew, bi xebat û têkoşîna PDKê re mezin . Di çanda siyasî û civakî ya PDKê de têgihîşt. Di PDKê de endam. Ji komîteyên gundan berbi jorberpirsiyariya xwe pêş xist, berpirsiyarê partiyê bilind.

Serok Mesûd  Barzanî , di 16 saliya xwe de de pêşmergeyekî gelek çalak û zîrekDi van deman de li hemberîdîktatorî û rejîma Baasê ket nav gelek şerên dijwar. di wan şeran de gelek serkeftî .

Loma ji aliyê berpirsiyarên partiyê û serokpêşmergeyan ve gelek teqdîr qezenç kir.

Serok Mesûd Barzanî, ji bona ku kurê Serok Mele Mistefa Barzanî ne, bi xebata xwe ya çalak û baş û milî, endamê Navenda PDKê.

Di merheleyeke gelek girîng de , piştî Şerê 1975an ku di şerî de Serokatiya Otonomiya Kurdistanê encama xiyaneteke mezin ya navneteweyî darbe xwar û Kurdistan jinûve ji aliyê dewleta koloınyalîst de hat dagirkirin, serokê partiyê.

Di şertên gelek zehmet de serokbûna xwe meşand. Piştî têkoşîneke gelek dijwar û dirêj, serokbûna partiya xwePDKê parast û di hemandem de Li Dewleta Federe Kurdistanê, bi hilbijartina gel Serokê Kurdistanê.

Serok Mesûd Barzanî, Li dinyayê serokekî qedirbilind. Bi hemû serokdewlet û serokwezîrên dinyayê re rûnişt, ji bona serxwebûna Kurdistanê dîplomasiyeke xurt meşand. Di van danûstandin û xebata xwe ya dîplomasiyê de bi rihê pêşmergetî meşiya. Û wek yek kesekî ji gel tevgeriya.

Mirov dikare bibêje, ku jiyana Serok Mesûd Barzanî, jiyana PDKê  ye. Jiyana PDKÊ,  jiyana Serok Serok MesûdBarzanî ye.

Dema serkeftin û zehmetiyê PDKê qal kirin, wateyê ku mirov ji serkeftin û zehmetiyên Serok Barzanîqal dike.

PDK: LI KURDISTANÊ PARTIYA YEKEMÎN E KU HATIYE AVA KIRIN

Wek zanîn ku têkoşîna milî ya neteweya kurd  beriya ku PDKê ava bibin domandiye. Temena PDKê 72 sal e, temena têkoşîna milî ya neteweya kurd dused sal e.

Loma beriya PDKê li Kurdistanê rêxistin hebûn û têkoşîna milî bi destên wan rêxistinan dihat domandin. ew rêxistinan partî nebûnBes Komîteya Îstîklalê (Rêxistina Azadî) bi  gelek formên xwe dişibiya partiyê.

PDKê, bi her awayî û bi hemû formên xwe wek partiyekê hat damezrandin. PDKê xwediyê serokê diyar û hilbijartî, xwediyê bernameyê û rêznameyê (destûrê) ye.

PDKê, piştî Şerê Dinyayê 2emîn hatin ava kirin.

PDKê pêşî li Rojhelata Kurdistanê di bin serokatiya Pêşawa Qazî Mihemed di 16ê Tebaxa 1945an de, hat ava kirin.

Li Başûrê Kurdistanê Piştî salekê  di 16ê Tebaxa 1946an de di bin serokatiya Serokê Milî Mele Mistefa Barzanîde ava .

PDKê, piştî Başûrê Kurdistanê li RojavayÊ Kurdistanê ava . Li Rojavayê Kurdistanê di bin serokatiyaNûreddîn Zaza de di sala 1957an de ava .

PDKê, derengtir Li Bakûrê Kurdistanê ava . PDKê li Bakûrê Kurdistanê piştî serhildanên milî, 27 salan, disala 1965an de di bin serokatiya Seîd ElçîFaîq Bûcak de hat ava kirin.

LI KURDISTANÊ DAMEZRANDINA PDK Ê: ŞOREŞEKE MILÎ YE…

Neteweya kurd 200 salî him li hemberî du împeratoriyan û him li hemberî çar dewletên milî yên kolonyalîst û nîjadperesrt têkoşîna xwe ya milî dimeşîne.

Piştî Şerê 1emîn Cîhanê bi dehan neteweyan dewletên xwe yên milî ava kirin; hezar mixabin neteweya kurdnikarî dewleta xweya milî ava bike. Heta statuya neteweya kurd ji berê xirabtir .

Lewra Kurdistan berê du parçe . Encama Peymana Lozanê Kurdistan çar parçe. Neteweya kurd parçe.

Neteweya kurd mecbûr  , ku li çar parçeyên Kurdistanê, her parçeyek bi serê xwe, bi piştgiriya parçeyêndin şerê serxwebûna xwe bimeşîne. Neteweya kurd di wan şer û serhildanan de şikest xwarin.

Li Bakûrê Kurdistanê, tevger bi tevayî hat temirandin.

Li Rojhelata Kurdistanê û li BaşûrÊ Kurdistanê şoreşa milî domand. Ev şoreşan di bin serokatiyeke civakî de, serokeşîr, mîr, şêx, axayan de dihatin meşandin.

Loma piştî Şerê Cîhanî 2emîn dema ku dîsa li dinyayê gelek netewewan dewletên xwe yên milî ava kirin, neteweya kurd li Rojhelata Kurdistanê û li Başûrê Kurdistanê ev derfeta bi kar anî.

Lomajî di destpêkê de PDKê ava bûn.

Avabûna PDKÊ, qerekreteke serokatî ya û rihekî milî û awayekî têkoşîneke û formeke ya rêxistinîqewimand û helwesteke hevdem afirand.

Loma ez dibêjimku avabûna PDK ê li Kurdistanê şoreşeke milî û civakî û rêxistinî û hevdem e. 

PDK’Ê GOR SÎSTEM Û ÇANDA DEMOKRATÎK YA HEVDEM AVA BÛ…

PDK, piştî şerê Cihanî 2emîn ava bûn. Di merheleyê de hêjayiyên demokrasiyê derketin pêş û desthilatdariyên demokratîk  ava bûn.

Loma di  navên PDKê de demokratîkbûnê girt.

Diyar ku PDKÊ gorî dinyaya azad û demokrat tevbigerin. dinyaya sosyalîst ji bona xwe dost bibînin.

Di jiyana wan de her dem wûsa .

Her çiqas dewletên Emerîka û Ewrupayê û Yekîtiya Sovyetê di rûxandina Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê de xiyanetî kirin; Ew dîsa   dijmin nehatin îlan kirin.

Emerîkayê û Yekîtiya Sovyetê, di sala 1975an de , ji kurdan re xiyanetî kirin; bûn sedem ku OtonomiyaKurdistanê rûxandin; dîsa ew dijmin nehatin îlan kirin. Bi wan re pêwendî  hatin meşandin.

PDK, NETEWEYA KURD BI AWAYÊ DEWLETÊ, OTONOMİYÊ, FEDERALÎ KIR DESTHİLATDAR Û SERWER…

PDKê, bûn partiyên têkoşer. Bi taybetî li Başurê Kurdistanê û Rojhelata Kurdistanê bûn partiyên têkoşer û gorarmancên milî tevgeriyan. Ji bona ku neteweya kurd bikin desthilatdar û serwer xebat kirin.

PDK a Îranê, di sala 1945an de Dewleta Kurdistanê ya Mehebadê ava kir. Hezar mixabin temana DewletaKurdistanê dirêj nebû.

PDK a Îranê, di sala 1979an de piştî ku Rejîma Şash hat rûxandin, li Rojhelata Kurdistanê bi Komaleya ve desthilatdarî û serweriya neteweya kurd kirin pergel.

Hemansalê de dest bi Şoreşa Milî ya çekdar kir. Hîn ew şera didomîne.

PDK a Iraqê ji hemû partiyên demokrat serkeftîtir e.

PDKê piştî Şoreşa Milî ya Îlonê di sala 1970yî de zora rejîma Baasê bir. Otonomiya Kurdistanê ava kir. Neteweya Kurd kir desthilatdar û serwer.

Piştî şerê 1975an Şoreşa Milî ya Gulanê domand. Di encama Şoreşa Milî  ya Gulanê de dewleta federe liKurdistanê bi YNKê ve ava kirin. Li Iraqê ji bona  dewleta federal ava bibe, aktoreke esasî.

PDKê, di Îlona 2017an de di referandûma serxwebûna Kurdistanê de serkeftî . Kurdan û Kurdistaniyan ji sedî93 dengan biryar dan ku dewleta Kurdistanê ava bibe.

PDKÊ û Serokêe Mesûd Barzanî, di dewletê de konsepteke pejirand. Got kudewlet bibe dewletaKurdistanê û hemû Kurdistanişyan. Dewleta Kurdistanê bibe federal.

PDK Ê PARTIYA ÎDEOLOJIYÊ NÎNE. PARTİYEKE DEMOKRAT E.

PDKê,  PARTIYA GEL E:. Hemû beşên civatê di PDKê de beşdar in.

PDKÊ DI HİLBIJARTINA GİŞTÎ YA IRAQÊ DE YEKEM BÛ…

PDKê, di hilbijartina giştî ya Iraqê de (Hilbijartina GulanÊ) him li Iraqê û him li Kurdistanê partiyayekemîn. Zora Emerîkayê, Goran, Ebadî bir.

Amed, 07. 09. 2018

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *