Îbrahîm Guclu
Ez di destpêkê de diyar dikim ku ev kûştina siyasetmederan bi destên PKKê, gelek xerab e, cinayet e, teror e.
Li dijî mafên jiyanê ya mirovatiyê ye.
Armanca pîroz jî, nabe sedem ku mirov bên kûştin.
Baş tê zanîn ku kûştina însanan bi giştî tewanek e û rewa nîne.
Cinayetên siyasî û sivîl, bê niqaşe li dijî berjewendîyê miletê kurd in. Doza miletê kurd, birîn dike û qirêj dike. Nerewabûna doza miletê kurd tîne holê.
Lewra miletê kurd miletekî bindest, kolonî, mazlûm e.
Divê miletê kurd têkoşîna xwe ya milî bi rê û rêbazên rewa û mirovî bimeşîne. Ji maf û azdîyên mirovî re, ji heq û hiqûqa însanan re rêzgirtî be.
Cinayet û teror di tevegera milî û di têkoşîna azadî û serxwebûna miletekî de riyeke rewa û rast û însanî nîn e.
Cinayetên siyasî û sivîl, di dilê miletê kurd de birîneke kûr çê dike.
Divê her kesek û her dezgehek û bi taybetî jî partiyên Kurdistanê li dijî van cinayetan derkevin.
Lewra siyasetmederên kurd her dem bûne hedefa PKKê û hatine kûştin.
Bi kûştina AK Partiyan, ji siyasetmederên kurd re jî peyamek nû û zindî tê şandin.
Metod û Rêbaza PKKê ya Esasî kûştina sivîlan û siayesetmedaran e…
Em nûha bên mijara bingehî û esasî.
PKKê, di van rojên dawî de, du berpirsiyrên AK Partiyê kuşt. Li hemberî çend berpirişyarên AK Partiyê jî xwestiye ku teror û sûîkastê bike, deşîfre bûye, serneketîye, ew kesên xwestine sûikast bikin, hatine girtin.
Piştî ku PKKê ev cinayetên siyasî pêk anî, her kes û çapemenî dipirsin û dibêjin ku “Gelo PKKê çima dest bi cînayetên siyasî û siyasetmedaran kir?”
TRT KURDÎ û TRT HABERê û Rojnameya Olayê û çend rojnameyên din jî heman pirs ji min kirin.
Ezê bersîva vê pirsê pir alî bidim. Ev bersîv him girêdayî qerekter û armancên PKKê ne û him jî girêdayî konjonktura siyasî û sedemên rojane ne.
Lê berîya vê yekê divê mijarek gelek zelal bê dîyar kirin.
PKKê, roja ku bi destê dewleta kolonyalîst ya Tirk hat ava kirin, ji bona wê metodek û rêbazeke hat dîyar kirin. Ew jî hîn nebûbû rêxistin jî, divê ku her dem û ji destpêkê de çek bi kar bîne. Dewleta Tirk li hemberî Tevgera Kurdistanê û rêxistinên Kurdistanê û miletê kurd û rêxistin û partiyên tirk yên şoreşger û sosyalîst wezîfa dabû PKKê ew bû ku PKKê li hemberî wan bi çek şer bike. Ji derveyî şer û çek jî, nikarîbû wan rêxistinan tefsiye bike, Tevgera Miletê Kurd, tasfiye bike, Kurdan ji dewletbûnê dûr bixe.
Loma jî ji bona PKKê armanca şerê çekdarî jî, kûştinma sivîlan û siyasetmedaran bû.
Divê bê zanîn ku PKKê cara yekemîn nîn e ku cinayetên siyasî yên kesayetî pêk tîne. Roja hatiye ava kirin û heta îro karê PKKê ew bûye ku kurdan, siyasetmedarên siyasî, pêşengên civatê, rewşenbîran, karbidestên civata kurd, kurdperweran bikûjin.
PKKê bes li hemberı AK Partiyê ne, li hemberî partiyên Kurdistanê jî gelek cînayet pêk anîne. Di nav xwe de jî li hemberî endamên xwe yên mûxalîf cinayet pêk anîye. Hejmara van cinayetan, bi deh hezaran e.
PKKê di destpêkê de li hembverı siyasetmedaran û sivîlan kûştin û cinayet û teror pêk anî…
Bi taybetî jî li Sîweregê sûîkasta PKKê li hemberî parlamenter Mehmet Bûcak dikarim bibêjim ku sûîkasta yekemîn ya li hemberî partiyên sîstemê û tirkan bû. Lê hedefa esasî kurdbûna M. Celal Bûcak bû.
PKKê di heman dem de PKK li Hîlvanê, li Niseybînê û li gelek bajarên Kurdistanê yên din jî li hemberî siyasetmedaran û sivîlan û kurdperweran şer domand. Di van sûîkast û şerê li hemberı sivîlan de çend armanc hebûn.
Armanca yekemîn ew bû: Ji bona darbeya leşkerî û desthilatdarbûna Kemalîstan derfet pêk anîn bû. Rêxistinên terorî û yên çep jî bi heman armancê tevgerîyan. Encama vê armancê, darbeya leşkerî ya faşîst ya 12ê Îlona 1980yî pêk hat.
Armanca duyemîn, bloke û milîtarîze kirina siyaseta milî ya Kurd bû. Lewra tevgera kurd bi awakî sivîl û demokratîk û rasyonal dimeşîya. Divîya bû ku ev tevgera bê provake kirin. Hezar mixabin PKKê di ev armanca xwe de jî serkeftî bû.
Armanca sêyemîn, PKKê, bi qedroyên xwe ya lûmpen û ji derveyî civatê nedikarî ku li ser gel bandor çê bijke û xwe bi rêxe û rêxistin/partiyên Kurdistanê re reqabet bike. Lewra aqlê wan ji bona vê yekê têrî nedikir.. Loma bi zor û şidetê dixwest ku li ser gel bandor û desthilatdarîya xwe pêk bîne û siyasetmederên kurd ji rêxistin û partiyên Kurdistanê dûr bixe. Rastî jî li Sîweregê, li Hîlvanê û li bajarên din yên Kurdistanê bi zor û çek û şidetê; siyasetmedar tirsandin, rêxistinên din tasfiye kir, ji bona gel xwe kire alternatîf.
Armanca çaremîn, tasfiyekirina tevger û rêxistinên Kurdistanê bû. Lewra rêxistin û partiyên Kurdistanê dixwestin ku dewleta Kurdistanê ava bikin, Kurdistanê serbixwe bikin. Kolonyalîzma dewleta tirk tasfîye bikin. Îşgal û ilhaqa li Kurdistanê ji holê rakin. Ev jî raste rast li dijî dewleta kolonyalîst ya Tirk bûn. Loma jî derwletê PKKê, li hemberî van armancan û ji bo ev armancan pêk nayên ava bibû.
Armanca çaremîn jî, li Kurdistanê encama siyaseta kolnyalîst û belavbûna cıvata kurd, di nav gel de parçebûneke zêde hebû. Ew parçebûn jî ji bona şer û dijitî dibû sedem. Tevgera milî û rêxistinên Kurdistanê ji bona ku van nakokî û parçebûnê ji holê rakin xebat dikirin û li Kurdistanê şiûrek çê dikirin. PKKê ev xebata provoke kir û di nav civata kurd de şer derxist û nakokî kûr kir û pêşiya yekîtîya miletê kurd girtin ji bona xwe kir armanc: Ji bona vê jî sivîl kûştin, hedefeke gelek stratejîk bû û PKKê ev yeka kir..
Armanca pêncemîn jî, tirsandina siyasetmedaran bû ku ji têkoşîna miletê kurd dûr bikevin. Bitirsin û li mala xwe runin.
PKKê di vê armanc û strateiya xwe de jî serkeftî bû.
Armancên PKKê bi kûştina siyasetmederên sivîl di vê merheleyê de çi ne?
Di ev cinayetên rojane yên kuştina siyasî de, di armancên PKKê yên stratejîk de guhartinek pêk nehatîye. Armancên nû yên rojane lê zêde bûne.
Helbet armancên PKKê di heman wext de sedemên cinayetên siyası jî diyar dike.
Gelo ew sedeman û armancan çi ne? Nûha jî em li wan mêze bikin.
Sedema yekemîn: PKKê dixwaze ku tevgera milî ya siyasî, sivîl û demokratîk bi her awayî tasfiye bike. Lewra li Bakurê Kurdistanê hêdî hêdî ji nû ve tevgera siyasî, sivîl ya milî dixwaze xwe ji nû ve xwe rêbixe û ji bona xwe rê û rêbazekê dixwaze bibîne. PKKê dixwaze pêşiya vê yekê bigre.
Sedema duyemîn: PKKê dizane ku di siyaseta sivîl û demokratîk de serkeftina wê mimkun nine. Lewra avabûna PKKê li dijî sivîlbûnê, siyasetê û demokrasiyê ye. Loma dixwaze ku siyasetê milîtarîze bike û bi awayê mîlîter siyasetê li Kurdistanê blokê bike. Li ser siyaseta Bakûrê Kurdistanê hegemonyaya xwe ya heyî bidomîne. Ew kesên ku bi wan re li hevûdu nake û bi her awayî ji wan dûr in, ji bona ku piştgirîya wan bikin, cinayetên siyasî pêk tîne. Yên heyî jî ditirsîne ku ji PKKê veneqetin.
Sedema seyemîn: PKKê piştî Şerê wekaletê ya Xendekan li bajaran wenda kir. Gel piştgirîya wan nekir. Bandora wan li ser gel kêm bû. PKKê dixwaze ku dîsa bi cinayetên siyasî û bi şîdet û terorê li ser gel bandor û dîktatorîya xwe xûrttır bike.
Sedema çaremîn: PKKê piştî şerên wekaletê yên xendekan herêmên lê desthilatdar bû jî, wenda kir. Şaredarî ji destê wan derketin. PKKê dixwaze bi cînayetên sivîl ji nûve li herêman desthilatdar be. Hebûna xwe dîyar bike.
Sedema pêncemîn: PKKê û hêzên ku ji PKKê re wasî bûn, di şerê xendekan de dixwestin ku li Bakûrê Kurdistanê û li tevayî Tirkiyeyê kaos û tevlihevî çê bibe. Encama tevlihevîyê de Tirkiye, li Sûriyeyê nebe aktorekî giran. Lê şerê xendekan hat wenda kirin, nûha jî PKKê dixwaze bi kûştina sivîlan kaos û tevlhevî çê bike.
Sedema şeşemîn: Lewra Kurdistan ciıvateke eşîretî ye. Ev cinayetên sivîl dibin sedem ku di nav miletê kurd de jî dijitî û şer derkeve. Miletê kurd bi pirsgirêka xwe ya milî û esasî re têkildar nebe. Bi şerê navxwe re eleqeder bibe.
Sedema heftemîn: Li Bakûrê Kurdistanê partiya xûrttir AK Partî ye. PKKê bi kûştina siyasetmederên AK Partiyê, dixwaze ku siyasetmedaran û gel bitirsîne ku piştgiriya AK Partiyê nekin. Bi vî awayî AK Partiyê qels bike.
Sedema heştemîn: PKKê piştî şerê wekaletê ya xendekan hêza xwe ya çekdarî jî wenda kir an jî hêza wê ya çekdar darbeyek û şikesteke mezin xwar. PKKê bi cinayetên siyasî dixwaze ku xwe îspat bike ku heye, xurt e û li ser piya ye.
Sedema nehemîn: Çavtirsandina siyasermederên kurd û kurdperweran e. Ji wan re jî bibê je ku “hûn jî zêde aktîf nebin û lingê xwe dirêj nekin. Xerabîya ku salên bihûrî min aniye serê we, ezê dîsa bînim serê we.”
Sedema dehemîn: PKKê ku li Başûrê Kurdistanê biryara rêfêrandûma serxwebûna Kurdistanê hatiye girtin. Heger rêfêrandum encam bigre, pêvajoya dewleta Kurdistanê dest pê dikle. Ev yeka jî dê bi her awayî stratejiya PKKê deşîfre bike. Di nav gel bêqewet bixe.
Ji aliyê din de Başûrê Kurdistanê him hewcedarî alikarîya kurdan in, him jî hewcedarî alıkarîya dewletên dinyayê û cîran in. Tirkiye, wek dewlet hişk li referandûmê mêze nake. Hevalbendên AK Partiyê yên siyasetmedar u parlamenter û nivîskar û rojnamevan bi piranî, piştgiriya referandûmê dikin. PKKê bi ev cinayetên siyasî dixwaze nîjadperestên tirk xurt bike û piştgiriya rêfêrandûma serxwebûna Kurdistanê proveke bike.
Di encamê de gelek zelal dibêjim ku armanca PKKê her dem sivîl û kurdperwer bûn. Loma jî PKKê DAEŞ a kurdan e.
Amed, 06. 07. 2017