Mistefa Barzanî (1903-1979)

Kê dinya hêjand!

Kê dolap gerand

Ew Berzanî hat

Rabû şûr kişand

Serokê nemir Mele Mistefa Berzanî jî yek ji rûmet û dewlemendiya netewa Kurd e. Dewlemendiyên me rûmetên me ne. Divê em li rûmetên xwe xwedî derkevin û wan tu carî ji bîr nekin.

Bi rastî di derheqê jiyana Barzanîyê nemir de em çi bêjin, em çi binivîsin disa jî mabesta me û rastîya jiyana Barzanîyê nemir nayne ziman. Lewra jiyana Barzanîyê nemir dîroka netewbûna gelê kurd e. Em bixwazin an nexwazin wê dîrok di nav rûpelên xwe de,  wê cîhekî zêrîn veqetîne ji bo Lawê Kurd, general û rêbazê mezin ê kurd.

Barzanîyê nemir, di 14’ê adara sala 1903 an de li gundê Barzan ji dayik bûye.

Di 1905‘an de bi dayika xwe re, ji aliyê osmaniyan ve tê zîndankirin.

Di 1914’an de birayê wi Şex Abdulselam ji alîyê Osmanîyan ve tê bidarve kirin.  Darvekirina şex Abdulselam Barzanî bandorek giran  li ser Barzanîyê nemir çêdike. Lewra zarokatî û xortanîya wî di bin zilma dagirkeran de derbas dibe.

Barzanîyê nemir di sala1931‘ê de, bi çalakiyên xwe yên bijarte li hemberî dijmin derdikeve pêş. Bi malbatî we demê beşdarî çalakîyên li hemberî dijmîn dibe.Li gel brayê xwe yê mezin Şêx Ahmedê Barzanî, li dijî rejîma Îraqê ji bo mafên gelê kurd dest bi rêberiya şoreşa kurdî dike.

Serhildana ku di sala 1935’an hate şikestandin ji bo Barzanî û hevalên wî bû sedema koçberî û nefî kirinê. Barzanîyê nemir demek şûnda ji bajarê  Silêmaniyê derbasî herema Bahdînan bû û xwe ji rojên dilîtîyê azad kir.

Di sala 1942’an Barzanî ji cihê  peneberîyê (nefiyê) direve û ji nûve dest bi xebata  şoreşê dike.

Di sala 1943’an de li herêma Barzan li hemberî dijmin şer bilind dike û yek ji wan damezrînerê PDK‘ê  yê bijarte di dîroka gelê Kurd de cîh digire.  Gava ku li ser erdnîgarîya Kurdîstanê qala netewbûn û mafên gelê Kurd dibe cara yekem navê Melle Mistafa Barzanî tê bîra mirov. Belê di dîroka gelê Kurd de gelek xweşmêr û egîtên hêvîyê xebatên girîng kirine û xwedî kedek mezinin.

Piştî 1945’an, rêbazê nemir tevî hêz û qewetên xwe dihere  Mehabadê û beşdarî damezrandina Komara Kurdî ya Mehabadê dibe û weke wezîrê berawanîyê tê destnîşan kirin. Di wê demê de Barzanîyê nemir gelek rolên girîng û balkêş digirê û weke hizmetkarê gelê xwe wesfên serokatîya xwe nîşan dide. Di wan rojên germde nûçevan û nivîskarê artêşa îranê Necefkulî pisyan  Di pirtûka xwe ya bi navê “Ji Mehabada bixwîn heta ber çemê Aras ê” gelek bi zimanekî zelal, mêrxasî û xweşmêrîya rêbazê nemir dike û pesnê wî dide.

Bi alîkarîya komplo û îtîfaka navnetewî Komara Mehabadê hildiweşe. Barzanîyê nemir tevî pêşmergên xwe li hemberî hêzên dagirker dest bi şer dike. Trajedî û bêkesîyên mezin, tengasî û şertên dijwar li dijî Barzanî û peşmergên wî pêktên. Barzanîyê nemir biryar dide ku derbasî Sovyetê bibe lê neyarên gelê Kurd dewletên dagirker Îran İraq û Tirk bi hewra êrîşên giran dibin ser peşmergên Barzanî. Barzanî cara yekem di şoreşa gelan de li hemberê sê dewletan de bi mehan şerekî giran dike û bi zirarek kêm xwe digîne nav axa Sovyetê. Ev meş û şerê dîrokî ji meşa Mao ya Çînê zêdetir watedar û balkêşe. Meşa  Mistefa Barzanîyê nemir naşibe meşa Mao û Gandî. Lewra Barzanîyê nemir di şertên girande, di zivistanek pir xidar û erdnîgarîyek dijwar de li hemberê sê dewletên dagirker û dostên wan de şer dike. Şertên her sê welatan û şoreşan cûdaye, îmkan û qewetên wan ne wekehevin.

Mistafa Barzanî û pêşmergên xwe di dîroka Kurdîstanê de, cara yekem li hemberê sê dewleta û li ser sînorên ji alîyê hêzên dagirker ve hatine dîyarkirin şer kirine û bi alîkarîya vîn û qeweta gelê Kurd bi ser ketine. Divê ev rastîya hanê em tu car jibîr nekin? Lewra Barzanî bi helwestên netewî û bo hêwîyên kurdistana mezin sînorên derwîn serûbin kirîye.

Barzanîyê nemir piştî derbasî axa Sovyetê dibe carek din neyarên gelê Kurd bi hevalbendîya dostên xwe, jiyanê li wan dikin zîndan. Stalîn û hevalên xwe bi piştgirîya rûreşîya peymana Yaftayê, li hemberê serokatîya gelê Kurd, li ser daxwazên berjewendîyên dagirkeran dikevin nav helwestan û dixwazin wan ji fikir û ramanên Kurdewarî bidûr bixin lê Barzanîyê nemir û hevalên xwe li hemberî  zixt û zordarîyê, li hemberî lîstok û  polîtîkayên  rizî yên rayedarên Sovyetê  serê xwe natewînin û li berxwedidin.

Piştî mirina Stalîn serokê Sovyetê Kruşçev bi xwe ji Barzanîyê nemir lêborîn dixwaze û destûr dide ku ew û pêşmergên xwe werin cem hev. Weke hûn hemû dizanin

Di sala 1958’ê de di bin serokatîya Abdulkerîm Kasim de  li İraqê deshilatdarî bidarê zorê tê guhertin.  Abdulkerîm Kasim ji bo cîhê xwe bişidîne bangî Barzanîyê nemir dike û piştgirî jê dixwaze.Weke aktorekî sereke di nav sîyaseta İraqê de Barzanîyê nemir dibe xwedî  rolekîmezin. Barzanî bê şik bê tirs tevî hevalên xwe vedigere Başûrê Kurdistanê. Bandora sîyaseta Barzanî ne tenê li ser gelê Kurd çêdibe? Gelê Ereb, Asûrî, Keldanî û kêm netewên din hêwîyen xwe bi vegera Barzanî ve girêdidin. Hemû hezên sîyasî komunîst, lîberal û demokrat ji bo piştgirîya serok Barzanî bigirin dikevin nav hewldanên germ û  Hêzên ku desthilatîya İraqê girtibûn dest xwe  li hemberî sîyaset û qudreta Barzanî di kevin tayê. Tirs û xayintîya Abdulkerîm Kasim û hevalên wî dibe sedema şerekî nû.

Di sala 1961ê de artêşa İraqê bi hemû hêz û qewetên xwe carek din êrîşî axa Kurdîstanê kirin. Barzanîyê nemir û hevalên xwe carek din dest avêtin çekan. Di dîroka gelê Kurd de ev serhildan wek bi navê şoreşa îlonê tê zanîn. Şoreşa Îlonê dîrok e. Bingehîna netewbûnêye. Şoreşa îlonê bîr û bawerîya gelê Kurd e. Barzanîyê nemir û hevalên xwe bi helwestên şoreşgerî gelê xwe bê hêvîtî nehiştin. Berjewendîyên xwe yên şexsî li ser berjewendîyên gelê kurd negirtin. Doza gelê xwe ji bo cîh, maqam û postan nefirotin.Gelê Kurd bingehê jiyana xwe di rêbaza şoreşê de dît û piştgirîya xwe kêm nekir.. Wekî em hemû dizanin şoreşa Îlonê berî niha 50 sal berê roja 11-ê îlona 1961 an de di rêberiya Partiya Demokrat a Kurdistanê û serokatiya Barzaniyê nemir de destpêkir. Ew roj bû roja wejandina hestên netewî û bû roja şînbûna hêviyên gelen Kurdistanê ji bo destxistana mafên neteweyî. 

Di sala 1970 an de dewleta İraqê û dîktatorên Baasî li ber berxwedana gelê Kurd serê xwe ditewînin û mafên otonomîyê qebûl dikin. Lê weke bapîran gotîyê “rî dibe bihost lê dijmîn nabe dost” carekî din eşkera dibe. Dewleta İraqê pirsgirêka Kerkûkê derdixe holê û dixwaze doza netewa kurd bidawî bîne. Barzanîyê nemir carek din bi dengekî şoreşgerî û netewî diqîre û dibêje: “Kerkûk Kurdîstan e, Kerkûk dilê Kurdîstanê ye” Dewleta İraqê li hemberê gelê Kurd, bi piştgirîya dewletên Ereb, Tirkîyê û Sovyetê dest bi şer kir.  Di nav deryayê de gelê Kurd destê xwe dirêj kir lê  tu alîkarî û hevalbendî nedît mar û dûpişkan dest dirêj kirin ji bo fetisandina gelê Kurd.  Lê Barzanîyê nemir û hevalên xwe li ber fortên dijmîn serî ne tewandin û li hemberî rejîma Îraqê şerê xwe berdewamkirin.

Barzanîyê nemir di navbera salên 1970 an heta 1975 an li hemberê dewleta İraqê û hevalbendên wî şerek mezin meşandin. Gelek caran ketin tengasîyê û ji der û dorên xwe alîkarî xwestin. Şahê îran û dewleta Emerikî jibo berjewendîyên xwe demek alîkarîya hêzên kurd kirin. Gelek kes şert û mercên wê demê li ber çaw nagire û rexnên nedicîh de tîne ziman. Ev jî dibe sedema neheqî û bê ûjdanîyê. Di wê demê de tu kes rola Sovyetê ya negatîf naxwaze bibîne û rexne bike. Dewleta Sovyetê bi hemû çek û teknîka xwe li hemberî gelê Kurd şer kir. Ji xencî alîkarîya teknîkî bi firokên şer beşdarî nav qada şer bû. Ji xencî wî Tirkîya, Sûrî, Misir û dewletên Ereban bi hemû qewetên xwe alîkarîya dewleta îraqê kirin. Kurd ji bilî qeweta xwe tu alîkarî û piştgirîyek  vekirî negirtin û tu hêz û dewlet dengê wan nebihîst!

Di 6 Adarê sala 1975‘an de, bi peymana Cezayîrê, tevgera kurd carek din li hemberê êrîşên navnetewî û pir alî paşve gav avêt û şoreş şikest. Lê rêbaza Barzanîyê nemir û kadroyên PDK ê ji bo qewetên xwe dîsa bi cîh û xurt bikin di sala 1976 an de bi navê şoreşa gulanê li dijî dewleta İraqê dest bi şer kirin. Barzanîyê nemir di dawîya jiyana xwe de ji ber nexweşiya xwe  ya bêçare derbasî Amerîkayê dibe û li wir di 1’ê adara sala 1979 an de diçe ser dilovanîya xwe. Mela Mistefayê Barzanî li Barzan hat veşartin.
Em dizanin ku hinek kesên bê aso û rojene li ber bayê xurt direqisin gava  navê Barzanîyê nemir dibihîzin dikevin tayê. Lê rastî tu car li gor dilê mirov nameşe. Dibê mirov li gor pergalên demê, wan şert û mercên wê demê li ber çav bigire û bûyeran binîrxîne. Rastî wê gavê derdikeve holê. Di netewûna gelê Kurd de rola Barzanîyê nemir zêdetir mezine! Di dîroka gelê Kurd de navê Melle Mistafa Barzanî wê bi tîpên zêrîn bê nivîsandin, em bixwazin an nexwazin ew jî rastîyeke!

Barzanîyê nemir di wesyata xwe de wesfê serokatî, niştimanî û kurdîstanî pir eşkera nîşan dide. Nemir di wesyeta xwe de dibêje: “Heskirina we ya li hemberê min bila nezêdetirê heskirina peşmergeyek şehîd be. Bila mezelê min ne bilindtir be ji mezelê peşmergeyekî şehîd.”

Navê Barzanîyê nemir çewa ji bo gelê Kurd bû sembola berxwedan û Kurdewarîyê; ji bo dijmînên Kurdîstanê jî bû  çîyayê tirsê!0 Dijmînê gelê Kurd çiqas bi def û lîstîkan xwestin bendawan çêbikin, çîya ji cîhê xwe herikîn û bi ser wan de çû. 

Li bakûrê Kurdîstanê rêbaza Barzanî û xebatên PDK ê her tim rastî êrîşên dewleta Tirk bû. Piştî şoreşa Îlonê dewleta Tirk bi taybetî ket nav komplo û lîstîkan. Ji bo tirsa xwe veşêrin di salên 1960 de hinek rewşenbîr, serokeşîr û navdarên Kurd komkirin û li bajarê Sêwasê di qampên taybet de dî girtin. 

Di salên ’70 ê de dest bi koployan kirin û lawên Kurd yên bijarte ji holê rakirin. Di navbera salên ’70 ê û ’80 ê de pêla şoreşê, bayê Kurdewarî li hemû derên Kurdîstanê belav bû. Lê çi heyfe ku li dijî siyaseta dagirkeran rêxistinên Kurd xwe nû nekirin û şikestin. Dewleta Tirk her tim ji bo şopa kurdewarî nebe qewet û hêz bendawên kûr ava kirin. Pirî caran dijmînê gelê Kurd di lîstîkên xwe de pêş dikevin. Lê rastî tu car bi çamûrê nayê veşartin. Dem diguhere, nivş cîh duherînin, jiyan bi hemû rengê xwe amadeye ku bingehîna hêwî û xwenme bicîh bînê. Divê her nivş dîroka gelê xwe baş bizanibe û ji pêşîyên xwe tecrue û dersan derxe, rîya xwe ronî bike. Di hemû warên şoreşê de rêbaza Barzanîyê nemir zêdetir dewlemende.Em bawerin di demek kinde Gelê Kurd, lawên Kurd wê rojekî li bakûrê Kurdîstanê jî alaya ku, Qazî Muhamed emanetê Melle Mistafa Barzanî kiribû wê li her derî bi dalbiqînin û di bin sîya wê de bi serfirazî bijîn! 

 Ez dixwazim axaftina xwe bi çend gotinên şehîdê nemir Qazî muhamed bi dawî bînim. Qazî Muhamed di dadgeha dagirkeran de ewha di qîre: 

“Min ala Kurdîstan, emanetê Melle Mistefa Barzanî kirîye û li ser milê wî ji çîyakî dihere çîyakî, ji bajarekî dihere bajarekî, ji welatekî dihere welatekî, heta ku rojek li ser hemû çîyayên kurdîstanê li hemû derên Kurdîstanê bêdalqandin, pir baş bizanibin wê ew roj jî bê.

“Pekala  ez bi çend hevokan Melle Mistefa Barzanî ji we re bidim nasandin. Di dîrokê de çiqas egît, mêrxas, xwedî ûjdan, mîrovperwer, azad, bêtirs û xwedî asoyek bêsînor hene BARZANÎ jî yek ji wan xweşmêrane. Çiqas nîşan û wesfên rastîyê, bawerîyê û dilsozî heye hemû di BARZANÎ de heye.” QAZÎ MUHAMED

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *