Em êrîşa li himberî Alaya Kurdistanê û li himberî partîya me şermezar dikin; Alaya Kurdistanê nirxeke me ya neteweyî ye!

Bi îzna Serdozgerê Cimhûrîyetê yê Amedê , polîsên Emnîyeta Amedê, roja 19.12.2022yê avêtin ser Teşkîlata Amedê ya PAKê û di nav buroya partîyê da lêgerîn kirin, nava avahîyê têkdan.

Bi minasebeta Roja Alaya Kurdistanê PAKê li Teşkîlata xwe ya Amedê Alaya Kurdistanê hilda bû.

Polîsên ku avêtine ser avahîya PAKê gotin ‘’Ji ber ku we Alaya Kurdistanê li ser tabelaya teşkîlata xwe hildaye, Serdozgerê Cimhûrîyetê yê Amedê îzna lêgerîna nav avahîyê daye me. Em ji bo vê sedemê hatine’’. Di dema ku polîs hatin nav avahîya partîya me, rêvebirên partîya me li wê derê amade bûn. Paşê jî parêzerê partîya me Mûrat Aba hate avahîyê.

Polîsan xwestin Alayên Kurdistanê jî ji nav avahîyê berhev bikin. Lê rêvebirên partîya me îtîraz kirin û gotin ‘’Em nahêlin hûn Alaya Kurdistanê bibin’’. Ji ber vê helwesta rêvebirên partîya me, polîsan bertek û nerazîbûn nişan dan û di navbera rêvebirên partîya me û polîsan da gengeşî derket. Ji ber vê helwesta hevalên me, polîs li Serdozgerê Cimhûrîyetê yê Amedê digerin û Serdozger li pêş parêzerê partîya me di telefonê da dibêje ‘’Divê hûn hemû alayan berhev bikin’’. Lê hevalên me dîsa ev qebûl nekirin, polîsan jî bi awayekî zordestî ew dokument û Alayên Kurdistanê yên li nav partîyê berhev kirin.

Polîsan bi awayekî bêrêzî, hemû eşya, pirtûkên di nav avahîya partîyê da bûn yek bi yek têk dan, gelek afîş û dokuman ji nav avahîyê berhev kirin. Polîsan dest danîne ser hemû kompîturên partîyê, dokumanên fermî, pirtûk, kovar, afîş û alayên Kurdistanê û xistine nav 6 çewalan û birine Emnîyeta Dîyarbekirê.

Polîsên Emnîyeta Amedê Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê hevalê me Nûrûllah Tîmûr jî ji bo îfadeyê bi xwe ra birin Emnîyeta Dîyarbekirê. Parêzerê partîya me Mûrat Aba jî li gel hevalê me Nûrûllah Tîmûr çû Emnîyetê.Nuha hevalê me Nûrûllah Tîmûr li Emnîyeta Dîyarbekirê ye.

Serdozgerê Cimhûrîyetê yê Amedê, di eynî rojê ji bo PSK û Hereketa Azadî jî eynî biryar derxistîye.Û polîsên Emnîyeta Amedê avêtine ser avahîyen PSK û Hereketa Azadî yên li Amedê jî. Li herdu avahîyan jî dokument û Alayên Kurdistanê berhev kirine.

Piştî ku di Roja Alaya Kurdistanê da PAK, PSK û Hereketa Azadî, li avahîyên xwe Alaya Kurdistanê hildan, hinek nivîskarên nîjadperest êrîs anîbû ser her sê partî û hereketan û ew wek hedef nîşan dabûn. Diyar e ku di vê biryara serdozgerî da tesîra van alîyên nîjadperest jî heye.

Alaya Kurdistanê nirxeke neteweyî, niştimanî ya gelê Kurdistanê ye. Tu kes nikare vê nirxê qedexe bike û em qedexeyeke weha nas nakin.

Em vê biryara Serdozgerê Cimhûrîyetê yê Amedê û helwesta polîsên Emnîyeta Amedê wek êrîşeke li himberî nirxa neteweyî, niştimanî ya gelê Kurdistanê , êrîşeke li himber azadîya xwe îfade kirinê û azadîya xebata rêxistinî dibînin. Em vê êrîşê , vê biryarê şermezar dikin.

Partîya Azadîya Kurdistanê, bi navê xwe, bi bernameya xwe û bi lêxwedîderketina Alaya Kurdistanê, wek partîyeke Kurdistanî hatîye ava kirin. Ji ber wê jî di derbarê PAKê da doza girtinê hatîye vekirin û ev doz hîna jî berdewam e.

PAK, di parastina xwe ya di Dadgeha Qanûna Bingehîn da jî bi zelalî gotîye ‘’Em navê xwe û bernameya xwe neguherînin; divê Qanûna Bingehîna Tirkîyeyê û yasayên peywendîdar bêne guhartin’’.

Belê, Alaya Kurdistanê rûmeta me ye û emê her û her hildin. 19.12.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *