Em di 27emîn salvegera komkujiya Helebçeyê de bi rêzdarî bejna xwe li ber şehîdên komkujiyê ditewînin!
Di 16ê Adara 1988an de, bi gazên kîmweyî êrîş bi ser Helebçeyê de hate kirin û bi hezaran kesî jiyanê xwe ji dest dan. Hê jî bandora vî sûcê mirovahiyê berdewam e û em ji ber vê li ser navê mirovahiyê şerm dikin.
Komkujiya Helebçeyê, tenê xelekek ji rêzekomkujiyên bi navê “Operasyona Enfalê” ye. Komkujiya Helebçeyê bi plan hatiye kirin û li gorî armancekê hatiye pêkanîn. Armanca rejîma BEE’Sê ew bû ku gelê Kurd ji ser axa xwe ya qedîm dûr bike û qira wî bîne. Gava mirov bi vî awayî lê dinêre, dibîne ku ev êrîş li dijî gelê Kurd nijadkujiyek e!
Bandora komkujiyê piştî vê derba giran jî berdewam kir û heta îro 43.753 kes hatin kuştin û 61.200 kes jî ji ber êrîşa kîmyewî seqet bûn. Yek jê trajediya herî mezin a cîhanê ya mirovahiyê ye. Ligel vê yekê sîstema navneteweyî; NY, Sosyal Enternasyonal, Rêxistina Cîhanî ya Îslamê, Yekitiya Ereban li hemberî komkujiya li kurdan hatiye kirin hê jî ker û lalin.
Ji ber vê yekê em şehîdên Helebçeyê cardin bi rehmet bi bîr tînin, ji bo komkujiyên wiha pêk neyên em dibêjin ji gere ev qetliam wek jenosid we re naskirin û azadiya gelê Kurdistanê bête ferzkirin.
Me ev roja reş a gelê Kurd, birîna reş a Helebçeyê ji bîr nekiriye, em ê ji bîr nekin û nedin jibîrvekirin!
Komelaya Nûbiharê