8ê adarê roja jinên cîhanê pîroz be!

 

Tevgera Demokratîk a Kurdistanê
Tevgera Demokratîk a Kurdistanî
Kürdistan Demokratik Hareketi
Democratic Movement of Kurdistan


8ê Adarê, sembol û nîşana roja tekoşîna jinên cîhanê ye. 8ê adara 1857an di jîyana jinên Emerîkayê û jinên Cîhanê de rojek taybetmend e. Wê rojê li eyaleta New Yorkê 40 hezar jinên karker beşdarî greva mafê wekhevîyê bûn. Li himberî vê grevê desthilatdarên Emerîkayê şîdet bikaranîn. Derîyên kargehê bi ser jinan de girtin û agir berdan kargehê. Di vê komkujîya jinan de 129 jin jîyana xwe ji dest dan. Bi vê minasebetê, di sala 1910an de, di ”Konferansa Jinên Sosyalîst yên Cîhanî”de bi pêşnîyara endama Partîya Sosyal Demokratan ya Almanyayê Clara Zetkîn ve, 8ê adarê wek roja jinên cîhanî hate qebûlkirin. Herweha ev roj ji alîyê Neteweyên Yekbûyî jî hate qebûlkirin û ji bo tevaya Cîhanê pîrozkirina vê rojê meşrû û fermî bû.

Ji wê rojê heta îro, salvegera vê rojê, wek rojek taybetmend, li dijî neheqî û zordarîya li ser jinê û ji bo wekhevîya jin û mêr ku du cinsên di civatê de bihevre dijîn, tê pîrozkirin. Îro dê li tevaya cîhanê bi deng û rengên cuda ev roj şîrove bibe û bête pîrozkirin.

Her civat vê rojê bi reng û dengên xwe pîroz dike. Pîrozkirina 8ê adarê ji bo jina Kurd ne tenê wek roja jinê pîroz dibe. Lewra tekoşîna jina Kurd ya ji bo mafê xwe, di tekoşîna dijî dagîrkerîyê ya ji bo welatekî serbixwe, miletekî azad û civateke demokratîk de bûye yek tekoşîn. Di vê tekoşînê de rola jina Kurd biryardêr e.

Di salên dawîn de, qahremanî û berxwedana jina Kurd, bingehê tekoşîna ji bo bidestxistina mafê jinê di civata Kurd de meşrû, dadwer û rewa kirîye. Li ser vî bingehî, tevgera Kurdistanî, wekhevîya jin û mêr di tekoşîna azadîyê de dewlemendtir dike.

Jina Kurd, ne tenê wek jin, lê herweha wek jina Kurd, wek dayik, di plan û projeyên dagîrkeran yên ji bo asîmîlasyon û tunekirina Kurdan de bûye hedefa sereke. Îro jina Kurd, wek cînsîyetek bindest û wek beşekî ji civata Kurd, bi şîdet, destdirêjî û neheqîyan ve rû bi rû ye. Di komkujîyan de, di dema şerê cîhanê yê yekem de, di projeya tehcîra Îttîhad û Teraqîperwer de, di planê Kemalîstan ya Islahata Şerqê ya tunekirina Kurdan de, di serhildanên Kurdistanê de, li Helpçeyê, di enfalê de, li Efrînê û Kobanê û dîlgirtin û firotina jinên Kurdên Ezdî, li bazarên dewletên misilman de û îro li Rojhelatê Kurdistanê de, jina Kurd bi komkujîyan ve rû bi rû bûye û ev destdirêjî û neheqî mixabin îro jî bi heman stratejîyê didome.

Dagîrkeran berî herkesî xwestine jina Kurd ji nasnameya wê bidûr bixin, zimanê wê qedexe bikin, kesayetîya wê biçûk bixin û wê bikin Tirk, Ereb yan jî Faris. Lê jina Kurd, her li ber xwe daye û nasnameya xwe parastîye.

Di formgirtina jiyana civakî ya Kurdan de, di temsîlîya civatê de, di dezgehên biryarwergirtinê de, pêwîst e jin bibe xwedî rol û bi erk û watinîyên xwe rabe. Sembola azadîya jina Kurd, di tekoşîna ji bo azadîya Kurdistanê de dibe xwedî nasname û dibe xwedî bandor.

TDK-Tevger, vê roja Jinên Cîhanê, 8ê adarê ku wek roja wekhevîyê, azadîya jinê û tundrewîya dijî jinê ye, helwesta jina Kurd ya ji bo xwebûna xwe pîroz dike. TDK-Tevger, di tekoşîna xwe de, rola jina Kurd pêşeng dibîne. TDK-Tevger, bi hişmendîya neteweyî û bi xebata ji bo avakirina civatek demokratîk, rêkxistina jinê û geşkirina mafê jinê wek temînata pêşeroja neteweya Kurd û civata azad û demokratîk dinirxîne.

Tekoşîna jina Kurd ya ji bo wekhevî û azadîya Kurdistanê, temînata serkeftina tevgera Kurdistanî ye. Em roja 8ê adarê, li jina Kurd û tevaya jinên cîhanê pîroz dikin!

8/3/2022

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *