Oxir Be Kek Feyyaz

Ez jî, gelek heval û dost û hezkirîyên Kek Feyyaz jî, gelek welatperwerên Kurdistanê jî,  bi hezaran kes ji ber qedexeyên vê kambaxa pandemîyê mixabin me nikarîbû nuha tabûta Kek Feyyaz  hilgirin û kulmek axa mezelê wî bêhn bikin û xatir jê bixwazin. Lê  nuha dilê me hemûyan jî li wê derê li gel malbat û heval û dost û hezkirîyên kek Feyyaz  lê dide. 

Em soz didin ku gava  qedexe rabin, hema rewÅŸ hinekî normalîze bibe, di demeke minasîb de, emê miheqeq bêne seredena te kek Feyyaz.

Rast e kek Feyyaz wek fizîkî ji nav me koç kir. Lê ji îro pê ve jî,  li her çar alîyê cîhanê  kek Feyyaz di dilê bi hezaran kesî de dê  bijî.

Kek Feyyaz bi  kesayeta xwe, bi dilsozî, fedakarî, nefsbiçûkî, biryardarî, welatperwerî, wêrekî, hevalbendî, hesasîyet, însanetî û bi nezaketa  xwe dê ji bo me her wek nimûneyekî be, wek îdolekî be.

Kek Feyyaz ji 50 salî zêdetir e, wek kadroyekî, wek rêberekî  PDKTyê, KÄ°P-DDKDyê û PAKê bi fedakarî, bi bawerî, bi heyecan, bi evîneke ji dil a ji bo Doza Azadîya Kurdistanê, bêwestan her di nav refên têkoşînê de bû. Kek Feyyaz damezranêr û pêşengekî fikra neteweyî, azadîxwaz, demokrat  a Partîya Azadîya Kurdistanê bû.

Li kê derê dinyayê Kurdan çi destkeftinek bidest bixistana, ew ji bo Kek Feyyaz cejnek bû, geÅŸa dilê wî dida rûyê wî. Ew bi can û dil Kurdistanî bû;  edalet, wekhevî, parastina mafê jinan û mafê zarokan, însanetî û  empatî bingehê felsefeya jîyana wî bû.

Di jiyana xwe de jî, di xebat û têkoşîna xwe ya neteweyî û niÅŸtimanî de jî wî çi bidestxistibe, bi sebir û bi xebateke bêhempa û fedakarane, bi keda xwe û bi ya hevjîna xwe bidest xist, wî rûmet û hemû destkeftinen xwe bi kolandina nenûkên xwe ava kir. Herweha kek Feyyaz, bingehê ÅŸexsîyeta xwe  ji kesayeta bavê xwe, ji malbata xwe  ya welatperwer, naskirî, qedir û qîmet û urf û adet zana  û bi taybetî jî ji şîr helalîya dîya xwe wergirtibû. 

Belê, Mehtapxan, Pelîn, Mizgîn, Mem Lorî jî, hemû malbata Kek Feyyaz û ya Mehtapxanê jî, em hemû heval û dost û hezkirîyên wî jî, hemû welatperwerên welatê me jî, pir û pir  serbilindin ku em hevjîn, keç, law, xuÅŸk, bira, eqraba, heval û nas û dost û hemdozên Kek Feyyaz in.

Em soz didin ku  wê  alaya azadîya Kurdistanê ku kek Feyyaz heta îro tu carî li erdê nexist, emê her li ba bidin û emê her di rêya wî ya bi ÅŸeref, bi rûmet û  pîroz de bimeÅŸin.Tu ÅŸika me jê tuneye ku Kurdistan dê azad bibe û  di Kurdistaneke azad de,  dê gelê me mizginîyê bide kek Feyyaz û hemû ÅŸehîdên Kurdistanê.

Tu gotin têrê nake ku em xem û  êşa xwe jî, hezkirina ji Kek Feyyaz jî, rûmet û serbilindîya bi naskirina wî jî  tarîf bikin.

Emê tu carî te û keda te ji bîr nekin Kek Feyyaz.

Gelê Kurdistanê  jî tu carî dê kek Feyyaz û keda wî ji bîr neke.

Xwedê bi rehma xwe  ÅŸad bike, cîhê wî biheÅŸt be.

Bila serê me hemûyan, bila serê gelê Kurdistanê sax be.

04.05.2021

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *