Armanc Statu Ye

Divê miletê kurd biryara xwe bide.

Di dîroka miletan de 100 sal, ne demek dûr û dirêj e.

Ev dewleta ku bı navê “Turkiye” hatîye damezrandin jî emrê wê hin negihîştîye sed salî.

Weke tê zanîn Turkîye, piştî şerê cîhanê yê yekemîn, bi rizaya dewletên demê yên muqtedîr û li gor berjewendîyên wan yên wê demê, wekî “proje-dewlet” hat avakırın.

M.Kemal û qadroyên Tirk yên wê demê jî, (kû xirêfa binê sîstema Osmanî bûn) bi gotina ELÇÎYÊ Îngîlîz ê Îstanbolê ku ji bo M.Kemal gotibû: “Li ber derîyê me, ji xwe re li kar digere!” We û hevalên xwe, konjongtur baş bikaranin û dewleta tirk avakirin.

Di “proje-dewlet”a Tirk de, Kurd û Kurdistan tunne hat hesabkirin. Bi gotinek din, di nîzama “Netewe-dewlet”a nû de, rê li pêşîya miletê Kurd hatibû asteng kirin.

Divê miletê Kurd vê rewşê bişopîne û lêbikole, bê ka sebeb çibû gelo!?

Di wê serdemê de, MÎR/MÎREK û pêşevanên milêtê Kurd, bi her awayî, ne kêmî civaka Tirk û Ereb bû!!

Lê jı Tirk û Ereb’an re bi dehan dewlet avakirin û miletê Kurd jî kirin qurbana berjewendîyên xwe û demê.

Serdestên wê demê û dagîrkerên Kurdîstanê yên niha (TR-ÎRAN-ÎRAQ-SÛRÎYE) cewherê miletê Kurd, diroka wî ya qedîm û kevnar hesab nekiribû ku ev miletê qedîm “tu carî NAŞİKÊ û NAMİRE; HERTİM ŞÎN DİBE/ZİNDÎ DİMÎNE!”

Xwîyaye dem hatîye!

Buhara Erebî, destpêka “şerê cîhanê yê sêyemîn” tê binavkirin. Ev jî tê vê wayeyê ku nexşeyên heremê wê sero-bino bibe û wê ji nû ve were destnişankirin.

Di vê serdema hessas de, miletê Kurd, bi her awayî xwedî qert û îmkanên girîng e.

Miletê Kurd ŞERKAR E. Dı şerrê REŞŞAYÎ de PÊŞMERGE/GERÎLLA’yên Kurd,”bê reqîb” in!

Şikandina DAÎŞê, bi destên “PÊŞMERGE/GERÎLLAYÊN KURD” mesajek dîrokî da cihanê û dewletên muqtedîr!..

Miletê Kurd, li herema Rojhelat a navîn, tekane miletekî SECULER/LAÎQ u DEMOQRAT E!

Dewletên Dagıîrkerên miletê Kurd, (TR-ÎRAN-SÛRÎYE-IRAQ), her çar dewlet jî ne demokratîk in, paşverû, nîjadperest û xwedî mantalîtek RİZÎ û GENÎ ne..

Ger aqlê milêtê Kurd yê sîyasî/dîplomatîk û leşkerî, rola xwe baş bilîze, bi destxistina STATUYÊ ji bo miletê Kurd ne surpriz e, normal e.

Divê qeder û bekaya dewletên dagîrkerên Kurdîstanê û têkçûna wan, ne di xema Siyaseta Kurdîstanî de be. Ger ji wan were, divê PÎHNekî jî ew lê bidin!

Ne ANKARA,

Ne jî TEHRAN û ŞAM;

Îstîqamet AMED/KURDÎSTAN..

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *