Serkirdeyên PKK û Kurdkujî!

Rewşenbîr, sîyasetmedar, rojnamevan, nivîskar, hunermend û aqilmendên kurdan çi difikirin?

Li henber van bûyer û karesatên ku PKK li ser axa Başûrê Kurdistanê pêk tîne, xwedî helwest in an serê wan tevliheve?

Di vî warî de, cûre mînak derdikevin ber me: Beşek; raser di bin bandora PKK de ne. “Rastîya PKK, rastîya wan” e jî. Wek milîtanên PKK radibin û wek milîtanên PKK rûdinên. Ji ber ku ne bi îradeya xwe tevdigerin û mîsyona PKKê, mîsyona wan e jî, bawerî bi wan nayê. Beşek ji terefê xwedî konseptkarên PKKê ve, kirêkirî ne.

Beşek din jî, serê wan tevliheve: Hîn PKK, wek hêzeke Kurd, di xizmeta Kurdistanê de dibînin û êrîşên PKK li ser xaka Başûrê Kurdistanê, kujtina pêşmergan, revandina mirovan, işkencekirina mirovan, zîndankirina mirovan, wek karesatek rewa dibînin!

Di derheqa hebûna PKKê li ser xaka azad, PKKê çi zerarê dide aramîya vê herêmê, serê wan tevliheve. Ji ber vê jî her behsa “nexwestina şerê birakujî” dikin! Êrîşên PKKê, kujtina kurdan bi destê PKKê, bi navkirina “birakujî” vedişêrin û meşrû dikin. Ev helwesta PKKê raser kurdkujîye, lê ji navkirinê direvin. Ji pejirandina rastîyekê direvin.

Beşa sêyem: ev beş di derheqa PKKê, rolê PKKê yê kirêkar, ji bona armancên dijminan, li ser xaka başûrê Kurdistanê, xwedî helwsetek Kurd û kurdistanî ne. Di her hewlên xwe de aramîya xaka azad û serwerîya Herêma Kurdistanê diparêzin. Baş dizanin ku statûya herêma Kurdistanê, aramîya vê xaka azad, garantîya pêşeroja Kurd û Kurdistanê ye. Xwedî li van destkevtinên kurdan derdikevin.

Tê çi wateyê Aramîya Herêma kurdistanê?

Ev herêm, ji terefê xwedîyên vî beşê Kurdistanê de, bi îradeya hêzên sîyasî yên vî beşê Kurdistanê; bi şer û berxwedanên dehan salan, bi cangorîya sedhezaran pêşmergan hatîye rizgar kirin. Ev herêm wedî statûyek navdewletî, navnetewî ye. Ev beşê Kurdistanê serwerîya xwe ji dîroka xwe, ji sazîyên civakî (Parlemento, hiqûq, peymana civakî, hêzên asayîşê, perwerdeyê) digire. Parlementoya Kurdistanê, hêzên asayîşa Kurdistanê; garantîya serwerîya herêma Kurdistanê, demokrasîya Kurdistanê ne. Tevdegerîn, rabûn û rûniştin, çûn û hatina vî beşî, îradeya vî beşî, di destê sazîyên hikûmeta herêma Kurdistanê de ye. Ev jî hêza xwe ji parlementoya Kurdistanê, ji dadgerîya Kurdistanê digire. PKKê, bi israr vê îradeya miletê Kurd binpê dike. Nasnake û li ser vê axê mirovan dikuje! Êrîşan tîne ser hêzên asayîşê û aramîya herêmê têk dibe. Mirovan direvîne, dikuje, zîndan dike û hesab nade dadgerîya Kurdistanê. Yanî hêzek destbiçek û ne fermî ye û li henber aramîya Kurdistanê, serwerîya Kurdistanê xwedî armanc e û helwestgirtî ye. Armanc û meramên dijminên Kurd û Kurdistanê pêk tîne.

PKKê aramîya vî beşê azad çawa tehdîd dike? PKKê çima aramîya vê herêmê dixe bin tehlûkê?

PKKê, bi çi mafî li ser vê xaka azad kurdkujî ji xwe re kirîye kar?

PKKê çawa bûye alîkar ji dewleta Tirk re ku beşekî mezin ji vê axê hat dagîrkirin?

Di 10.06.2021 an de endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan tevlî bernameya taybet a televîsyona Stêrk TV bû. Di destpêka bernameyê de eşkere kir ku dewleta tirkan bi wan re ketîye têkilîyê û ji wan xwestîye ku;

„Li bakur agirbestê îlan bikin, li parçeyên din hûn çi dikin bikin, em têkelî we nabin.“(!)

Di eslê xwe de li Bakurê Kurdistanê ti şer di navbera PKKê û artêşa tirkan de nemaye!

Ev tê çi wateyê?

Murat Karayılan têkilîyê PKKê û dewleta tirkan, daxwazên dewleta Tirkan eşkere dike. Hûn li Başûrê Kurdistanê „çi bikin em têkilî we nabin!“ Li Roavayê Kurdistanê „hûn çi bikin em têkilî we nabin!“

Lê ev 6 meh e dewleta tirkan, bi şerekî dagirkarî, PKKê sebeb dide nîşan û êrîşan tîne ser xaka azad. Xaka 600 gundên başûrê Kurdistanê dagir kirîye. PKKê xistîye nav şerekî sexte û ji Heftanîn, Xakurkê bigire heta herêma Metîna, Zap û Avaşîn dagîr kirîye. Ji Zaxo bigire, heta hidûdê Rohilatê Kurdistanê, di pir cîhan de heta kûraya 120 km. bicîh bûye. Nêzî 52 binkeyên leşkerî li ser vê axê hatine avakirin û her bipêş de diçe. Nêzî 600 gundên Başûrê Kurdistanê vala bûne.

Li henber vê dagirkerîya Dewleta Tirk, ev 6 meh e her êrîşan tîne ser hêzên aramîya Kurdistanê. Dikuje, digire, direvîne û zîndan dike. Her dixwaze û tahrîk dike ku Pêşmerge ji hêla jêr de êrîşan bîne ser hêzên wan yên kurdkuj ku bêje:

„Binêrin dewleta tirkan ji hêlekê de me dorpêç kirîye û êrîşan tîne ser me û cîh li me teng kirîye. Pêşmerge jî ji jêr de me dorpêç dike, êrîşan tîne ser me. Pêşmerge û Dewleta tirkan bi hev re li henber me şer dikin“(!)

Bi vê metodê dixwaze taşeronîya xwe, kirêkarîya xwe veşêre, kurdkujîya xwe veşêre û xwe maxdûr bike! Xwînek nû bi rijandina xwîna kurdan bidest bixe.

Murat Karayilan di vê hevpeyvîna xwe de eşkere dibêje; „Plan heye ku îlehî dixwazin pêşmerge li hemberî gerîla têxin şer.“(!) Kîne ev xwedîyê van pîlanan û PKKê çima ji bona bicîhbûna vî pîlanî dixebite?

Dehan caran berdevkên PKK li henber pêşmergên Kurdistanê şer îlan kirine. Bi dehan daxûyanî, biryar û nivîs hene di vî warî de. Xaka Başûrê Kurdistanê ji wan re qedexe kirine. PKK çawa dikare wê axa, ku bi xwîna dehhezaran pêşmergan hatîye rizgar kirin ji Pêşmerge re qedexe bike?

Murat Karayılan dibêje; „Me ji bo li dijî pêşmerge êrîş bê kirin çi talîmat nedaye û çi biryara tevgera me tuneye.“ Lê Murat Karayilan rastîyê vedişêre û derewan dike. Yek şervanê PKK, bê biryara rêveberîya PKK, berikekê bera pêşmergan nade! Murat Karayılan endamê Komîteya rêberî ya PKKê ye. Çawa, di 6 bûyeran de xwîna dehan pêşmergan hat rijandin, bi dehan karmend û xebatkarên hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin revandin, zîndan kirin û niha bi dehan hemwelatîyên Herêma Kurdistanê di destên wan de hêsîr in û hayê Murat Karayilan jê tune ye. Murat karayılan û hevalên wî derewan dikin. Rastîyê ji miletê kurd vedişêrin û propaganda dikin. Bi biryara Murat Karayılan, ev êrîş tên kirin û pêşmerge tên kuştin.

Berdevkên PKKê, gotinek xwe, bi gotina din derew derdixin:

Murat Karayilan dipirse; „ewan dikarîbûn 2-3 erebe bişandana.“ Hin dibêje bila „2-3 erebe bişandana“ me dengê xwe nedikir. Lê bi „100 wesayîtên bi zirxî yên şer werin çiqas rast e?“

Ev tê çi wateyê? Tê wê wateyê ku bi 100 wesayetên bi zirxî hatin ser me û me jî ew têk birin! Lê di vir de jî Murat Karayılan ne durust e û derewan dike. Li ser rêka Pêşmergan teqîn bicîh kirine û li derdorê jî kemîn danîne. Li hewa jî balafirên tirkan yên bê mirov difirin. Dema Pêşmerge nêzî cîhê teqînan dibin pêl dûkmeyan dikin, taqîn çêdibe û bi çekên giran êrîş dikin. Di destê êrîşkarên PKK de Roket, arpîcî û qanas hene. 2 wesîteyên pêşmergan e û ji bona ku herêma xwe kontrol bikin, diçin herêmê. Gotina Murat karayilan a „100 wesayetên bi zirxî hatin“ jî derew e. Biryara êrîşê, bi destê rêveberîya PKKê hatîye dan û di eynî demê de dewleta Tirkan jî ji vê biryara PKKê agahdar e û ew jî êrîşê kontrol dikin!

Murat Karayilan eşkere dibêje; „em serwerîya xaka hikûmeta Herêma Kurdistanê nasnakin. Bê izna me pêşmerge ji cîhekî nikare here cîhekî din. Ku iznê ji me nexwaze, emê li wan bidin û bikujin“ (!) Ma mebesta PKKê di vir de ne eşkere ye.

Murat Karayilan dibêje; „em naxwazin li hemberî Kurdan çek bi kar bînin.“ Lê destê PKKê di xwîna dehhezaran kurdan de heye. Ew roja ku daxûyanî da, 7 pêşmerge bi destê PKKê û bi biryara Murat Karayilan hatin cangorî kirin. Du heb serbazên wan jî hatin kujtin! Hin wek hêzek kurdkuj rolê xwe dilîze û hin jî kirinên xwe, kurdkujîya xwe vedişêre.

PKKê, bi daxwaza dijminên Kurd û Kurdistanê; li ser xaka Herêma Kurdistanê, têkbirina statûya herêma Kurdistanê, serwerî û aramîya herêma Kurdistanê daye ber xwe û bi vê stratejîyê re têkildar, mîsyona xwe tîne cîh.

Divê hemû hêzên Başûrê Kurdistanê vê rastîyê bibînin û ji hev re yekrêz, li henber van kiryarên PKKê xwedî helwestek hevbeş bin. Vê nekin armanc ji xwe re, wê hemû bi hev re zerarên mezin bibînin.

11.06.2021

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir