Yekkirina zimanê kurdî jibo nivîsînê (I)

Siddik BOZARSLAN

”Bi kurdî dijîm bi kurdî dimrim

bi kurdî didim bersivî xwo li gorê

dîsa bi kurdî zindî dibim ez!” (Hejar Mukriyani)

”Bi kurtayî, hîmê yekemîn jibo silametîya neteweyî, hînbûn û perwerdekirin e, kilîta perwerde û hînbûnê jî ziman e. Derîyê medenîyetê jî bi vê kilîtê vedibe. Ez ji însanên me yên ku zanîn û hêza wan hebin tika dikim ku vê nuqteya giring ji nûha ve bidin pêşîya xwe.” (Baban: Îsmail Hakki, ”Kürd Teavün  ve Terakki Gazetesî”, jimare 3, 19yê kanûna pêşîn 1908, wergêr, M. E. Bozarslan)

”Dibêjin ku berata heq û îstîhqaqa neteweyan, hebûna tarîxê ye û hebûna zimanekî wisa ye ku beranberê cereyana demê be; yanî hebûna sazgehên neteweyî ye. Tenê ev in ku ji mirov ra dibin kaxid, huwîyet û nîşana destûra ku  mirov dikare bi wê têkeve wî xanîyê heq û emanê yê ku edaletê belav dike. Bê ku em îddîayên cahilkî û dersînor bikin, divê ku em li xwe bên mikurê ku ji vî alî ve kêmayîya Kurdîtîyê mezin e û dilêşîn e”.

”Di van deman da ku neteweyên dî dûwayî li xebata xwe ya li ser vê axa pîr anîne û dest bi xebata li ser asîmanan kirine, tiştekî dilêşîn e ku mirov hêj bi ziman û sererastkirina ziman û wekhevkirina ziman xerîk be; lewra ziman, di hîmê medenîyeta mirovîyê da kevirê pêşîn e.”(belavoka Komela Kurd jibo Belavkirina Zanînê û Weşanan – Kurd Tamim-i Maarif ve Neşrîyat Cemîyeti- ji tirkî wergerandin bo kurmancî M. Emîn Bozarslan)

”Gelî Kurdan! Eger hûn  naxwazin ji hev tarûmar û winda bibin, berî her tiştî bi zimanê xwe bixwînin û bi miletên din ra pêşve herin û bi rûmet û serbilind bijîn, dîsa bi zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin!”  (Nûreddîn Zaza, 1950)

”Dema cuwan dev ji zimanê xwe berdidin, mirina zimanê wan nêzîk dibe. Dema zarûk fêrî zimanê xwe nebin, ew ziman dimire.” (UNESCO)

”… Jibo xwe nîşandanê yên ku cilan lixwe dikin ku ji hemîyan cudatir bin, dikevin qalikekî pêkenînê, ew çawa ku tirsonekî ye; di axiftinê da jî ew gera ku li pey gotinên ku nayên zanîn, hevokên ku nehatine bihîstin digerin, wek xebata zarokê dibistanê ye.  Ax, xwezîya ku ez bikaribim bi gotinên ku li suka Parisê ya sebzeyan bikartînin, biaxifîma.”(Montaigne,1533-1592, 500 sal berê)

”… Eger vatinîyên (wezîfeyên) li gora pêdivîyê neyê kirin, dê tore (gerdîş) û nîzam xirab bibe. Eger tore û nîzam xirab bibe, dê edalet (dad) ji rê derkeve. Eger dad ji rê derkeve, gel dê bikeve nav şaşmayînê û dê nizanibe çi bike û ev kar dê here ku derê. Ji ber wê ye ku tu tiştek qasî ziman giring nîne.” (Confucius, 551 BZ- 479, ji vir 2500 sal berê

  1. Çêbûna Ziman

Berîya ku ez behsa zimanê kurdî bikim, pêwistî pê heye ku ez bi kurtayî û bi xetên qalind li ser tevayîya çêbûna ziman û qerekterê wê rawestim. Ji ber ku di dîroka civatan da ziman, cîyekî gelek girîng distîne. Mirov, fikr û ramanên xwe, hîsên xwe bi saya gotinan didin zanîn. Di nav mirovan da ziman, dibe wesîte da ku mirov bikaribin têkilî bi hev ra daynin û dan û standinên xwe pêk bînin.

Qasî ku ilmê lêkolîn kirîye û daye xuyakirin, ji despêka civata kevnar (komunal) heta dema îroyîn, bi sedhezaran sal di navberê ra derbas bûye. Bê guman dîroka çêbûna ziman, ji ya civata kevnar jî gelek kevintir e. Eger mirov di vî warî da li dîroka çêbûna ziman binêre, mirov dibîne ku temenê jîyana ziman, bi milyonan sal kevnar e.

Ziman, xwedîyê rengekî civatî ye û di nav jîyanê da ava bûye. Ziman ku deng derdixe, dîsa di nav xebatên civatê da çêbûye û şikil sitandîye. Xebatên mirovekî, girêdayî xebatên tevayîya civatê ye. Belam kar û bar, rengê civatîyê nîşan dide. Jibo pêkanîna tiştan ku mirov bikaribe jîyana xwe pê bidomîne; hewce ye ku mirov werin ba hev û digel hev bixebitin. Ev jî di nav mirovan da dibe semedê hevpeyvîn, gengeşe û têkilîyan.

Berîya ku ziman çêbibe, tiştên ku mirov dixwestin bibêjin an jî bi yekî/a din bidin famkirin; bi sûret (şikil), an jî bi qêrînê (deng-sewt) dane xuyakirin. Van dengan hêdî hêdî di mejîyên mirovan da cî girtine û hatine hin maneyan. Wexta di jîyana mirov da pêşveçûn çêbû, kar û bar û aletên çêkirinê gihane qonaxeke nû û bilindtir; girêdayî bi jîyanê û tecrûbên mirov ve di nav van dengan da jî êdî ferqîyet çêbûye û jibo avakirina ziman ev pêşveçûn bûye hîmekî bingehî. Di nav jîyanê da şikilsitandin û çêbûna ziman, demekî pir pir dirêj girtîye.

Ji çêbûna ziman virda, êdî di pêşveçûna mirov da ziman bûye pergalekî gelek girîng. Belam bi wesîta ziman, mirov hatine ba hev û digel hev xebitîne, hunermendî û tecrûbên xwe yên kar û jîyanê gihandine hev; hunandina (bi rêxistinkirina) kar u barên hevpar kirine. Bi saya gotinan e ku mirov dikare tecrûbeyên xwe yên kar u bar biparêze, belav bike û dewrî nifşên nûhatî bike û hwd…

Di derbarê çêbûn, geşbûn û belavbûna ziman da teoriya profesorê arkeolojiyê yê ingiliz Colin Renfrew gelek balkêş e. Li gora teoriya C. Renfrew, jibo civatê pêvajoya ku ziman derketîye meydanê û belav bûye; rastî qonaxa ku civat ji nêçîrvanîyê derbasî qonaxa cotkarîyê hatîye. Li gora tespîtên C. Renfrew, zêdebûna nufûsa civateka cotkar, 15 car ji civateka nêçîrvanîyê zêdetir e û ev bûye semedê ku civata cotkar ji xwe ra cî û warên nû peyda bikin û jibo wî ye ku ew li cîyên dî gerîyane û ev bûye semedê belavbûna civatan jibo erdên cuda.

Digel vê rastîyê encameka dî jî derketîye holê ku zimanê civata cotkar, serdestî li zimanê civata nêçîrvanîyê bike, geş bibe û belav bibe. Ev pêvajo jibo civata nêçîrvanîyê bûye tiştekî xweristî ku xwe li gora aletên çêkirinê  yên civata cotkar û ziman û kultûra wan biguhere û beşdarî wanbibe ku civata çandinîyê (ziraetê) di her warî da pêşdatir bûye.

Yanî tenê civata cîwarbûyî, di rewşa ziman da jî şoreşek pêk anîye û bûye pêşevayê afirandina ziman û ev di jîyana mirovî da jî bûye semedê şoreşên guhartinê û kultûrê ku di pêvajoyeke dûrûdirêj da bi awayeke aştî pêkhatîye. Wek mîsal, civata şivan û nêçîrvanên koçber, muhtacê alavan bûne ku ew li pazara civata cotkaran hebûne û ev bi xwe ra girêdaneke xweristî domandîye.

Xaleka gelek balkêş jibo vê teoriyê jî ew e ku cîyê bingehên afirandin û şikilsitandina ziman, erdê Kurdistanê (Mezopotamya Jorîn) bûye. Ev ziman, ji alîyê cotkaran ve di wê herêmê da  Berîya Mîladê (BM) 9000 sal berê hatîye xebitandin ku temenê wê nûha dike 11.000 sal. Şiklê jîyana wê civatê digel zimanê wê di BM 6500î da (yanî 8500 sal berê) derbasê Yunanistanê (Grekland) ya îroyîn bûye, li wir cîyê xwe sitandîye, geş bûye û bi gotinên nû ve dewlemend bûye. Ev zimanê ku derbasî erdê Yunanistanê bûye, hê kok bûye û negihaye qonaxa avabûna ”Zimanê Hindî- Ewrupî.”

Bi qonaxa avakirina dewletê ve ziman pêşta çûye, geş bûye û belav bûye, zaravayên ziman çêbûne û paşê jî ev cudabûn û pêşveçûn bi xwe ra zimanên cuda afirandine. (Cemşid Bender, Korku ve Cesaret- Kürt Tarihine Sataşanlar-, Berfîn Y. 1996, İstanbul)

Dîsa li gora teoriya C. Renfrew, hêzên dagirkerîyê, çek û hesp; li ser pêşveçûna çandinîyê û kulturê tesîrên zêde nekirine. Li hemberî wê ga û heywanên dî yên kedîkirinê û aletên zireetê; li ser pêşveçûnê jibo dîroka mirovatîyê roleke giring lîstine û bûne sedemê geşbûn û pêşveçûneke mezin. Ev tê wê manayê ku cotkarî, bû sedemê çêkirin û şikilsitandina ziman.

Ev teori, li gora ilmên antropolojiyê û materyalizma diyalektikê jî rastîyek e û nirxandineke akademik e. Lê sed caran mixabin ku civata kurd, derdora 5000 sal e ku li ser erdê xwe zimanê xwe bikaranîye û ji hemî mafên xwe yên siyasi, aborî, kultûrî û neteweyî bêpar maye û nikaribûye dewleta xwe damezrîne û cîyê xwe yê heqîyê di çarçoveya navdewletî da bigre û bibe endamê civatên navneteweyî.

Dewam dike..

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *