Li Zîndanê Lêgerîn Û Dakirina Koncala Destavê

Li zîndana Amed ya Nimro 5, her pelandin û lêgerînek li qawîşê yan li ser me, li hember kesayetî, xîret û mirovîya me, êrîş û çavsorîyek pir giran ya hovane bû.

Lêgerîn, berê ji mehê carekê bû, piştre kirin ji heftê carekê. Her cara lêgerînê jî, leşkeran, bi serkêşîya 3-4 efseran (sûbay), havîn/zivistan, wê me derxistana hewşê, li ber dîwêr em rêz bikirana û ji me re bigotana:

“Xwe şilfîtazî bikin, cilê xwe deynin pêşîya xwe û qûna xwe belot bikin û bi herdu destan vekin!”

Piştî ku yek bi yek li qûna me dinerîn, dest bi pelandina cilên me dikirin. Çend leşkeran, di wê rewşa tazî de çavdêrîya me dikir, yên din jî diçûn lêgerîna qawîşê. Leşkerên diman jî, bi copên xwe organên me tevdidan û qeşmerîyên xwe bi organên me dikirin û şîrovên bêehlaqî dikirin!!!…

Rojek ku di wê rewşa şûtîtazî de, li bendî heta lêgerîna qawîşê biqede ku em di temenê de hatibûn sekinandin, hinek kaxet di destê Serpel (yuzbaşî) Esat Oktay Yildiran de, tev garana lêşkerên xwe ket hewşê, kefa destê xwe li kulmiska xwe xist û got:

“Min kir we! Van kaxetana kê ji we nivîsandîye?!” Kesî dengê xwe nekir. Serpel ji gardîyan pirsî:

“Ew renza ku ev kaxet di lingê wê de derkat kî lê radizê? Gardîyan bangî Silo kir, got: “ev e fermandarê min!”

Serpel Esat ji gardîyanan re got: “wî ceza bikin!” û ber be salonê ve meşîya. Ji bo ku zanîbû wê çi bê serê wî, bi kuçek qutikî Esat girt û dest bi lava kir! Got: “hayê min ji van kaxeta tune ye û ji xwe ez nizanim tiştekî werê binivîsim serdarê min!” Serpel baş bawer kir ku hayê wî ji wan nivîsaran tune ye, loma gotê: “bicehem ba hevalên xwe!”

Lê her çiqas ew nivîs me nenivîsîbûn jî dîsa Serpel, ji leşkerên gardîyan re got:

“Ji bo ku hişê vana were serê wan, wan ceza bikin!” Gardîyanan jî got:

“Ferman bide Komutanê min!”

Em tev hizirîn ku vêya komployek bû, ji bo îşkenceyek taybet bi me bikin! Çimkî defter û qelem li ba me tunebûn, heger hebaya jî, wê demê, wextê kesî tunebû ku ewqas nivîsandin binivîse!

Gardîyanan bi seetan li me xistin. Bi caran em rakirin serpêyan û vexistin; serdev û serpişt kaşkirin; bi sedan şinav û mekîk dan kişandin; heta ku leşker baş westîyan, rêzelêdana destan, lingan û tilmeqûnan li me kirin! Di dawîn de gotin:

“Li dû hev têkevin yek rêzê!

Derdîlka fosseptîkê (koncala ku lûleyên destavên qawîşan dihatin ser) vekirin. Du leşkeran, her yek bi lingekî me digirt û me serserkî, heta navê, bera koncala mîz û gû didan!

Piştî ku em tev di koncalê dakirin, derîyê qawîşê vekirin û gotin derbas bibin. Lê du gardîyan li devê derî sekinîn û gotin:

“Yê ku xwe vedizîbe û neketibe koncalê, me kir dê û jina wî!” Tu navê Silo C. xwe vedizîbû û ew tenê neketibûyê. Piştî gardîyanan werê gotin û li devê derî sekinîn û sehtî dikirin, Silo dest bi lava kir û gû ji hêsîrên din xwest! Kesî guh nedayê. Silo destpêkir, gûyê hêsîran ji ser û çavên wan direvand û di ser û rûyê xwe dida. Tevlî pismamê wî hinekan deng nekir û hinekan jî wî dehf dan û jê re digot:

“Gûyê me nebe, te xwe venedizîya û gû li serê xwe bida kirin, di rûyê te de îja em`ê lêdanê bixwin!” lê dîsa jî Silo, têra ku gardîyan pênehisin û lênedin, gû di ser û rûyê xwe da!

Em ketin hundir, em çi bibînin, ku hemû ranze ji hev de xistine. Pemboyê hemû doşek û balîfên me bi ser cil, macûnên diranan û yên rîyê, hinek rîçal û xwarina ku me nuh ji qantînê kirîbû de valakirine û bi lingan li ser gêre kirine. Hemû cilên me tîş-tîşî kirine û çirandine!!.. Gardîyan got:

“Ji we re niv seet mohlet, piştî ku we hertişt da hev û qawîş paqij kir, têkevin rêzetemenê, pirtûka Ataturk bixwînin!”

Dilopek av jî tunebû ku em pê xwe û cilê xwe paqij bikin. Me bi zolik û zîrtolên cilên xwe, xwe ji gû paqij kir.

Me her yek alavên xwe dan hev. Ji xwe her 2-3 hêsîr li ser doşekekê radiket. Me bi hev re, pemboyê doşek û balîfên xwe dagirtin û betanîyên xwe li destavokê dawşandin. Cilên me yên dihatin dirûtin, bi ta û derzîyê me dirût.

Gemarî, tîh û birçî, di nava his û ramanên naçar û bêhêvî, bi hêrs, rik, xem û tirsek bêdawî, em li bendî hatina şîvê sekinîn…

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir