WÊNEYA WELATÊ BÊ XWEDÎ!

Erdnîgarîya Kurdistanê cîhekî gelek girîng û navdar e. Erdnîgarîya Kurdistanê,  di heman deman de,  qelen û baca girîngîya jeopolîtîk û stratejîk bûna xwe daye. Rûpelên dîrokê bi xwîn û trajedîya  wî qelen û bacê hatîye boyax kirin. Ew împaratorîyên emperyal û dagîrker yek bi yek li ser axa Kurdistanê xwestine bibin desthilatdar; lê yek bi yek têkçûne. Ji Rojava ber bi Rojhilat ve; Ji Rojhilat ber bi Rojava ve “sefer” û “fetih” kirine. Di heman deman de navenda cîhê şer axa pîroz, erdnîgarîya Kurdistanê bûye.

Dewletên desthilatdar, yên Rojava û Rojhilat li ser bêstatuya Kurdistanê heta niha li hev kiribûn. Lê ew denklem êdî nameşe. Em hemû baş dizanin NATO “sigorta” Tirkîyê ye. Berjewendîyên Emerîka, Rûsya û Ewropa li gel dewletên dagîrker zêde ne. Zû bi zû dev ji berjewendîyên xwe bernadin.

Divê Kurd li gor berjewendîyên xwe, stratejîyek baş bidomînin. Di vir de rolekî mezin dikeve ser milê Kurdên Dîaspora. Lobî, diplomasî û karên di bin banê organîsayonên nûjen û Kurdistanî de, divê li gor pêwîstîyên demê bê meşandin.

Li Başûrê Kurdistanê, alozî û qeyranên di navbera hukumeta Baxdayê û ya Kurdistanê de, her diçe zêde dibin û derizandina sîyasî, aborî û civakî kûr dibe. Bi hevra wê heta kengî karibin bimeşin ne dîyar e. Du rê hene: yek jê, li ser bingeha berjewendîyên netewî, yekrêzîya Mala Kurdî ye û biryargirtina serxwebûna Kurdistanê ye. Rîya duyem jî li gor destûr û statuya federalî çarenivîsek dinê ye. Ev jî çarenivîsa konfederalîyê ye. Kurdistan û İraq weke du dewletên hevbeş bi hevra bijîn. Xuya ye, dewletên li dunyê desthilatdar in, “niha” çarenivîsek ewha maqûl dibînin. Rewşa sinifa sîyasî û raya giştî jî xuya ye van hewldanan maqûl dibînin.

Li Rojavayê başûrê Kurdistanê bi zext û alîkarîya Emerîkîyan hewldanên yekrêzîya mala Kurdi didome. ENKS û PYD, di bin çavdêrîya Emerîkîyan de, gavên erênî davêjin. Li ser parastina berjewendîyên netewî, herdû alî hêdî hêdî dimeşin û li ser hinek xalên muşterek li hevkirine û bi raya giştî re parve kirin. Ev hewldanên hanê cîhê kefxweşî û pîrozbahîyê ye. Min carek din jî gotibû û dîsa dûbare dikim: di vê pêvajoyê de rolekî dîrokî dikeve ser milê Mazlum Kobanî. Eger Mazlum Kobanî xwe ji paradûgmayên partîperestîyê azad bike û weke rêberekî netewî tevbigere, ez bawerim wê navê xwe li rûpelên dîrokê binivîse. Ev derfetên zêrîn bi dest tu kesî nakeve. Hevîdarim Mazlûm Kobanî xwe ji bin bandora çepîtîya Tirkan û çîrokvanên şikeftan azad bike û li gor pêwîstîyên demê, li gor berjewendîyên giştî tevbigere. Ji bo gelê Kurd parastina berjewendîyên netewî, post û erkê herî pîroz e! Ez hêvî dikim berpirsên ENKS û PYD, di vê pêvajoyê de rolên dîrokî bigirin ser xwe. Bi biryardayîn û seknek Kurdistanî statuyek girêdayê erdnîgarîyê bi dest bixin!

Li Rojhilatê Kurdistanê, bi qasî em di şopînin û dibînin ku tevgera netewî bi organîze ye û li qadê ye. Dewleta Îranê, bi sîyaseta darvekirinê, dixwaze gelê Kurd dîl bigire. Qeyranên sîyasî, civakî û aborî her diçe zêde dibe. Keştî êdî av digire, di warê dîplomasî, ticaret û têkilîyan de, di nav tengasîyek mezin de ye. Derizandina di nav civatê, her diçe kûr dibe. Bi kuştina Qasim Silêmanî, dewleta Îranê derbeyek mezin girt û bandora wê diyar e. Roj bi roj baskên dewleta dagîrker lawaz û bê taqek dibe. Dewleta Îranê, ji bo aramî û desthilatdarîya xwe, dixwaze şerê bi Emerîka re, li Başûrê Kurdistanê bidomîne. Ji ber vê yekê, ev demek dirêj e, li Baxdayê desthilatdar e û xwedî biryar e. Her roj bi dehan xortên Kurd dadilqîne, bi çekên giran êrîşî ser gund û navçeyên Kurdistanê dike, baregehên sivîl bi fuzeyan hildiweşîne.

****

Dewletên mîna Ermenîstan û Azerbaycan îro, ji bo dîktatorîyên xwe bidomînin bi hev ketine; lê qada wan ya şer, dîsa bi giranî erda  Kurdistanê ye. Dewletên Ermenî û Azerî, bêyî ku tu statuyekê ji Kurdan re nasbikin, dixwazin Kurdan û qada welatê wan bi sîyasetek hîlekar, di vî şerî de ji xwe re bi karbînin. Dewleta tirk jî bi mînak, şîretkarî û destdirêjîya xwe, perçeyekî vê sîyaseta dagîrker û nîjadperest e.

Di dema Stalîn de (Yekîtîya Sovyetê), ji sîyaseta helandina hûrgelan ku wan bike Rûs û bi dil û daxwaza Tirk, Azerî û Ermenîyan jî statuya Kurdistana Sor hat hilweşandin û giranîya niştecîhên Kurd koçberî nav komarên Sovyetê kirin.

Di sala 1990 an de, di bin navê Şerê Karabaxê de Tirk, Azerî û Ermenî bi hev ketin û hewldanên damezrandina Kurdistana Sor têkbirin. Dîsa di pişt perdê de, aktorên herî fêlbaz û rovî dewleta Rûs bû. Îro şer, li ser axa gelê Kurd didome. Zirar û zîyanên mezin cardin gelê Kurd dide. Dijmînên hov, bi lîstok û xapandinên olî, cardin dixwaze derizandinên sîyasî, olî û civakî di navbera gelê Kurd de kûr bikin. A rast ew e ku hemû dagîrker ji Kurdistanê bicehemin û bên qewirandin!

Dewleta Tirk, hebûna xwe li ser tunebûna gelê Kurd ava kirîye û ev sîyaset bi tundî didome. Hemû stratejî û projeyên wan li gor vê armancê tê guncav kirin. Pînekirin û boyaxkirina çîroka “Tirk û Kurd bira ne” derew e û bê bingeh e. Ji ber ku tu rêyek dinê tuneye, ji mecbûrîyetê, em tênê CÎRAN in! Çawa celad û Kurban nabin bira; dagîrker û gelê bindest jî nabin bira! Çîroka “demokratîkbûna Tirkîyê” xapandin û pişavtina gelê Kurd e!

Divê li Bakûrê Kurdistanê, li gor pêwîstîyên demê, hêzên sîyasî û gelê Kurd ji nû ve, xwe organîze bike, tevgerek netewî li ser daxwaz û armancên netewî,  temsîlîyeta xeta netewî bike. Îro li hemû beşên Kurdistanê du xet, du rêgeh hene, yek jê xeta netewî ye, ya din jî xeta entergasîyon û rêxistinperestîyê ye. Divê armanc û hewldanên her kurdperwerekî xurtkirin û serfirazîya xeta netewî be.

Îro pêwîstîya gelê Kurd bi qasî av û hewayê, bi xebat û hewldanên damezrandina Mala Kurdî heye. Rê û rêbaz; rêxistin û organîzasyon, xwendin û nîrxandinên girêdayî berjewendîyên giştî.

Lê ya herî girîng û elzem bi ya min karê dîplomasî ye. Avakirina lobîya Kurdî, bi gelek şêweyan mumkun e. Li hemû beşên Kurdistanê û bi taybetî jî li Dîaspora, ji bo dezgehên dîplomasî û avakirina şaxên lobîyan, xebatek stratejîk û netewî pêwîst e. Tenê di bin navê Kurdistanê de, di bin sîya ala Kurdistanê de, xebatên hevpar destê me xurt dike. Dîplomasîyek serkeftî, bi qasî arteşek bi hêz û bi bandor e. Biryarên herî girîng û yên dawî li ser maseyên dîplomasî pêktên.

Ji salên 1900 an vir de, gelê Kurd, sinifa sîyasî, partî û rêxistinên Kurd, rewşenbîr û zanayên Kurd, di warê dîplomasî de lawaz bûne û her tim wunda kirine.

Ez hêvî dikim hemû alîyên sîyasî û rewşenbîrên Kurd, wê bi berpirsîyarî tevbigerin û mil bidin milê hev, tenê bi navê Kurdistanê û di bin ala Kurdistanê de, dezgehên dîplomasîyê ava bikin.

Eger ev hewldan bayekî xurt bi xwe re rake. Ez bawerim, li hemû beşên Kurdîstanê, wê kelecanîya netewî geş bibe. Wê, rê li ber guhertinên civakî û dezgehên avakirinê veke.. 05-10-2020  AMED

Cano Amedî

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir