SERÊSALA KURDÎ 13 ROJAN PIŞTÎ YA PÎROZBAYIYA SERSALA ALEMÊ(MÎLADÎ) YE.

Li gorî ku ez ji ilm, qewl, dua, cimayî, îd-cejin, çande û hwd. yên me Êzdiyan fêhmdikim, pîvana serêsala kurmancî-Kurdî, bi afirandin û tevgera erdê(dinyayê), ya ku dor rojê tê gerandin ve girêdaye û ev salnama me Kurdan a herî raste.

Belê, dema rewșenbîr, zane, oldar û whd.’ên me Kurdan, li nav kevneșop û zargotinên ilm, qewl, dua, beyt, cimayî û îdên me Êzdiyan binêrên, ewê di wir de jî bivînin ku, şaristanî û merivatî li ser xaka di nav ava çemên Dîcle û Feratê de hatiye afirandin. Ji wî wextê kevin, yê ku bi hezarên salan beriya zayîna Îsa pêxember dest pêkiriye û heta vêga hêjî gelek cejn, cimayî û îdên me Êzdiyan ”Kurdên resen” li gorî salnama rojhilatê-“a ku ilimdar û qewilzanê Êzdîtiyê birêz Adnan Xêravayî jêra dibêje, hesabê Manga Melik Fexredîn” têne gerandin û pîrozkirin.

Belê ilimdar û qewilzanê Êzdîtiyê birêz Adnan Xêravayî, di sebeqeyeke Qewlê Şems û Fexrê Mîra” de dibêje:

“Sira Padşê min hat hinda ve,

Li Şems û Fexrê Mîra dikir silav e,

Li çardê mehê de vedigere tav e,

Tav li çardê mehê vedgeriya

ji nîşan û hesabê Enzelî ye,

Ji qudreta Padşê min î bêrî ye,

Ji qudreta Padşê min î cebêr re.

Meh, sal û zemana vedigêr e

Li çardê mehê tav jî vediger e

Ango, roja çardê meha mîladî, dibe yekê meha-li gorî hesabê Manga Melik Fexredîn têye hesapkirin-“ salnama rojhilatê.

Vêca, gava meriv li dem û wextên pîrozkirina van cejnên me Êzdiyan binêrin, meriv dibîne piraniya wan hêjî li gorî vê salnama rojê (a ku li gorî hesabê Manga Melik Fexredîn têye hesapkirin) têne gerandin û pîrozkirin.

« Wate, rojî û wextên pîrozkirina hinek cejinên me Êzdiyan ji xwe hûn jî dizanin ku, ez eva serê 39 salan vî karê berhevkirina zargotin (dîrok û kevneşopiyên ku di hiş û mejuyên endamên civaka Êzdî de mane), lêkolînkirin û nasandina ola Êzdîtiyê dikim. Min heta niha çar pirtûk û gelek gotar li ser vî karê xwe, di gelek kovar, malper û rojnamên Kurdî de weşandin e. Min di hemû berhemên xwe yên ku hatine weşandin de gotiye û ez vêga jî dibêjim, “Ez gelekî xemgînim, ku hêjî piraniya  „akademîkkar“, birêvebirên ol, mal, komel û medyayên me hêjî nebûne hêzeke civakî û netewî. Û piraniya wan hêjî nizanin ku; ”EZDA navekî Xwedê ye û EZDAHÎTÎ jî maka hemû mîtologiyên xwezayî û pirtûkên pîroz e û gelek ji wan hêjî navê Xwedênasîn (Ezdahîtî)ya me li gorîya zanîn û zimanên xerîban şaş didine xwanêkirin…

Ez jî timî li goriya dîtina xwe dibêjim, gava meriv dîroka xwe ya kevn baş nas neke, meriv nikare dîrokeke nû jî rast baş biafirîne. Her çiqas hinek dîrokzane û lêkolînvanên di dinya yê de pir bi navûdengin, di nav lêkolînên xwe yên li ser mirovatî, mîtologî (qewl, duha, beyt, sed û hed), ziman, civak, çande, xak, stêrk, efsane, destan, çîrok û akademînasînê de li ser afirandina dinya yê rawestiya bin jî, tu kesî nikarîbûye-nikare vê kuraya ku di nav baweriya ilmê(zargotina) Êzdî(Ezdahî)tiyê de hatiye gotin û vêga hêjî tê gotin, „di kaînat û dinya yê de Xwedê yek heye. Gava Milyaketan li ber heyiya Xwedê, kaînat û dinya ji bona berjewendiyên giyanderan xemilandine, ewan hingê pêwîstî bi alîkariya tu beṣer an jî pêxemberan tûnebû ye. Xwedê û Milyaket vêga hêjî ne hewceyî alîkariya tu qasid anjî hêza giyanberên ku wan bi xwe ew afirandine. Xwedê û Milyaktan baṣî û nebaṣiya jiyana giyanberan (ne ya mirovan tenê) ji kiryarên wan ra hîṣtine“ ṣîrove bikin. Lewma ez jî dibêjim, xêr û ṣerên mirovan di dilê mirovan de ye. Gava kî ji bo Xwedê be, Xwedê jî ji bo wî/wê ye !. EZDAHÎTÎ maka hemû mîtologiyên xwezayî û pirtûkên pîroz e!.

Li aliyê din, weke ku di nav hinek rûpelên dîroka derbasbuyî û zargotina me de tê xwanê kirin, gava mîtîngehker hatine Kurdistan bi şûrê zorê dagir kirine pêve, êdî ewan bi alîkariya hinek olperest- begên Kurdên paşwerû û şêwirdarên Ewrûpayiyan, tovê bêtifaqî û neyartiyê jî berdane nava civaka Kurdî ya herî qedîm. Lê, XWEDA ṣada ye ku, piraniya bav-kalên me ÊZDIYAN di her wextî û di her cîhî de, li himberî zilm û xezeba mîr, beg, axa û artêṣên dagirkeran li ber xwe dan e, ew teslîmî wan olperestên fanatîk, bêbext, nijadberestên xwînxwar û hovane nebûne. Lewma divê em ŞARİSTANİYA KU ÊZDİYAN Lİ SER ERDNÎGARİYA KURDİSTANÊ DESTPÊKİRYE NASBİKİN Û BİPARÊZİN! …..(berdewam binêren li çavkanî: *1)“

Gelek dîroknasên Kurd, yên birêz dizanin ku di wexta beriya xaçparezî û îslamî bê bikeve nava welatê me, hingê gelek cejn û îdên me Êzdiyan hebûne. Lê mixabin, ji ber zilm û zora dagirkerên welatê me û neheqiya di heftê du fermana de bi serê bav-kalên me de hatine, îro kes ji me hew dikare bitevayî derheqê pîrozkirin, hebûn û yekbûna cejnên me Êzdiyan de agehdariyên temam bide. …….

 

Ji ber ku di Êzdiyatiyê de gelek Xwedan, Xas û Qelenderên dînî hene, ew gelekî bi xof û rahmin û ew gelek îd û rojiyan ji bo Xwedan, Xas, Qelender, Paresgeh, silavgeh, Ziyaret, Cemayî, dawetnebî û whd.ê ku di herêmên wan de hene û pîroz in digrin û cejnên wan pîroz dikin.

Min derheqê wate, rojî û wextên pîrozkirina hinek cejinên me Êzdiyan de weha gotiye û dibêjim: weke ku ez di jiyan û ilmê Ezdahîtiyê de dibînim, em Êzdî hê jî vê ” salnameya ku 13 rojan derengî salnameya mîladî” destpêdike pîrozdikin.

Wate, rojî û wextên pîrozkirina hinek cejinên me Êzdiyan

Nav û wate ya cejnê Weke cejina tevayî anjî ya herêmî ye Wextê cejinê

ji bo her salê Herêma ku ev cejin lê tê pîrozkirin

Îda Belindê

« Tê zanîn rêwresmên vê cejnê vedigerin serdemê hinga ku mirovan çandinî naskiriye.Li gorî çavkaniyên dîrokî Someriyan û Babliyan ev cejin hebû û bi hêviyek mezin pîrozdikirin wate li gorî bîrûbawerên wan ew dendika dexil û danê ku hatî bin axkirin, xwe gorî jiyanek nû dike lewre pêwîstî bi pîrozî rêzlênanek taybet heye, heyanî îro jî li cem Êzidiyan rêwresmên vê cejna bi hezarên sala kevin tên gêran. Berdewam binêrin li (*2.)» Niha tenê li başûrê Kurdistanê tê pîrozkirin. “Ev cejin li dawiya werzê çandinê wate li bin axkirina tovê dexl û danî têgêran.(*2)” Niha tenê li başûrê Kurdistanê tê pîrozkirin.

Batizimî,

Cejina pîrê Alî .

Berdewam bînêren li (*3)

Ya Êzdiyên ji herêma Çêlka(Torê) û Çolî(Qelaçvanî) ye Îna duyemîn ya piştî Îda Êzî destpêdike. Her devera ku Êzdiyên Çêlka(Torî) û Çolî(Qelaçvanî) lê dijîn.

Serê sala kurmancî di nav tevaya Êzdiyan de Hersal di roja 14.01.(salnameya mîladî) de cejine Di nav tevaya Êzdiyan de

Çilê Zivistanê :

Dawiya sir, seqem, cemed û serma zivistanê Berdewam bînêren li.(*4)

Tenê hinek dîndarên Êzdiyan( yên weke Feqîrên Şêx Adî û whd.) vê îdê çêdikin Piştî çil rojiyên çilê zivistanê, yên di dawiya meha çile anjî di destpêka meha sibatê, ya her salê de ye. Her devera ku dînadaran lê rojî girtine de

Xidir Elyas û Xidir Nebî

Weke Xwedanê Miraza (hizkirin, evîn û hêviyê), mirad xwazan, xefûrê rêya, piştevan(hêviy)ên kesên nexweş, hêjar, xîzan, girtî, sembola jiyîna nû(ava hayatê, zemzem e), li her deverê zindî-amade ne pîrozdikin. Berdewam binêrin li (*5) Ne ferze ku hemû Êzdî van sê rojiyên Xidirelyas û Xidirnebî bigrin. Lê, evdê ku van rojiyan digrin, divê heft sala li ser hevûdinê bigrin. Di heftiya meha Sibatê(meha 2 ya salnama kurmancî) ye yekemîn de, di roja dûşembê, sêşembê û pênçşembê rojî bigre û roja înê jî cejna wan çêke. Di nav tevaya Êzdiyan de

Kiloçê serê salê (Çarşemê hesava).

Berdewam binêrin li (*6):

Her devera ku Êzdiyên ji Qafkasiya yê lê dijîn. Çarşema meha sibatê ya ewlîn û li goriya salnama kurmancî. Di nav tevaya Êzdiyên Qafkasiya yê de

Çarşema sor

“Li gorî mîtolojiya Êzdîyatiyê, çend kevneşopên ku roja çarşemê pîroz dikin evin:

Tawisî-Melek hersal carekê di roja çarşema yekemîn ku di keve serê meha nîsana rojhilatî de ji ba Xwedê tê dahirî ser erda Lalişê dibe û ev roj dibe sersala Êzîdiya.

Milyaketan di roja çarşemê de ruh berdaye qalibê Adem.

Roja çarşemê roja cimayî, dawetnebî û hemû cejnên pîroze.

Roja çarşemê roja şûştin û gera cin, perî û milyaketa ye.

Em Êzîdî hêjî bi taybetî hemû rojên çarşemên di meha nîsanê de dikine cemayî û dawetnebî.

Em Êzîdî hêjî di tevaya meha nîsanê de tû dawetan çênakin û di hemû rojên çarşemen salê de jî tûcarî mahrê nabirin.

Roja çarşemê roja betlana Êzîdiyan ne

Ûwd.

Çarşema Sêre Nîsanê

Şixadî Şêxalê Şemsa xweste dîwanê

Da qayîm bikin dîn û îmanê

Ev e îda Kurdistanê.“ Berdewam binêrin li (*7) Ya tevaya Êzdiyan e. Li goriya hesabê salnama kurmancî , Çarşema ewlîn bikeve meha nîsanê Di nav tevaya Êzdiyan de

Basinbar

Ev ji hiriya miyan tayikekî bi teşiyê dirêsin. Dûre benikê xwe bi her sêh rengên pîroz di rengînin û ji vî benikî re dibêjin basinbar. Merivên Êzdî vî benikê basinbar bi qevda destê xwe ve girêdidin û hêvîdikin ku nezer, nexweşî, bela û kêmasiyên sala nû neyê ne serê wan. Wekî din jî benikê basinbar, li ba me Êzdîan symbola bereketa demsala biharê, zad , pez, dewar û hemû zêdebûnê ye. Lewma, hêjî gelek Êzdî di roja heftê nîsanê de basinbar bi hemû dewar û pezên xwe vedikin. Hinek jê jî basinbar bi serê darikê ku pelora Xidir Elyas û Xidir Nebî pê li hevûdinê xistine vedikin û dibin di nava hemû zad û çandiniyên xwe de diçikînin.

“Rengên li ba Êzdîyan pîroz kesk, sor, zer û sipî ku rengên all û tabîat(xwezay)a Kurdîstanê ne. Berdewam binêrin li (*8) Di nav piraniya Êzdiyan de. Em Kurdên Êzdî ji berê ve, basinbar timî roja îna ku dikeve piştî sersala kurmancî, di roja heftê meha nîsana Kurdî û niha jî gelek jê di roja cejina Çarşema sor de û di meha nîsanê deçêdikin.. Di nav tevaya Êzdiyan de

Tuwafên Welatşêx

Cejina Memê Şivan

Di zargotina me de tê gotin, “Berê li herêma Xaltiyan de gelek navê xwedanê Memê Şivan hebuye, lê mixabin em niha nikarin zêde agehdariyan li ser wate û vê ocaxê bibêjin.” Li hinek herêmên Xaltiyan de, li goriya salnama kurmancî, hersal roja îna ku dikeve dawiya meha Gulanê de dawetnebiya vê cejinê çedikir. ?

Çilê Havînê

Dawiya rojên germ û dirêj.

Berdewam binêrin li (*4) Tenê hinek dîndarên Êzdiyan(yên weke Feqîrên Şêx Adî û whd.) vê îdê çêdikin Di nav meha tîrmehê ya her salê de destpêdike.

Her devera ku dînadar Êzdiyan lê rojî girtine de

Bîranîna Cangoriyên Êzdiyan

Di Kronolojiya dîroka hinek ferman û tevkujiyên ku berê li Şengalê pêk hatine de jî têxwanê kirin ku, tevaya tûnekirin, zilm û zora ku desthilatdar, dagirker û olperestên di nav û derveyî Êzdîxanê de bi serê bav-kalên me Êzdiyan ve anîne û wan misiyonerên ku bi malê dinya yê pêşiyên me Êzdiyan xapandine. Berdewam binêrin li (*9). Divê di nav hemû Êzdiyan de bê pîrozkirin. Di nav meha Tebaxê ya her salê de ye.

Her devera ku mal û komelê Êzdiyan lê dijîn

Cimaî ya Şerfedîn

“Qewlê Şerfedîn

Ciwabê bidne Kurdistanê

Bila qayîmken Îmanê

Şerfedîn mîre li dîwanê

….

Di berdewama vî Qewlî de diyar dibe, mîr Şerfedîn çawa daxwaz û du`aya ji Siltan Êzdî(yanî Xwedê) dike ku bo Êzîdiya bibe mehdî.” Berdewam binêri li (*10)

Ev cejina li ba Ezidiyên ku xwedanê wan Şerfedîn e têye pîroz kirin. Êzdî di vê rojê de li ser ziyareta Şerfedîn nêzikî hevdibin, dua dikin, xwarin û vexwarin bi hevre dixwin û vedixwin. Xêra miriyan ji aliyê malbatan têye belav kirin.

Li nav Êzîdiyên Xaltiya de, Ziyareta Mezela Kekê (jire digotin Ziyareta Şerfedîn), di nav aqarê wîlayeta Sêêrtê de li gundê Êrenzê ye. Di wexteyekî de piraniya bineciyên vî gundî tevdek pêşîmam bûne. Berdewam di ” . Berdewam binêrin li (*11). Li devera Ezidiyên ku xwedanê wan Şerfedîn e têye pîroz kirin Di nav meha tebaxê ya her salê de ye.

Li devera Ezidiyên ku xwedanê wan Şerfedîn e têye pîroz kirin

Cejna Qurbanê

“Zargotinên me Êzdiyan dibêjin, wexta bedena meriv di nava axê de hate veşartin û şûnde jî ruhê meriv namire. Wexta ruh ji bedenê derdikeve û nikarîbe derbasî axretê bive, ew cardinê vedigere ser ruyê vê dinyayê û di nava qalib(şiklek)ekî dinê de dijî. Ji bo ruhê miriyên meriv li ser ruyê vê dinyayê zû paqij bive û biçe li axretê heta ebedî sax bimîne, divê meriv hergav li gorî mecalên xwe zad (hemû şiklên xwarin û vexwarinan) û qurbanan (weke ser jêkirina ga, golik, gamêş, beran, berx, nêrî, karik, -elok, qaz, ordek û whd.) ji bo xêra(şîv û taştiya) miriyên xwe bide…” Berdewam binêrin li (*12).

“-Êzdî qurbanê ji pez, dewar û teyredeyên nêr didin. Nabe çêlek, mirîşk an mî bikin qurban. Ango, gerekê nêr be, wek ga, beran û dîk…” Birêz Têmûrê Xelîl. Ya tevaya Êzdiyan e. Hesabkirina bapîran a berê hatiye ji bîrkirin, lê niha hinek Êzdî dibêjin,” 50 roj piştî cejina Ramazanê dikin Îd.?” Her devera ku mal û komelê Êzdiyan lê dijîn

Cimaî ya Şêx Adî

“Koçek Merwan li ser Cimaya Şêxadî

dibêje, “gava Şêx Adî qedim(kiras)guhastiye, hingê Êzdî ji hemû heremên Êzdîxanê hatine geliyê Lalişê û hevûdinê li cem merasîmên kirasguhastina Şêx Adî dîtine. Lewma ev peyva cema ji gotina cem hatiye,

piraniya merasîm, rê û rismên di cemaya Şêx Adî de ku li Geliyê LALIŞÊ têne meşandin, bi kirasguhastina Şêx Adî ve girêdayî ne.” Berdewam binêrin li (*13 û Tenê li başûrê Kurdistanê tê pîrozkirin “Her sal roja şeşî çirya êkê(06.10…) li mêjûwa zayînê de destpêdike…

Berdewam binêrin li çavkanî *10 rûpel: 46:-57” Tenê li başûrê Kurdistanê

Îd û rojiyên Şêşims

Êzdî dibêjine rojê Şêşims-Şems û gelek duhan ji bo rojê dikin. Wate û pîroziya Şêşims di hemû duhayên Êzdiyan de tê diyarkirin. Mînak:

Çend sebeqe ji Beyta Subê

Hê hê ji wê hiltêtin roje,

Şêxê Nurî bişkoje,

Destê Şêşim selat û doje..

Ji wê ku roj hilate,

Ji berî mang der hate,

Şêşim zeynan di bû welate.

Ji wê hilêtin tave

Şêxô Nûri Zer bave

Sûnet kir bu tebabe

……..

Çend sebeqe ji Beyta Şêşims

Wê kim, ro hiltê ye

Menga zere pê ye

Şêşims dîvanbegê Xwedê ye

Wêkim ro hilat e

Mizgîne welat e

Destê Şêşims daye pira doje selat e

Wê kim, hiltê şems e

Me wê nedîye tu kes e

Weke bave, weke pise

Sunetxane nav dikrê Şêşims xalis e

Ro hatîye érşa jûr e

Şêşimsî xefûr e

Nûr nedera Şêşims daye masîyê behrên kûr e

Ro çûye érşa teng e

Şêşimsî pereng e

Mêra wê danî oxilme ceng e”

Berdewam binêrin li (*4 rûpel:52.72) Ev bi piranî di nav herêmên ku Êzdiyên Xaltiyan lê dijîn de tê pîrozkirin. Pêwîste meriv van her sê rojiyan dû hefte berî roja îna ku yekemîn dikeve meha kanûn(bi hesabê kurmancî meha 12 ye)ê, di roja sêşem, çarşem û pênçşemê de bigre û di roja înê de jî îd(cejin)a Şêşims çêbike. Berdewam binêrin li (*4). Hersal li hemû herêmên ku Êzdiyên Xaltiyan lê dijîn de.

Îd û rojiyên Xwidan

Li gorî kevneşopên me her evdên Êzdî be, Xwedanekî wan heye. Berdewam binêrin li (*4). Ev bi piranî di nav herêmên ku Êzdiyên Xaltiyan lê dijîn de tê pîrozkirin Pêwîste meriv van her sê rojiyan, hefte yek berî roja îna ku yekemîn dikeve meha kanûn(12)ê de, di roja sêşem, çarşem û pênçşemê de bigre û di roja înê de jî îd(cejin)a Xwedanê xwe çêbike. Berdewam binêrin li (*4).

Divê her evdekî Êzdî be ji bo Xwedanê xwe

Bigren. Niha hêjî li hemû herêmên ku Êzdiyên Xaltî dijîn tê pîrozkirin.

Berdewam binêrin li (*4).

Îd û rojiyên Êzî

Di zargotinê me de xwanê dibe ku ev rojî ji bo afirandina dinya yê jî tê ne girtin û dibe Îda afirandina dinyaye.

Girîngaya navê Êzî di van gelek sebeqên Qewlên Êzdiyatiyê de hatiye diyarkirin:

Çend mînak :

„Xwedawendê me gemî ajot

Ji kinar ço ber kinar e

Ajote Lalişe got.”heq war e”

Siltan Êzî xweşrêber e

Lalişkurkî beşer e

Niha êzdî jê xeber e…

Siltan Êzî bi xwe Pedşa ye,

Hezar û yek nav li xwe dana ye,

Navê mezin her Xweda ye….

“Padşê min bi hezar û yek nav e

Ev dinya li ba wî seat û gav e

Ew dizane li behra çend keşkûl av e

Li besta çend kevir dinav e

Pedşê min surr li sema

Berî ne lewh hebû, ne qeleme

Ya Siltan Êzî, li ba te ew se’ete ew deme.

Ewî Hewa kir e bûk

Adem kir e zav e

Çendî panîye çendî pesar e çendî berî ye çendî behr e

Hemû li ser kefa Siltan Êzî ye “

Riya siltan Êzî bihevîn e

Xasa pê hatî bawer û eqîn e

Mîro muhbeta Xwedê gelek şirîn e “ Berdewam binêrin li (*4).

 

Ya tevaya Êzdiyan e. Pêwîste meriv van her sê rojiyan, di heftiya meha kanûn(12)ê ye yekemîn de, di roja sêşem, çarşem û pênçşemê de bigre û di roja înê de jî îd(cejin)a Êzî çêbike Li ser hemû evdên Êzdî ferze ku van her sê rojiyên Êzî bigrin.

Wekî din jî, di şûnwarên me Êzdiyan de xwanê dibe ku, me Êzdiyan berê ji wan dever(cîh)ên ku Milyaket û Xwedanan xwe şanî qenc, Xas û Qelenderan kiriye û ewan lê sur û keremet girtine yanjî lê kiras guhartine re gotiye: „Silavgeh, Ziyaret, Nîşangeh, Qub, Parêzgeh, Zêw, Mal, Gor, Mezel û whd.

Ev cîhên Silavgeh, Ziyaret, Qub, Parêzgeh, Zêw, Mal, Gor, Mezel û whd. li ba me Êzdiyan gelekî pîrozbun. Me Êzdiyan ji ber baweriya xwe, hemû tiştên xweza (ax, av, dar, kevir, agir û whd.)ku li wan cîhên pîroz hebu diparast û ji bo roj ji tengasî û tariyên zivistanê zu derkeve û dinya ji me hemû ruhilberan re xweş bive, em bangî hemû Xwedanên (Tawisî-Melek, Şêx Adî, Şêşims, Êzî û whd.) xwe dikin. Her weja ji destpêka meha kanûnê şûnde de gelek rojiyan ji bona wan digrin û cejnên wan pîroz dikin. Her wusa, gava roj ji tengasî û tariyan xelas dibe jî, em dîsa gelek rojiyan ji bo Xwedanên xwe digrin û cejnên wan pîroz dikin.

Ezê gelekî dilşad bim , eger ku min karîbû bi van agahdarî û berhevkirinên xwe jî, hinekî alîkarî dabe we nivîskar, dîrokzane û hemû çalakvanên Kurd e rêzdar, yên ku li ser pêşxistin, parastin, ragihandin, nasandin û tomarkirina dîroka “Kurdên Resen”-Êzdîtiyê lêkolîndikin!

Her wisa, gava ku hinek ji we hêjayan bikaribin kêmasiyên hene tamambikin, şaşîtiyan bi min û raya giştî re parvebikin, ezê hîn zêdetir dilxweşbivim!

“Emî kêmin, yê tamam Xwedê ye”!

Kemal Tolan – Berhevkarê Kevneşop û Zargotina Êzdîtiyê

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *