HÎŞAR AĞAOĞLU

HÎŞAR AĞAOĞLU

Bi şehîdbûna Hîşar, xelkê Çewligê lawekî xwe yê welatperwer û mêrxas, merivekî xwe yê delal û hêja, her weha me jî hevalekî xwe yê delal, fedakar û qedirşînas wenda kir. Ev sitrana hanê Hîşar û hemû hevalên kurdperwer, mêrxas û cengawerên vî bajarê me yê Çewligê, tîne bîra me:

Bîngol şewtî mijdûman e

Megrî dayê megrî dayê!

Li gora ku ez dizanim Hîşar Ağaoğlu ji Kuparê ye. Kupar gundekî nêzikê Dara Hênê ye.

Min Hîşarê rehmetî li ku û çawa naskir?

Bêguman hinek tişt nayên bîra meriv. Dibe ku hinek tişt jî xelet bêne bîra meriv. Ji ber ku rojên berê ne, eger xeletî hebe jî, ne bi zanatî ye, ev wê xeletîyên min bin û ez van xeletîyên ku hebin ji pêşî ve qebûl dikim.

Ya dawîya 1973an bû yan jî destpêka 1974an bû ez ji Xarpêtê çûbûm Çewligê. Min wê salê Hîşar Ağaoğlu li Çewligê nas kir. Hîşar wê gavê diçû lîseyê. Lê nayê bîra min ku ew diçû sinifa çendan.

Hîşar Ağaoğlu  (1955 – 27-12-1997)

Hevnasîna me ji têkilîya me ya sîyasî tê. Ez pirêcaran diçûm Çewligê. Bi çûyîn û hatina xwe re min di Çewligê de gelek merivên welatperwer nas kirin. Bêyî Hîşar hinek hevalên din yên ku me di wê demê de hev nas kirin û şehîd ketine, ev bûn:

Cîhat Elçî (19.10 1977 de li Çewligê şehîd ket)

Îdrîs Ekincî (17.01.1978 de li Çewligê şehîd ket)

Siddik Bîlgîn (31.07 1985 de li gundê xwe de leşkerên tirkan wî şehîd kirin)

Hatip Demiralp (15.03.1993 de ji nexweşîya penceşêrê çû ser dilovanîya xwe)

Ahmet Aytimur (…de şehîd ket)

Bêguman hevalên din jî hene ku di wê demê de me hev nas kirine û dijîn, ez naxwazim bêyî destûra wan navên wan li vir bînim ziman.

Wê demê van hevalan wek grûbek welatperwer, demokrat û çep tevdigerîyan. Tevî Hîşar, rehmetîyê Cîhat, Xetîb û gelek hevalên dinê di navbera xwe de wek grûbek sîyasî, ji bo jinûve avakirina PDKT (Partîya Demokrata Kurdistana Tirkîyê) hatibûn cem hev. Bi tirkî navê vê partîyê TKDP (Türkiye Kürdistan Demokrat Partisi) ye. PDKT li ser xeta Seîd Elçî ji nû ve dest bi xebata xwe kiribû.

Piştî cûntaya leşkerî ya faşîst ku di 12ê adara 1971ê de hatibû ser desthilatê û piştî şehîdbûyîna Sekreterê Giştî yê PDKT Seîd Elçî, PDKT, li navçeyên Xarpêt û Çewligê ji nû ve dest bi xebata xwe ya sîyasî ya veşartî kiribû. Kordînasyon di navbera grûba Xarpêt û Çewligê de hebû. Ji ber vê jî em gelek caran diçûn û dihatin. Piştî derbeya 1971ê di Çewligê de berya hemû sîyasetan PDKT dest bi xebata sîyasî kiribû. Li gora rewşa wê demê li Çewligê grûbek gelek baş çêbûbû û xebatek gelek xweş jî dikir. Di nava vê grûbê de xwendevan, memûr, esnaf, gundî û ji xelkê Çewligê gelek kesan cîh girtibûn. Hevalên gelek hêja di nav vê grûbê de hebûn. Lê çi heyf ku me ji wan merivan gelek kes wenda kirin. Hevalê delal û merivê hêja rehmetî Hîşar Ağaoğlu jî yek ji wan hevalan e.

Di wê demê de, ez dibêjim qey havîn yan jî payiza 1974an de, li Çewligê BİN-GENÇ-DER (Bingöl Gençliği Kültür ve Dayanışma Derneği/ Komela Ciwananên Çewligê ya Çand û Piştgirîyê) hat ava kirin. Hîşar yek ji damezrênerên vê komeleyê bû. Heta bû sekreterê vê komeleyê. Serokê komeleyê yê pêşî hevalê xebatkar û hêja (…) bû. Piştî wî hevalê hêja (….) bû serokê komeleyê. BİN-GENÇ-DER di dîroka Çewlîgê de komeleya pêşîn ya demokratîk û eşkere ye ku hatiye avakirin.  Li derveyî BİN-GENÇ-DER ê li Çewligê TÖB-DER vebûbû. Ji xwe weke ku min li jor jî got, di Çewligê de hêna grûbên sîyasî yên din çênebûbûn, yan jî ji grûbên sîyasîyên din yeke yek merivên nû derdiketin. BİN-GENÇ-DER, di bingehê xwe de ji alîyê vê grûba veşartî ya nû ya PDKT ve hatibû avakirin û ji alîyê wê ve dihate bi rê ve birin. Bêguman ji derveyî vê grûbê jî merivên welatperwerên hêja tê de hebûn, lê bingehê vê komeleyê vê grûbê danî.

Hîşar him di nav grûba PDKT de û him jî di nav sazkirina BİN-GENÇ-DERê de pir çalak bû. Hîşar û hevalên xwe li ser xeta Seîd Elçî ji alîyekî ve di nav ciwanan, esnafan, xwendevanan û gundîyên Çewligê de xebatên sîyasî dikirin, ji alîyê din ve jî di nav BİN-GENÇ-DERê de xebatên demokratîk, çandî û folklorîk dikirin. Li gora ku ez dizanim di komeleyê de çend semîner li ser ziman û çanda kurdî hatin çêkirin û gelek xebatên hêja dihat kirin.

Gelek kes dihat û diçûn komeleyê. Ji ber vê jî komele zû ket ber çavên dewletê. Asayişa Çewligê dixwest komeleyê bigirin, li behaneyekê digerîyan. Paşê polîsan avêt ser komeleyê (operasyon çêkirin) û komele girtin. Dema ku polîs davêjin ser komeleyê, di hundur de pirtûkek bi kurmancî û belavokekê dibînin. Vana kirin sedema girtina komeleyê. Di eslê xwe de ev komployek bû. Ji bona ku komele û hevalên din zirarê nebînin, Hîşar van ev belavok û pirtûk girtin ser xwe û weha got: ”ev tiştên min in”. Hîşar li ser van tiştan hat darizandin. Baş nayê bîra min, ez dibêjim qey 7-8 meh ceza girt. Wî di zîndana Elmadağê de ku qezayek Ankarayê ye, cezayê xwe kişand. Di wê demê de Hîşar li Ankarayê di unîversîteyê de dixwend. Dema ez diçûm Ankarayê, ez bi xwe du carî tevî hevalên li Ankarayê çûm zîndanê serdana rehmetî. Hîşar çawa ku li Çewligê dihat heskirin û hurmetgirtin weha li hepisxaneyê jî dihat heskirin û hurmetgirtin.

Xebata ku Cîhat, Îdrîs, Siddiq, Hîşar, Xetîp, Ahmet û hevalên din ku di bin navê PDKT û BİN-GENÇ-DERê de dikirin li Çewligê bandorek pir mezin çêkiribû. Ji ber vê jî şehîdkirina van hevalan ne tesaduf bû. Yeke yek ji alîyê faşîstan û merivên dewletê ve dihatin destnîşankirin û li gor pîlan û bernameyekê ve dihatin şehîd kirin.

Pevçûnên di nav refên rastgir û çepgiran nû dest pê kiribû. Di dibistana Mamosteyan de (Bingöl Öğretmen Okulu) çend kadroyên faşîstan wargeh ava kiribûn û ji faşîstên Xarpêtê jî alîkarîya agahdarî û lojîstîk digirtin. Heta meriv dikare bêje ku bûyerên ku li Çewligê çêdibûn, bi pîlan û bernameya agahdarî û alîkarîya faşîstên Xarpêtê ve pêk dihatin. MHP bi alîkarîya Îstîxbarata Çewligê xwe bi rêxistin dikir. Dewletê û faşîstên sivîl (MHP) Çewligê wek ”deverek destpêk” (pilot bölge) hilbijartibûn. Ji ber vê jî li Çewligê gelê me gelek lawên xwe yên hêja yên weke Cîhat, Îdrîs, Siddiq û Hîşar gelek şehîd dan.

Cîhat Elçî       Hatîp Demîralp  Hîşar Ağaoğlu

Di wê demê de, xebata sîyasî îllegal yanê veşartî bû. Merivan gelek tiştên ku bi partîyê ve têkildar û rêxistinî bûn ji hevûdû nedipirsîn. Eger ez xelet nebim ev hersê heval jî (Cîhat, Xetîp, Hîşar) di Komîteya Mehelî ya PDKTyê ya Çewligê de dixebitîn. Ji ber ku di wê demê de, ez di grûba Xarpêtê de dixebitîm. Dema ez çend caran çûm Çewligê Cîhat, Xetîp, Hîşar û çend hevalên din dihatin û me hevûdu didîtin. Ev herdû şehîd ketin û Xetîp jî ji ber nexweşîyê çû ser dilovanîya xwe (15.03.1993). Van hersê hevalan ji hev gelekî hes dikirin, tim bi hev re bûn. Meriv rastîyê bêje hemû hevalan ji hev pir hes dikirin, ji ber ku di wê demê de hevaltî ji dil bû; bîr û bawerî, qedir û qîmet û bext hebû. Lê  bi taybetî van hevalan û çend hevalên din ji hevûdû pir hes dikirin.

Xwezî bi hevaltîya wê demê!

Lêbelê, di wê demê de, di sîyasetê de îdeolojî, armanc û prensîb pir girîng bûn. Merivan di sîyasetê de li ser van bingehan tevdigerîyan. Prensîb berya hevaltîyê dihatin. Dema ku di nav PDKTê de dubendîya îdeolojîk û polîtîk çêbû, Hîşar di nav refên radîkal yên çepgir de cîhê xwe girt. Van hevalên ku ji birayan jî wêdetir ji hev hes dikirin, ji ber sîyasetê ji hevdû dûr ketin.

Weka ku tê zanîn, di PDKTê de ji sala 1973an heta 1977an du xet hebûn: Xeta kewn û xeta nû. Xeta nû xetek çep û radîkal bû. Van kesên ku xeta nû girtibûn rexne li bername û destûra partîyê (PDKT) dikirin, di îdeolojî û hedefan de lênêrînên nû dianîn. Cîhat Elçî, Îdrîs Ekincî, Hîşar Ağaoğlu, Ahmet Aytîmûr û hevalên wan ku ji piranîya endaman pêk dihatin xeta nû parastin. Di Kongreya PDKTê ya 1977an de xeta kewn û xeta nû li hev nekirin û piranî ket destên xeta nû, piştî Kongreyê partî bû dubeş. Li Çewligê Hîşar û piranîya hevalan di nav xeta çep de cîhê xwe girtin. Vê xetê piştî wê demê bi navê PDKT/KUK û paşê jî wek KUK xebata xwe domand. Hîşar jî xebata xwe ya sîyasî di nav KUKê (Kürdistan Ulusal Kurtuluşçuları) de, yanê RNK (Rizgarvanên Neteweyîyên Kurdistanê) de domand.

Hîşar di 1976an de ZTRN – Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn beşê Zanistî û Rêvebiriya Aborî (ODTU – İdari ve Mali Bilimler Bölümü) qezenc kir. Hîşar, li Ankarayê jî di nav RNK (KUK)ê de bi çalakî dixebitî.  Demekê di Komîteya Mehelî ya Ankarayê de jî cîh girtibû.

Ez di 1981 de ji welêt derketim. Piştî sala 1981ê têkilîyên min yên rasterast bi Hîşarê gorbihişt re neman. Lê min tim pirsa Hîşar ji hevalan dikir. Ez bawer dikim ku hevalên Çewligê li ser jiyana salên dawî yên Hîşar dikarin agadarîyên baştir bidin.

Min şehîdkirina Hîşar ji rojnameyan xwend. Dinya li ber çavên min tarî bû, ez gelek qehirîm, gelek xemgîn bûm, ez rûniştm û min di hundurê xwe de ev stran got:

Bîngol (Çewlîg) veyşo mijdûman o

Meberm dayê, meberm dayê

(Bîngol şewtî mijdûman e

Megrî dayê, megrî dayê!)

Heta ku ez ji welêt derketim jî hevaltîya me ya sîyasî û şexsî dom dikir. Hîşar, him di hevaltîya xwe ya şexsî de û him di hevaltîya xwe ya sîyasî de bêhempa bû. Ew kesek qedirşînas, qîmetzane, mutewazî, hurmetkar bû. Ji ber vê jî di nav hevalên xwe û di nav xelkê de wî jî qîmet û hurmet didît. Bûye wek kevneşopîyek: piştî ku meriv dimire taybetmenîyên meriv yên baş tên gotin. Lê Hîşar ji derveyî vê ye. Dema Hîşar li jiyanê bû jî gelekan pesnên wî didan û jê dihat heskirin. Wî, ev yeka heq kiribû. Ew hevalekî bi rastî fedakar, durust, dilşewat û bibext bû. Ji alîyê malbatê ve halxweş bû, lê meriv qet pê dernedixist. Wî qet xwe ji kesî mezintir nedidît. Ew samîmî bû û ji kesan bawer dikir. Dibe ku di şehîdbûna wî de para vê yekê jî hebe.

Mehmet Selîm Uzun

  • Ev nivîs, berê di rojnameya Peyama Kurd de, bi Zazakî û bi îmzeya Selîm Mûradhatîye çapkirin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *