Îran, ji bona sedema esasî ya serhildana sivîl veşêrîne, Başûrê Kurdistanê bombebaran dike…

Îbrahîm GUÇLU 

Jîna Emînî, jineke Kurd e û li Rojhelata Kurdistanê li bajarê Saqizê jiyana xwe didomand. Bajarê Saqizê bajarekeî dîrokî ye. Di sala 1979-an de dema Tevgera Neteweyî ya Rojhelata Kurdistanê li hemberî Dewleta Totalîter û Faşîst ya Îranê dest bi şerê çekdarî kir û li ber xwe da û Kurdistan parastin ku desthilatdariya Kurdan ya li Rojhelata Kurdistanê berdewam bike û têk neçe, bû navçeyeke serhildana milî. Jîna Emînî dema li Saqizê ew serhildana qewimî bû, ew nehatibû dinyayê. Lê bavê wê, kalikê wê, mam û xalên wê û dê û xaltiyên wê di nav serhildanê de bû. 

Tê pirsîn ku jineke Kurd ne xwediyê karîzmayekê û keseke siyasî jî nîne, çima kuştin û şehîdbûna wê li Rojhelatê Kurdistanê û li İranê bû sedema serhildaneke xurt û fireh ku li 80 bajar û navçeyên İranê gel rabû ser piya, ji desthilatdarên Îranê hesap pirsîn? 

Sedema wê ew e ku Jîna Emînî, jineke kurd bû, li İranê jî mixalefeta xurt ya li hemberî dewleta Îranê, Tevgera Rizgarîxwaz ya Kurdistanê û kurd in. Kurd ji bona ku neteweyekî bindest, ji hemû mafên xwe yên milî bêpar e û Kurdistan welatekî îşgalkirî û kolonî ye, li Kurdistanê bûyereke biçûk dibe Sedem ku gel li hemberî Dewleta Îranê rabe ser piya û mixalefet bike û hesab bipirse. 

Li ser neteweya Kurd zulm û zordariya dewletê ji sala 1946-an vir ve, piştî ku Komara Mahabadê ya Kurdistanê hat rûxandin, serokkomarê Kurdistanê û berpirsiyarên dewleta Kurd hatin îdam kirin zulm û zordarîyeke gele qirêj û barbar û hov dom dike. Lê di hemandem de li ser neteweyên din yên li Îranê dijîn jî, li ser Azeriyan, Beluciyan, Ereban û Farisan jî zulm û zordariya dewletê heye. Loma jî bes kurdan piştî kuştin û şehîdbûna Jîna Emînî xwepêşandan nekirin û di hemandem de hemwelatiyên neteweyên din jî beşdarî xwepêşandanan bûn û xwepêşandan rêxistin kirin. 

Mirov dikare bibêje ku İran, zîndana neteweyan e. Li neteweyan zulmeke mezin dibe û mafên wan nayên nas kirin. 

Li İranê feqîriyeke mezin heye. Gelên Îranê di nav dewlemendiyê de feqirî dijîn. Bes elîta desthilatdar xwediyê derfetên mezin in û jiyaneke xweş derbas dikin. Loma jî feqîr li hemberî desthilatdariya Dewleta Îranê dijmin in.  Dixwazin ku ev elîta û dewlet bê guhertin. 

Dewlet totalîter, faşîst, nîjadperest e. Loma jî maf û azadiyên neteweyan û hemwelatiyan xesip kiriye. Dewlet bi her awayî midaxeleyî jiyana însana dike. Li ser însanan çil û bergan ferz dike û nahêle ku jin serê xwe vekin. Hezar mixabin ji bona kuştina Jîna Emînî ev bû sedem. 

Li İranê demokrasî tune ye, faşîzm û totalîterîzm heye. Loma jî neteweyên İranê û hemwelatî bi azadî nikarin li hemberî desthilatdariyê mixalefet bikin. Ji bona guhertina desthilatdarî xebat bikin û pêşniyaran pêşkêş bikin. 

Li İranê azadiya fikir û xweîfadekirinê tune ye. Loma jî di kovar û rojnameyan û telewîzyonan û konferans û panel û semîneran de hemwelatî nikarin fikrên xwe bînin ser zimên, desthilatdariyê nikarin rêxne bikin, pêşniyar û projeyên xwe pêşkêşî raya giştî û civatê bikin. 

Dewleta Îranê û desthilatdarî li dinyayê dijminê her dewletekê ye. Li hemberî her dewletekê terorê bi kar tîne. Rêxistinên terorîst re alîkar dibe. Dixwaze di nav dewletan de tevlîhevî û kaosê çê bike. 

Dewleta Îranê siyaseteke emperyal û kolonyalîst dimeşîne, loma jî li Lubnanê, Yemenê, li Sûriyeyê desthilatdarî dike. 

Li Iraqê û li Dewleta Federe ya Kurdistanê dixwaze bi giştî bibe desthilatdar. Loma jî ji PKK, Haşdî şabî û rêxistinên din yên terorîst re piştgirî dike. 

Desthilatdariya İranê van rastiyan nabîne. Nabîne ku ev sedeman, li İranê ji serhildan û xwepêşandanan re rê vedike. 

Ji bona guhertina van sedeman xebat nake, sedeman li derve digere. Dibêja ku Emerîka û Ewrûpa û Îsraîl û beşek dewletên din li Îranê tevlihevî û kaosê çê dikin. 

Di serhildana da sedeman ji holê ranake, rêxistinên Rojhelata Kurdistanê û rêxistinên neteweyên din û siyasî tewanbar dike. 

Ji bona ku PDK a Îranê û Komaleyê di serhildana de berpirs dibîne. Li Başûrê Kurdistanê cîwarên siwîlên hemwelatiyên Rojhelata Kurdistanê bombebaran dike. 

Berpirsê Navenda Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Kawe Behramî ji K24ê re got, Supaya Pasdarên Îranê ji şeva borî û heta îro danê sibê, navçeyên Seqer û Berbizîn li devera Biradost topbaran kirin.

Kawe Behramî aşkere kiriye ji bilî ku ziyanên gihîştine sirûşta deverê, ti ziyanên canî negihîşt hêzên wan.

Hevdem jî Fermandarê Hêzên Helgurd ên Komelaya Zehmetkêşan a Kurdistanê Emced Husên Penahî ji K24ê re got, di encama topbarana Îranê li ser devera Biradost, 3 Pêşmergeyên wan birîndar bûne.

Ev yek di demekê de ye, Fermandarê Hêzên Zemînî yên Supaya Pasdarên Îranê Mihemed Pakpûr ragihand, wan “bi 73 mûşekên Ballistic û bi dehan dronên bombekirî, baregehên partiyên dijberê Îranê li nava xaka Iraqê kirine armanc.” 

Meclîsa Kurdistanê bombebarankirina Dewleta İranê li Dewleta Federe ya Kurdistanê şermazar kirin. 

Meclîsa Dewleta Federe ya Kurdistanê, derbarê êrişên Komara Îslamî ya Îranê bo ser çeperên kurdan li Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyekê de êrişên Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî şermezar kir. 

Parlementoya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên Pasdarên Îranê duh çend navçeyên parêzgeha Hewlêr û Silêmaniyê bombebaran kirin û got: “Di encama êriş û bombebaranên nerewa yên Komara Îslamî ya Îranê de hejmarek welatiyên sivîl şehîd bûne û hinek jî birîndar bûne. Iran. 

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em li ser navê Parlamentoya Kurdistanê bi tundî van êrîşan şermezar dikin û di wê baweriyê de ne ku bi ti behaneyê bi tundî, mûşek, êrişên serbazî û bombebaranê nayên kirin.” 

Meclîsa Kurdistanê daxwaz ji hikûmeta federal û civaka navdewletî kir ku rê li van êrîş û binpêkirinên li ser xak û serweriya Iraq û Dewleta Federe ya Kurdistanê bigirin.  

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em careke din di dema şermezarkirina êrîşên pasdaran de, sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin.’’

Gelek aşkere ye ku desthilatdariya Dewleta Îranê ji bona sedemên esasî yên serhildanê veşerîne PDK a Îranê Komalkeyê û rêxistinên din yên Kurdistanê sedem û berpirs dibine. Loma jî li Başûrê Kurdistanê, hemwelatiyên Rojhelata Kurdistanê bombebaran dike. 

Divê ku Neteweyên Yekgirtî (NY), van êrÎşan bidin rawestandin. 

Diyarbekîr, 30. 09. 2022

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *