Umêd Xoşnaw ji bo Şêwirmendên Fermandeya Artêşa Almanyayê: Asmanê Kurdistanê biparêzin

Parêzgerê Hewlêrê û Şêwirmendên Fermandeya Artêşa Almanyayê danûstandinan li ser bingeh û cihên serbazî yên hêzên Hevpeymanan û Pêşmergeyan dikin, herwesa Parêzgerê Hewlêrê daxwaz dike ku Hevpeyman asmanê Herêma Kurdistanê biparêzin.

Parêzgerê Hewlêrê îro (Duşem, 8ê Çileya 2024ê) di ragehandinekê de eşkere kir, Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û Şêwirmendên Fermandeya Artêşa Almanyayê li Herêma Kurdistanê Luisa Roemer û Max civiyan.

Li dû wê ragehandinê, Parêzgerê Hewlêrê di wê civînê de spasiya Almanyayê kir ku di şerê dijî DAIŞê de arîkarî û piştevaniya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kiriye, zêdebarî rahênanên wan ên berdewam. Di eynî demê de piştevaniya Parêzgeha Hewlêrê ji bo biserxistina erk û karên Şêwirmendên Fermandeya Artêşa Almanyayê tekez kir.

Parêzgeha Hewlêrê ragehand, Umêd Xoşnaw bi Şêwirmendên Artêşa Almanyayê re behsa giringiya arîkarî û hemahengiyên dualî kir, pêxemetî parastina aramî û seqamgiriya deverê.

Ev di demekê de ye ku komên neqanûnî êrîşî bingeh û hêzên Hevpeymanan û Pêşmergeyan dikin, lewma Parêzgerê Hewlêrê daxwaz kir ku Hevpeyman asmanê Herêma Kurdistanê biparêzin.

Wê ragehandinê amaje daye, Şêwirmendên Artêşa Almanyayê piştevanî û arîkariya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê tekez kir.

Li dû itîrafên koman û artêşa Amerîkayê, ji 17ê Cotmeha 2023ê heta niha, zêdetirî 150 caran ji aliyê komên çekdar ên Îraqê ve êrîşî bingeh û armancên diyarkirî yên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê hatiye kirin, ku Hikûmeta Federalî di çend daxuyaniyên fermî de tekez li ser helwesta Waşintonê kiriye ku li ser daxwaza Bexdayê li Îraqê ne ku ji bo berhingarbûna terorê arîkariya Îraqê bike.

K24

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *