Adil Mela Salih: Parêzgerê sepandî yê Kerkûkê erdên kesûkarên şehîdan firotine

Birêveberê Ragehandinê yê Wezareta Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan amajeyê dide ku, li ser bizavên xwe ji bo çarekirina arêşeya erdên kesûkarên şehîdan li Kerkûkê berdewam in. Herwesa got, “Parêzgerê sepandî yê Kerkûkê erdên kesûkarên şehîdan firotine”.

Birêveberê Ragehandinê yê Wezareta Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan Adil Mela Salih ji K24ê re ragehand, “Di kabîneyên borî de, Wezîrê Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan nivîsareka fermî arasteyî parêzgerê wê demê yê Kerkûkê kiribû ku Kurd bû, tê de daxwaz kiribû ku 50 donemên erdî ji bo kesûkarên şehîdan û enfalkiriyan bên dabînkirin. Parêzgerî jî li dû şiyanên xwe nivîsarek ji bo aliyên peywendîdar bi rê kiribû û karîbû razîbûna piraniya wan werbigire, ji bo ku ew parçeyên erdî ji bo kesûkarên şehîdan û enfalkiriyan kiriban pirojeyên akincîbûnê”

Birêveberê Ragehandinê yê Wezareta Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan herwesa ragehand, “Wê rewşa xirab ku li 16ê Cotmehê bi ser Kerkûkê de hatibû, wesa kir ku kesûkarên şehîdan û enfalkiriyan yekeyên akincîbûnê wernegirin”.

Adil Mela Salih amaje da, “Parzêgerê sepandî yê Kerkûkê li sala 2018ê rasterast nivîsarek ji bo Civata Wezîrên Îraqê şandibû, daxwaz kiribû ku biryara razîbûnê li ser wan yekeyên akincîbûnê ji bo kesûkarên şehîdan û enfalkiriyan li Kerkûkê bê hilweşandin. Herwesa navbirî ew erd firotine kompaniyekê, bi wê meremê ku ji bo xelkê dî bikin yekeyên akincîbûnê”.

Herwesa piştevaniya temam a Wezareta Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo kesûkarên şehîdên Kerkûkê tekez kir û got, “Em bi Hikûmeta Îraqê re li ser xetê ne ji bo ku wî mafî ji bo kesûkarên şehîdan û enfalkiriyan vebigerînin”.

K24

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *