Şîretên Rûspiyê Gund

Çend zarokên ciwan tên gundê xwe, li mala kalê xwe dimînin. Mirovekî oldar û dinyadîtî; bi sal û rûspiyê gund di ber malekê re dere, dibîne ku; ev ciwan bi zimanê xwe yê kurdî qise nakin, bi dê û bavê xwe re bi qeşmerkî qise dikin. Çek û cilên wan teng û çîr in, ne fedî û ar dikin ne jî ji mirovan re rêzê digrin. Rûspîyê gund diponije û bangî wan ciwanan dike: “Xortno! Ciwanno!  Hele werin cem min?”  Ciwan tên cem rûspiyê gund:

  • Xêr e kalo,
  • Xêr e, xêr…
  • Hûn li bajêr dijîn
  • Erê
  • Hûn li bajêr bin an li gund bin, li ku dibin bibin, ez ê ji we re çend gotinan bêjim, ku destûra we hebe?
  • Erê, kalê hecî, çima nabe.
  • Divê hûn gotinên min baş guhdar bikin, gotin ji min, guhdarîkirin ji we.

Di wê gavê de dê û bavê wan zarokan dibîne, kalik bangî wan jî dike, dibêje. “Werin vir, li vir rûnin?” dê û bavê zarokan jî tên cem kalik. Rûspî dest bi şîretên xwe dike:

 

Ya ewil ol û neteweya xwe ji bîr nekin

Qedrê dê û bavê xwe bizanin

*  *  *

Çawa ku ruh û bedena mirov ji hev e

Ol û netew jî ji hev e

Çimkî ol weka rihê bedenê ye

Netew jî  weke bedena mirov e

* * *

Pir ne bi zaroka

Giranî nede ser kevokan

* * *

Heger tu şêr bî

Wê paşîva te penêr be

Lê tu ker bî

Wê taştiya te li der be

* * *

Heger tu bilizî bi zar re

Tu nabî şofêrê teyaran

* * *

Heger gava xwe zêde bavê

Wê qûna te têkeve avê

* * *

Heger bejna te kinik be;

Tu yê bê xal û bê metik bî

Wê sersala te bê dendik be

Wê xweha te bê şimik be

Wê jina te por hincik be

* * *

Heger tu nexwînî bi sal û meha(n)

Tu rûnanî ser kursiyê biha

Ku tu bixwînî tu yê pera bînî

Ku tu nexwînî tu yê erebokê dehfînî

* * *

Heger tu nerî medresê

Tu yê herî parsê

* * *

Jibîr dibin birîna xençeran

Lê ji bîr nabe dewsa xeberan

* * *

Esilî ne dengê bilind e

Tu esîlî bi muxtarê gund be

Ku bi dengê bilind ba

Wê ker muxtarê gund ba

* * *

Heger tu nekî karê malê

Tu destê xwe naxî paşîla xezalê

* * *

Neelîmin rûniştina ber dîwaran

Xwe neelîmînin kişandina cixaran

Destên xwe nekin berîka vala

* * *

Jina werî ji malbatê

Goh nedî por û şimşatê

* * *

Nebe hevalê derewînan

Tu yê bifroşî cil û nîvînan

* * *

Ne esil kil û kildan e

Ya esil teşî û badan e

* * *

Destê xwe girê nede bi paçikan

Pere negre ji kûçikan

* * *

Esil ne por û cênik e

Yê esil pere û berîk e

* * *

Bila jina te kin be

Şeva te wek cil be

Heger jina te xweşik be

Wê dilê te tim bi şik be

* * *

Tu şofêrî, nere qehwê

Ku tu herî qehwê

Wê birçîna zarokên te herin ber dolabê

* * *

Heger jina te sernerm  be

Wê şîva te germ be

Lê ku jina te serhişk be

Wê di mal de weka dûpişk be

* * *

Qelendê jinê danê

Dermanê serhişkê danê

* * *

Heger bihna te fere be

Wê şêwra xelkê bi te be

Lê ku tu zirtik bî

Tu yê bi cîran re bi qirtiq bî

* * *

Bila bûka te, yê te be

Bila ne ciranê diya xwe be

* * *

Nekeve bin destê bûka

Ji bo ku tu nekûzkizînî neynokan

Heger tu têkevî bin destê bûkan

Tu yê bikûzkizînî neynokan

* * *

Heya mirinê

Em ê herin firnê

* * *

Tu nesekinî bi dorê

Nan nastinî bi zorê

Paşa Amedî

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *