Tifaqa Welatperwer û Demokrat li Qoserê dengekî mezin veda!

Bi çerçoweya xebatên hilbijartinê, Namzetên Serbixwe yên TifaqaWelatperwer û Demokrat, li Qosera navçeya Mêrdînê, belavok belav kirin.

Namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat ên Mêrdînê û Qoserê Abdulkadîr Demîr û ŞeyhmûsÜnal, îro (19.03.2019) li Qosera navçeya Mêrdînê li gel Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Serokê Giştî yêPSKyê Mesut Tek, Berdevkê PDK Bakur Hamit Kiliçaslan, endamên Komîsyona Hilbijartinê ya TifaqaWelatperwer û Demokrat a Mêrdînê û rêvebir û endamên PAK û PSKyê û hinek sîyasetmedarên Kurd, belavokahilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat li dikandaran û xelkê bi awayekî girseyî belav kirin.

Di dema belavkirina belavokan de, ji otomobîla hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat jî marş û stranênKurdî li nav bajêr de belav dibûn.

Li nav caddeyên herî qalabalix û li Meydana Azadîyê de di wexteke ku ji 2 saetan zêdetir de bi hezaran belavokhatin belavkirin. Gel û esnafên Qoserê peşwazîyeke germ nîşanî namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat dan.

Bi salane ku ji derveyî HDP û partiyên weke wê tu hêzên sîyasî çalakîyeke bi vî rengî di nav gel de nekarîbû.

Belavkirina belavokan bi awayekî girseyî û peywendîyên yekser bi gelê Qoserê re, hêvî û heyecana netewî, niştimanî geştir kir.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *