Serok Barzanî, Cejna Newrozê li Gelê Kurdistanê Pîroz Kir

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta cejna neteweyî Newroz û hatina bihar û nûbûna xweza û sirûştê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemwelatiyên xweşdiviyên Kurdistanê û malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû têkoşer û niştimanperwerên Kurdistanê dikim.

Newroz ji bo gelê Kurdistanê herdem mizgîniya destpêkeke nû û hêviyeke nû û serkeftin li ser sîtemkaran û dijwariyan de bûye. Xelkê Kurdistanê li salên derbasbûyî de li şerê dijî terorîstan û li beranber zulma nehezan û kêşe û qeyran û guzeraniya xerap xweragir bûne û ew xweragiriya wan cihê rêzê ye. Cihê xwe ye di vê helkefta neteweyî de daxwaz ji hemû aliyek bikim wekî wefayek ji bo xwîna şehîdan û qehremaniya Pêşmerge û xweragiriya gelê Kurdistanê, pêşkeftin û parastina Kurdistanê bikin pêşîneya karên xwe. Niha qonaxeke din e di jiyana gelê Kurdistanê de û pêwîstiyên vê qonaxê wiha dixwazê ku berev binyatnana Kurdistanêke bihêz û geş hengav bavêjin ku li rastiyê da her eve jî daxwaza rastîn ya hemû hemwelatiyên Kurdistane û pêwîste rêz li wê îradeyê bê girtin. Ji ber ku ew azadî û destkeftên niha hene berhema xwîna şehîdan û xweragiriya xelkê Kurdistane.

Di vê helkeftê de tekez li ser parastina çanda pêkvejiyan û birayetî û tebayî ya di navbera pêkhatên Kurdistanê dikîn û hêviya kûrtirbûna wê çanda bi biha ya gelê Kurdistanê dixwazin. Ji bilî spasiyên minên ji bo zehmet û keda hêzên Polîs û Asayîşê ya li xizmetkirina xelkê û dabînkirina asayîşê li cejin û helkeftan da daxwazê ji hemû hemwelatiyên xweşdivî dikim parastina jîngehê û xweşikiya welatê me bi erkê xwe yê serekî bizanin.

Hêvîdar im Newroza îsal bibê destpêkek ji bo bexteweriya hemû xelkê Kurdistanê û hêvî dikim vê Newrozê û hemû cejn din jî bi şadî û bexteweriyê de pîroz bikin.

Newroza we pîroz û bi xêr û xweşiyê da bimînin.

Mesûd Barzanî
20.03.2019

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *