Endama Kongreya Amerîkayê ji Rûdawê re: Divê em serxwebûna Kurdistanê nas bikin

Endama Kongreya Amerîkayê Anna Paulinayê ji Rûdawê re ragihand ku divê Amerîka serxwebûna Kurdistanê nas bike.

Endama Kongreya Amerîkayê Anna Paulinayê ji nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde re got:

“Ji ber ku Kurdan piştgirî da me, divê em tiştekî bibêjin. Bêdengiya me pirsgirêk e. Ez piştevaniya vegera hêzên me dikim lê me soz daye Kurdan û divê em vî karî bi awayekî rast bikin.”

Anna Paulina endama Partiya Komarî ya Kongreya Amerîkayê ye. Daxuyaniya wê di demekê de ye ku Îranê şeva 15-16ê Kanûna Paşînê êrişeke mûşekî li Hewlêrê kir û di encamê de çend kesan canê xwe ji dest da û hatin birîndarkirin.

Endama Kongreya Amerîkayê Anna Paulinayê anî ziman:

“Em piştgiriya hêzên xwe yên li derveyê welêt dikin. Herwiha ez di wê baweriyê de me ku divê Amerîka pabendî rêkeftina me be û wekî welatekî serbixwe neteweya Kurd nas bike.

Ez dizanim ku di derbarê wê de gelek tevlihevî çêbûye lê ji ber tiştên ku li wir qewimîne, bi taybetî jî ji ber ku Kurdan gelekî piştgirî dane Amerîkayê, divê em tiştekî bibêjin.

Divê em tiştekî bibêjin, ji ber ku bêdengiya me pirsgirêk e. Pirsgirêkên me bi xwe bi Îranê re hene. Tişta ku niha em dibînin, dubendiyeke mezin di nava partiya me de heye ku pêwîst e em hêzên xwe vekişînin û li ser pirsgirêkên xwe yên navxweyî bisekinin.

Min piştgirî da wê lê dîsa em hemû ew tiştên ku Kurd dikin teqdîr dikin. Ez bi giştî piştevaniya vekişîna hêzên me dikim lê me soz daye Kurdan û bi baweriya min divê em vê yekê bi awayekî rast bikin.”

Di êrişa Hewlêrê de 4 kes şehîd ketin û 16 kes jî birîndar bûn. Yek ji wan kesên ku şehîd ketin karsazekî naskirî yê bi navê Pêşrew Dizeyî ye.

Ji aliyê rastê ve Donald Bayer, Anna Paulina û Derrick Van Orden hene

Endamekî din ê Kongreya Amerîkayê jî li ser wan êrişan got ku ew dê li cem Kurdan bin.

Endamê Komarî Derrick Van Orden ji Rûdawê re ragihand:

“Ez dibêjim ku ew gelekî xirab e. Birêz Barzanî û Kurd demeke dirêj e hevpeymanên me ne û hevpeymanên bihêz jî bûn. Ez gelekî şanaz im ku dema ku ez li Îraqê di nav hêzên deryayî de bûm, min bi wan re xizmet kir.

Divê gelê Kurd fem bike ku em li cem wan in û ji bo hevkariya wan gelekî spasiya wan dikin. Ez gelekî spasiya wan dikim ku ew xwedî li xwişk û birayên min ên di nav artêşê de derdikevin. Em jî li dijî rejîma terorîst a Tehrana Îranê dê li gel wan bimînin.”

Îranê wê şevê 11 mûşekên dûravêj avêtibûn Hewlêrê û ji bilî mala wî karsazî li çend cihên din jî xist lê ti ziyanên canî çênebûn.

Endamê Demokrat ê Kongreya Amerîkayê Donald Bayer jî got, “Îran li seranserî cîhanê dibe sedema wêraniyê.”

Endamê Demokrat ê Kongreya Amerîkayê Donald Bayer herwiha anî ziman:

“Bi dîtina min pir xirab e ku Îranî êrişî Kurdan dikin, yên ku li Îraqê yan jî li devereke din. Hêzên Kurdî demeke dirêj hevkarên herî baş ên Amerîkayê bûn. Bê guman di şerê li dijî DAIŞê de ew pir girîng bûn lê Îran li seranserî cîhanê bi Hemas, Hizbulah û Hûsiyan li Yemenê dibe sedema wêraniyê. Bi bihîstina êrişên Îranê yên li ser gelê Kurd ez gelekî xemgîn bûm.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Davosê bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken û Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê Jake Sullivan re civiya.

Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku Mesrûr Barzanî li Davosê bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken re civiya û wî di civînê de gotiye:

“Amerîka û Serok Joe Biden van êrişên li ser Herêma Kurdistanê cidî dibînin û dê hewlên pêwîst ji bo parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê bidin.”

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *