Serokê Şaxa Semsûrê ya HAK-PARê di erdhejê de jiyana xwe ji dest da

Partiya Maf û Azadiyan ragihand ku Serokê Şaxa Parêzgeha Semsûrê ya partiya wan Mustafa Erturk di erdhejê de jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandinê ya Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) ragihand ku Mustafa Erturk jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku cenazeyê Mustafa Erturk hatiye dîtin, lê cenazeyê kurê wî di bin kavilan de maye.

HAK-PAR di daxuyaniya xwe de herwiha ragihandiye:

“Mixabin Serokê me yê Şaxa Semsûrê ya HAK-PAR’ê Mustafa Erturk ê ku bi rojan di bin xirbeyan de ma, cenazeyê wî hat dîtin. Hat diyarkirin ku kurê wî hê jî di bin xirbeyan de ye.

Hevjîn û keça wî jî bi birîndarî ji bin xirbeyan hatin derxistin. Em hêvî dikin ku ew zû baş bibin.

Em ji Xweda ji bo Mustafa Erturk rehmetê dixwazin û ji malbata wî û civaka HAK-PARê re jî sebir û sersaxiyê dixwazin.”

Li gor amarên herî nû yên AFADê, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê heta niha 18 hezar û 342an di erdhejên 6ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dane û 74 hezar û 242 kes jî birîndar bûne.

https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/100220235

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *