Roja çara ya erdhejê ji 15 hezaran zedetir merivan jîyana xwe wenda kir!

Li Mereşê pêşî bi giranîya pile 7.7 û piştre 7.6 du erdhej li dû hev pêk hat. Li gorî daxwîyanîyên fermî 12 hezar 873 merivan jîyana xwe ji dest dane. 62 hezar û 917 kes birîndar hatine rizgarkirin.

Piştî 77 seetan, ji bin kavilan hîna meriv sax tên rizgarkirin. Ji Kurdistanê û heta bi Amerîka, ji gelek deverên cîhanê ekîbên pisporê erdhejê xwe gîhandine kavilên erdhejê û lêgerîn û rizgarkirina merivan dikin.

Li Efrîn, Cidirês û heta Helebê jî zêdetir ji 3000 meriv jîyana xwe wenda kirîye. Ji alî rizgarkirin û alîkarîyê, rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûrî, ji bo alîkarî naçe, xerabtir e ji ya Bakur û Tirkîye.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *