Li ser pirsgirêka cotkaran ya elektrîkê

Ji roja ku Komra Turkîye avabûye û ji nuh de Kurdistan dagîr kiriye, gelê Kurd, ji xwe re wek hêsîr û xizmetkar û walatê wî jî qadek şêlandin û talanê dîtîye.

Çi dewlemendîya Kurdistanê ya sererd û bin erd heye, kirîye malê dewletê, yan daye sermîyandar û kompanîyên xwe; lê gelê Kurd jê mahrûm kirîye; nezan, xizan û perîşan hîştîye. Bi serde jî wek leşkerê kole, her xortê Kurd dibe leşkerîya bi zorê.

Tevlî vê talan, şêlandin û dîlgirtinê, ji bo ku hebûna neteweya Kurd înkar dike, hemû maf û rûmetên wî yên demokratîk, sîyasî, ziman, çand, dîrok, folklor û civatî xedexe kirîye. Ji dêvla mesrefa ku li van mafan xerc bikin, li asîmîlîsayon û tunekirina van mafan û zulma li ser gelê Kurd xerc dikin!

Dewlet bi salan, li Kurdistanê dar û daristan tev ya birrî, yan jî şewitand. Ji welatê me elektrîk, êzing, gaz, neft, komir, petrol û gelek madenê din diberhimîne; lê ji bo ku buhayê wan gelek giran e, gelê Kurd yê xizan, nikare van pêwîstîyan bikire.

Em dev ji neft û elektrîkê berdin, heta 20-30 sal berê, li piranîya gund û navçeyên Kurdistanê ava vexwarinê ya paqij bi destê kesî nediket. Çi bigire li temamê gundan elektirîk tunebû û li piranîya navçe û bajaran jî av û elektrîk bi seetan didan.

Piştî Cûnta Leşkerî 1980an û destêpêkirina şerê “pkk û dewletê”, ji bo operasyonên leşkerî pêşî rê û dûvre av û elektrîk birin piranîya gund û navçeyên Kurdistanê. Ji bo ku av û elektrîk, li navçe û bajaran, di destê rêvebirîyên şaredarîya de bû û gel xizan bû, şaredarîyan çavê xwe ji xerckirina av û elektrîka qaçax re digirtin.

Tişta ne rast jî ew bû ku welatî, di gelek rewşan de av û elektrîk bêpîvan bi kardianîn! Li gundan çem û golê ji ava bin erdê ku bi elektrîkê dihat derxistin çêdibû. Lê ji bêperwerdeyî û nezanî, ne di ferqa wê de bûn ku ew elektrîk û bi taybetî ava di golên bin wan de, ya wan bi xwe bû û ji kîsê wan diçû!

Lê îro tade û çavsorîya ku hukumet li gelê herêmê dike, bê usûlî û bê ûjdanî ye! Wek ceza yan jî bê agedarî (teblîgat), gelek gundî xist bin deynê elektrîkê ku ji buhayê erdê wan bêtir e! Ya din jî berê ji ser hemû gundîyan elektrîk birrîn; li gelek deveran pez, dewar û çandinîya gundîyan telef bû. Niha jî hecizê davên ser mal û milkê welatîyan. Lê vê yekê li hember endam û hevalbendên hukumet û dewletê nakin. Ya din jî buhayê elektrîkê, li welatê me du qat zêdetir ji Enedolê ye! Ev cotstandardtî, carek din tîne bîra gelê Kurd ku ev dewlet û hukumet ne ya wî ye.

Pereyekî dewletê yê pirr hindik, li gaz, neft û elektrîkê dihere.  Lê bi bacê, vî buhayî gelekî buha dike. Îro li dunyayê, dewleta ku neft û elektrîk lê herî buha ye, yek jê jî Turkîye ye.

Divê gelê Kurd zanibe, heta ku wek netew ji maf û azadîyên xwe bêpar be, li welatê xwe serwer nebe, çarenûsa xwe negire destê xwe û ji bo vê armancê xwe birêxistin neke, nebe xwedîyê qanûnên xwe, wê dewlemendîya welatê wî bê talankirin; wê keda wî bê mêtin; wê birçî, xizan û nezan bê hîştin! Wê hertim beramberî komplo û şîddeta dewletê û rêxistinên dewletê yên para mîlîter û taşeron bên!

Dewletek werê, tu demê ji qeyranên sîyasî, leşkerî û civakî xelas nabe. ji bo karibe hebûna xwe ya ne meşrû berdewam bike, pêwîstîya wê her dem bi darbeyên leşkerî, komplo, şer û terorê hey e.

Hîn sedsal berê, rewşenbîr, serok û rêvebirên gelê Kurd yên mîna Xalit Beg, Yûsûf Zîya, Îhsan Nûrî, Nûrî Dersimî,Elîşêr, Şêx Seîd, Seyid Riza û yên ji alî mêtinkaran ve hatin şehîdkirin û yên bûn xwînî û penaber, çareserîya hemû pirsgirên civata Kurd, di yekîtî, rêxistinî û rizgarîya Kurd û Kurdistan ya netewî de didîtin!

Îro jî çareserî heman armanc e: heta neteweya Kurd, ji bo xwe bi rêxstin nebe û ji bo armanca herî bingehîn dest bi tekoşîna bi rêxistinî neke, ji lîstika dijmin ya komplo û şîdetê xelas nabe û wê nikaribe tu pirsgirêka xwe çareser bike. 15.04.2021

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *