Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik li Mêrdînê axaft:’’Îro li Bakurê Kurdistanê pêwîstîyeke sereke jî, hûnandina partîyeke xurt, girseyî ya azadîxwaz, demokrat, Kurdistanî ye’’

Îro 4ê Cotmehê li Teşkîlata PAKê ya Mêrdînê Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê Rêzdar Mustafa Özçelik, li gel Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Sait Aydoğmuş û endamê KBN ya PAKê M.Ali Yılmaz  seredana MêrdÎnê kirin. Li gel Serokê  teşkîlata Mêrdînê  ya PAKê Bedran Acar, û rêvebir û endamên Teşkîlata Mêrdînê di çerçoveya xebatên PAKê yên li Mêrdînê û yên giştîcivîneke taybet li dar xistin. Paşê jî li ser rojeva Tirkiye û Kurdistanê brîfîngek da. Gelek sîyasetvan û rewşenbîrên Qoserê û Mêrdînê eleqeyeke baş nîşan dan û brîfîng bi beşdariyeke berbiçav li dar ket.

Di brîfînga li Teşkîlata PAKê ya Mêrdînê de pêştir Serokê teşkîlata Mêrdînê ya PAKê bedran Axaftinek kir û ji bo hemû şehîdên Kurdistanê deqîqeyekê rêz hate girtin.

Piştî rêzgirtiNê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik di derbarê pêwîstîya ypartîyeke xurt ya milî, azadîxwaz, demokrat, Kurdistanî û ji bo hevkarî û tifaqên netewî bîr û rayên xwe anî ziman. Mustafa Özçelik got ‘’Îro li Bakurê Kurdistanê pêwîstîya herî mezin avakirina partîyeke girseyî, xurt, azaîxwaz, demokrat, Kurdistanî ye. Heta em weke ew partî, grûb û şexsîyetên ku bername û sîyaset û nêrînên nêzî hev, wek hev, em din av yek partîyê de nebin yek, emê her temaşevanên vê pêvajoyê bin. Dê şer jî, têk birin jî, stratejîyên ku hişmendîya netewî têk dibin jî bi dilê xwe tevbigerin’’.

Mustafa Özçelik herweha bal kişand ser rewşa gelê me ya îro û got:’’îro em divê bikaribin bêjin ji şer re na, ji çareserîya sîyasî re erê. Divê em bêjin mafê kesî tune ye ku, şerê heyî weke sebebê binpê kirin û tune kirina mafên me yên demokratîk nÎian bidin. Divê em ji dewleta Tirkîyeyê re bêjin, mafê me yê perwerdeya zimanê zikmakî, qebûl kirina nasnameya me ya Kurdî ya netewî, ne cîhê bazariyê ye; ev mafên me Yên rewa ne, divê di destûrê de bêne bi cîh kirin’’.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik di berdewamîya axaftina xwe de, di derbarê şerê li bakurê Kurdistanê, sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê, hilbijartinên 30yê îlonê yên Başûrê Kurdistanê, Rewşa Rojava û Rojhilatê Kurdistanê de bîr û rayên xwe anin ziman.
Piştî birîfînga Mustafa Özçelîk, beşdarên birîfîngê jî bi pirs û axaftin û pêşniyarîyên  xwe bûne şirîkê atmosfereke zindî, berhemdar û  mustewaya birîfîngê bilindtir kirin  .

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *