Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik li Batmanê bangî Dewleta Tirkîyeyê kir: Hebûna miletê Kurd û perwerdeya bi zimanê kurdî bê şerd qebûl bikin!

Îro 3ê Cotmehê li Teşkîlata PAKa Batmanê Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê RêzdarMustafa Özçelik bi çerçoveya xebatên PAKa Batmanê digel endam û rêveberên PAKêcivîneke taybet li dar xist. Paşê jî li ser rojeva Tirkiye û Kurdistanê brîfîngek da. Brîfîngbi beşdariyeke berbiçav li dar ket. Gelek kes li ser piya man. Çapemeniyê jî elaqeyekebaş nîşan da. 

Di brîfînga li Teşkîlata PAKê ya Batmanê de Serokê PAKê Mustafa Özçelik got:

Siyaseta ku va 4 sal e em dimeşînin her ku diçe me dipejirîne ku em weke PartiyaAzadiya Kurdistanê dibêjin pirsgirêka Kurd û Kurdistanê, bi rêyên siyasî, sivîlû demokratîk, bêyî tundûtujiyê û şîdetê divê were çareserkirin.

Her wiha rûdanên ku di nav vê 4 salan de pêk hatine, hevdîtinên PKK û Dewletê yên ku wekepêvajoya çareseriyêdihat binavkirin û paşê têkçûna van hevdîtinan jî rastiya siyaseta mezêdetir îspat kiriye ku me tim gotiye pirsgirêka kurd, bi rêyên aştiyanê û siyasî, divê wereçareserkirin. 

Em weke partî dibêjin ku hebûna miletê kurd, nasname, maf û azadiya wan ên neteweyîû daxwazkirina statuyeke siyasî  bingeha siyaseta me ye û em xebatên xwe li ser vêrêbazê dimeşînin. 

Em dibêjin ev mesele ne weke dewleta tirk, ev e 95 sal e dibêje ev meseleya aboriyê, teror û asayîşê ye, em bi awayekî eşkere ji dewleta Tirkiyeyê re dibêjin, mafê te tune ye ku tu zimanême, nasname û hebûna me, maf û azadiyên me yên neteweyî û demokratîk, bi şîdet an bitiştekî ve girê bidî. Em maf û azadiya xwe dixwazin û çi şîdet çi faktorên din nikarin bibin sedema piştguhkirina van daxwazên me yên meşrû.

Bifikirin ku 95 sal e hê zimanê kurdî nehatiye naskirin, kurdî hê jî ne zimanekî fermî ye. Ev 95 sal îspat kiriye ku pirsirêka kurd bi vê şêwaza dewleta Tirkiyeyê çareser nabe ûdoza miletêkurd ji holê ranabe. Em bang li dewleta Tirkiyeyê dikin ku dev ji vê siyaseta ku vêpirsgirêkan kûrtir dike berde. Dev ji vê siyaseta şîdetê û dijayetiya kurdan berde.

Herwiha em bangî PKKê jî dikin ku hewla çareserkirina vê pirsgirêka kurd bi rêya ÅŸer û pevçûn û tundûtujiyê di ÅŸertên îro de pirsgirêkê kûrtir dike û çareser nake. Di heyamahendekan de me dît ku şîdet, rê li ber jidestdana mafên bidestxistî vedike. Ji ber vê em bi awayekî eÅŸkere bang li PKKê dikin ku dawî li ÅŸer û pevçûnan bîne.”

Özçelik, di berdewamiya axaftina xwe de got di krîza aborî ya li Tirkiyeyê de rolaçaresernekirina pirgirêka kurd û şîdetê gelek zêde ye û wisa domand: Tirkiyeya ku dinav xwe de vê pirsgirêke çareser nake, berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê, êrîşî Efrînêdike, mudaxeleyî Îdlibê dike, bo jiholêrakirina destkeftiyên federe yên BaşûrêKurdistanê û pêkneanîna referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê çi ji dest hat, kir û dike. Lê pir zelal e ku divê dewleta Tirkiyeyê, dest ji vê siyasetê berde û bi kurdênbakur, başûr û rojavayê re lihevkirî be, rêzê li mafên wan bigire.

Özçelikî rewşa Herêma Kurdistanê jî nirxand û got digel hin pirsgirêk û kêmasiyan jîhilbijartina Başûr, diyardeya vî tiştiyê ku Herêma Kurdistanê li gorî welatên din ênRojhilata Navîn, xwediyê  taybetmendiyeke dewletbûnê ye, ji wan demokratîktir e kupêkhateyên siyasî, fikrî, etnîk û olî giş beşdarî hilbijrtinê bûne û piraniya wan liparlamentoyê têne temsîlkirin. Divê partiyên Başûrê Kurdistanê vê yekê baş binirxîninku rêjeya beşdarbûna hilbijartinên 2018an, li gorî hilbijartinên 2013an a parlamentoyêû referandûma serxwebûnê kêmtir bûye û divê bi awayekî zanistî û maqûl sedemênkêmbûna beşdariyê baş bê nirxandin. Em weke PAK ji bo lidarxistina hilbijartinê gelêxwe pîroz dikin û ji bo weke partiya yekemîn bi ser ketiye em Rêzdar Serok MesûdBarzanî û partiya wan pîroz dikin.

Li ser mijara hilbijartina serokomarê Iraqê jî Özçelik got diviyabû îradeya gelê Kurdistanêhemû partiyên siyasî biryar bidana ka kî wê bibe berbijêrê serokomariyê û diviyabûkurd bi yek namzetî li Bexdayê bûna, lê mixabin ev pêk nehat. Gava ku Kurd ne yekrêzbin, destên xêrnexwazan jî zêdetir dikevin nava meseleyê.

Em bangî hemû partiyên Başûrê Kurdistanê dikin ku bi yekrêzî û bitifaq, li maf û destkeftiyên destûrî û federalî yên Herêma Kurdistanê û li encamên referandûmaserxwebûnê xwedî derkevin.

Mustafa Özçelik rewşa Rojavayê Kurdistanê jî nirxand û got rêya serkeftinê li RojavayêKurdistanê cîbicîkirina peymannameyên Dûhok û Hewlêrê bû lê mixabin ev pêk nehat. Heke rêveberiyeke hevpar a leşkerî, siyasî û aborî pêk bihata îro li hember Rûsya û Emerîkayê û li tevahiya cîhanê sekneke rasttir derketaba. Lê îro jî bo yekrêziyekê, bosekneke neteweyî ne dereng e. 

Li ser Rojhilata Kurdistanê jî Özçelik, êrîşa li dijî baregehên HDK û PDKÃŽyê bibîr xist û ÃŽranê ÅŸermezar kir û got: “ÃŽran li aliyekî kurdan sêdar dike, li aliyekî ti maf û azadiyakurdan nas nake û li aliyekî jî êrîşên bi vî rengî pêk tîne. Li Rojhilata Kurdistanêhewleke bo yekrêzîkirinê di nav partiyên kurdan de heye û divê bê domandin. Bi taybetsiyaseta nû ya Amerîkayê ya li dijî Îranê pêvajoyeke nû daye destpêkirin. Divê gelê kurdheta ji dest tê sûde ji vê pêvayoyê werbigirin ku girîngtirîn tiÅŸt bo vê yekê yekîtiyanavxweyî ye. 

 Mustafa Özçelik li ser Bakurê Kurdistanê jî bale kiÅŸand pêvajoya ku piÅŸtî 2015an destpê kir û got: “Dewleta Tirkiyê bi navê têkoşîna li dijî FETO û PKKê a rastî dixwaze dengê her aliyekî demokrat û azadîxwaz bibire ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî lêpirsîn û dozan di derheqê mirovan de vedike, radyo, televîzyon, rojname, komele û saziyandigire. Pir zelal e ev yek çareseriyê nayîne, ev rêyên siyasî, demokratîk û sivîl ji holêradike.

Mustafa Özçelik siyaseta hin partiyan jî rexne kir û got mixabin siyaseta ku nasnameyakurdî, mafê bidestxistina statuya kurd û Kurdistanê piÅŸtguh dike, derketiye pêş. Li ser têgihên wekîwelatê demokratîk, neteweya demokratîk, welatê hevpar û hwd.” siyaseta‘yek welat, yek milet, yek ala û yek dewlet” didine meÅŸandin. Em bi zelalî dibêjinsiyaseta ku hebûn, nasname û mafê statuya siyasî ji bo Kurdistanê înkar dike nikare vêmeseleyê çareser bike. Divê navê vê pirsgirêkê bê dayîn û bi wî awayî bê çareserkirin.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *