PDKê Ji Bona Temsîlkarê Şoreşa Milî ya Siyasî Ye: Bû Yekemîn / B. Saleh Kurdistanê Temsîl Nake…

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Li Başûrê Kurdistanê hilbijartina giştî di 30yê Îlona 2018an de hat li darxistin. Ew pêvajoya hilbijartinê berdewamîya “Şoreşa Milî ya Siyasî ya Referandûma Kurdistanê bû.” Gelê me û Kurdistaniyan terciha xwe pêk anî. Encama hilbijartinê derxist holê ku “Şoreşa Milî ya Siyasî” dom dike. PDKê temsîlkarîya vê şoreşê dike. Loma bû partîya yekemîn.

Piştî Hilbijartina Giştî ya Kurdistanê, di meclîsa “federal” de serokkomarê Iraqê hat hilbijartin. Meclîsê Berhem Saleh hilbijart. Ev encam jî, li dijî Şoreşa Milî ya Siyasî ye..

PDK-Ê TEMSÎLA ŞOREŞA MİLÎ YA SIYASÎ DIKE…

Dîroka Kurdistanê, dîroka serîhildan û şoreşên milî ye. Lewra li Kurdistanê gelek serhildanên milî hatine li darxistin; Şoreşên milî çê bûne. Ji beşek serîhildan û şoreşên milî encam hatin girtin. Lê beşek ji wan jî, bi qetlîaman hatin şikandin.

Li Kurdistanê Şoreşa Milî ya Îlonê û Şoreşa Milî ya Gulanê bi navûdeng in. Herdu şoreşan jî encam da. Di encama Şoreşa Milî ya îlonê de Otonomîya Kurdistanê, di encama Şoreşa Milî ya Gulanê de dewleta federal ya Kurdistanê ava bû; rê ji bona federalbûna Iraqê vekir.

Lê ji bona ku li Başûrê Kurdistanê û li tevayî çar beşên Kurdistanê dewlet ava nebûye, hîç şik tune ye ku li Kurtdistanê şoreşên milî yên bizên jî hene û ev mûqaderat e!

Wûsa jî bû.

Lê ji bona amadekariya Şoreşa milî ya nû jî pêvajoyeke gelek zehmet derbas bû. Ji bona ku Dewleta Federal ya Iraqê hewcedarîya kurdan û federalbûnê neda, di navbeyna kurdan, desthilatdariya Kurdistanê û Hikûmeta Navendî ya Iraqê û di navbeyna ereban de pirsgirêkên mezin derketin.

Ji bona ew pirsgirêk çareser bibin, Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û Hikûmeta Kurdistanê hewldanên mezin nîşan dan. Hezar mixabin ew hewldanan bê bersîv man. Pirsgirêk çareser nebûn. Roj bi roj nekokî di navbeyna Kurdistanê û Hikûmeta Navendî ya “Federal” de zêdetir û kurtir bûn.

Di encamê de Serokê Kurdistanê û PDKê, biryara serxwebûna Kurdistanê dan. Lê ji bona serxwebûna Kurdistanê biryara Kurdistaniyan diyar bibe, referandûma serxwebûna Kurdistanê, bi mentalîteyeke milî û demokratîk diviyabû bê li darxistin.

Lê li Kurdistanê partî û rêxistinên din, di bin tesîra Îranê û Hikûmeta Navendî ya Iraqê û gelek hêzên din yên tarî de li dijî Referandûma Serxwebûna Kurdistanê derketin.

Loma jî serokê Kurdistanê û PDKê xebeteke zehmet û dûrûdirêj meşand. Di merheleyekê de YNKê kanîbû ku ji Referandûma Serxwebûna Kurdistanê re bibe piştgir. Di wê merheleyê de di Hezîrana 2017an de biryar hat girtin ku referandûm bê li darxistin. Di heman dem de biryar hat girtin ku Referandûma Serxwebûna Kurdistanê di 25ê Îlona 2017an de pêk bê.

Piştî biryara referandûmê, êrîşên navneteweyî û herêmî dest pê kir. Lê Serok Barzanî û partiyên Kurdistanê ew êrişan piştguh kirin û li hemberî wan mixalefeteke xûrt kirin. Referandûma Serxwebûna Kurdistanê di wexte xwe de li darxistin.

Di encama referandûma serxwebûna Kurdistanê de Kurdistanîyan biryara serxwebûnê û avakirina dewleta Kurdistanê dan.

Gor baweriya min, referandûm bi encama xwe ve şoreşeke milî ya siyasî bû.

Di wê merheleyê de xwedî û temsîlkarê vê şoreşê Kurdistanî, Serok Barzanî û Hikûmeta Kurdistanê û Meclîsa Kurdistanê û partiyên piştgir (PDK, YNK, Yekgirtiya Islamî ya Kurdistanê) bûn.

Lê piştî referandûmê Kerkuk û gelek deverên din yên Kurdistanê hatin Îşgal kirin. ÎŞGALA KERKUKÊ DARBEYA YEKEMÎN YA LI DIJÎ ŞOREŞA MILÎ YA SIYASÎ BÛ.

Piştî îşgala Kerkukê, derket holê ku temsîlkarê vê Şoreşa Milî ya Siyasî ya Kurdistanê, Serok Barzanî  û PDKê ye û gelê kurd e.

Lewra piştî îşgala Kerkukê bes Serok Barzanî û PDKê bi xurtî û bi qerardarî li encama referandûmê xwedî derketin.

Hilbijartina giştî ya Iraqê û hilbijartina giştî ya Kurdistanê jî kirin platforma parastina encamên referandûmê û avakirina dewleta Kurdistanê!

KURDİSTANIYAN JI BONA KU PDK-Ê TEMSÎLKARÊ ŞOREŞA MİLÎ YA SIYASÎ DÎTIN, DI HERDU HILBIJARTINAN DE JÎ EW KIR PARTIYA YEKEMÎN…

Kurdistanîyan, di hilbijartina giştî ya Iraqê û Kurdistanê de, gor berjewendiya xwe ya milî tevgerîyan.

Kurdistanîyan, di heman dem de li Şoreşa Milî ya Siyasî jî xwedî derketin.

Kurdistanîyan gor van armancên xwe yên pîroz, PDKê di herdu hiljirtinan de li Iraqê û li Kurdistanê kirin partîya yekem.

PDKê, di Hilbijartina Giştî ya Kurdistanê de ji % 45an zêdetir deng wergirt.

Kurdistaniyan bi ew helwesta xwe deng dan xwe. Gelek jî baş kirin.

Beriya hilbijartinê min jî pêşniyar kir, ku gelê me ji bona berjewendaiya xwe ya milî, domandina encamên referandûmê, avakirina pêvajoya dewleta Kurdistanê deng bidin PDKê.

Sipas ji bona Kurdistaniyan ku wan ev berpirsiyariya xwe pêk anîn.

BEŞDARİYA HILBIJARTINÊ YA KÊM, PİRSGİRÊKEKE GİRÎNG E: DIVÊ PDK-Ê XWE ÇAV RE DERBAS BIKE…

Di Hilbijartina Giştî ya Kurdistanê de li çend deverên Kurdistanê pirsgirêk derkevin jî, hilbijartin di atmosfereke demokratîk û aram de derbas bû. Kurdistanîyan di vê hilbijartinê de jî ferqa xwe li Rojhelata Navîn diyar kirin. Asaleta xwe ya siyasî û civakî pêşkêş kirin.

Encam jî pozîtîf in. Encamên dihatin payîn derketin holê.

Lê bes YNKê gorî bawerîya min ji dengên dihatin payîn zêde deng girt. Ev yeka jî, îdiayên tên kirin, ku YNKê li çend deveran hile û tehdît aniyê holê, rast derdixe. Ev jî di hilbijartinê de alîyê negatîf e.

Helwesta YNKê ya negatif ku di derbarê berbijêrîya serokkomarîya Iraqê de di hilbijartinan de jî xwe nîşan da.

Pirsgirêke girîng ya negatîf a mezin, beşdarîya dengdaran ya hilbijartinê ye. Dîyar dike ku ji sedî 60an kêmtir dengdar beşdarî hilbijartinê bûne.

Ev rastiya li Zaxo û li Duhokê û li Hewlerê jî derket holê.

Ev tabloya, bi awayekî eciziya gel ji partiyan nîşan dide.

Ev rewşa bi taybetî ji bona PDKê ku partîyeke cemahîrî û civakî ye, gelek girîng e. Divê PDKê ji bona pêşerojê û ji bona pêwendîya xwe ya gel ya rojane vê xalê di ber çav re derbas bike.

YNK-Ê ŞAŞIYEKE MEZIN KIR BERHEM SALEH KIR BERBIJÊRÊ SEROKKOMARÎ. LEWRA MAFÊ BERHAM SALEH TUNE BÛ…

Berhem Saleh, li Sileymanîyeyê serokwezîrî kir. Lê YNKê ji wî ne memnûn bû. Loma jî ew ji posta wî ya li Kurdistanê dûrxistin. Şandin Baxdatê û li wir kirin xwediyê postekî. Baş tê bîra min, ku dihat gotin ku Berhem Saleh çûyê sirgunê.

Piştî ku vegerîya Sileymanîyeyê jî di nav YNKê de rolekî wî yê mezin nebû. Bi taybetî jî beriya GORAN ji YNKê veqete, ew di YNKê kêmqîmet bû. Piştî GORANê piçek qîmet qezenç kir. Lê di rêxistinê de dîsa jî xwediyê qiymeteke mezin nebû.

Wek tê zanîn ku ji YNKê eciz bû, siyaseta YNKê neeciband, ji bona xwe rêxistinek ava kir. Di avakirina rêxistinê de ji derveyî wî kesekî karîzmatîk li cem wî tune bû.

Veqetandina wî ji YNKê bû sedem ku îtibara YNKê zêdetir kêm bibe. Ji bona YNKê bû darbeke mezin.

Rêxistina wî di hilbijartina giştî ya Iraqê de têk çû. Derket holê ku di hilbijartina giştî ya Kurdistanê jî dê têk biçe.

Berhem Saleh li dijî referandûma Serxwebûna Kurdistanê û dewleta Kurdistanê bû.

Wî li dijî îşgala Kerkukê jî dengê xwe qet dernexist. Lewra îşgala Kerkukê û stratejişya wî li hev dikir.

Di van şertan de hilbijartina YNKê wek berbijêrê serokkomarî ne rast bû. Di vê tespît û hilbijartinê de sedemên nexwezayî û ne milî hebûn.

Berhem Saleh jî xwedîyê maf nebibû, ku bibe berbijêrê serokkomarîya Iraqê.

Lewra Berhem Saleh di heman dem de xwe bazar kir. Ji rêxistina xwe veqetîya, vegeriya YNKê.

Berhem Saleh bi vê helwestê dîyar kir, ku berjewendîya milî ya neteweya kurd û Kurdistanê naparêze; berjewendîyên xwe yên şexsî diparêze.

Berhem Saleh, bi narsîstî û berjewendparastina xwe û bi egoîzma xwe jî dihat nas kirin,

Ji bona herdu aliyan jî (Berhem saleh û YNKê) li holê bêedebîyek û bêexlaqîyek hebû.

Loma jî mafê Berhem Saleh tune bû ku bibe berbijêrê serokkomarîya Iraqê.

METODA HILBIJARTINA SEROKKOMAR, TEMSİLA KURDİSTANIYAN NÎŞAN NADE. YNK-Ê BI VÊ HELWESTA XWE TIFAQA HERDU PARTÎYAN JÎ JI HOLÊ RAKIR…

Wek PDKê jî piştî civîna xwe ya Polîtburoyê tespît kiriye: “YNKê deriyek vekir ku xelkên din, biryarê li ser mafê Kurda bidin.”

Polîtburoya Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) daxuyanîyek belav kir û ragihand, tişta ku vê carê Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kiriye, têkdana lihevkirina siyasî bû, ev jî destpêkeke xirab e.

Polîtburoya PDKê bi serperiştiya Serok Barzanî civiya û pêdaçûn di proseya siyasî ya Iraqê û bûyerên vê dawîyê ji rewangeha parastina yekrêzî û navmala Kurdî û çareserkirina pirsgirêkan kir.

Di daxuyanîya Polîtburoya PDKê de hat gotin: “Derbarê hilbijartina Serokomarê Iraqa Federal de, em tekeziyê li ser wê yekê dikin, ku Serokomar ji destkefta gelê Kurd bû û ne pişka tu partîyeke sîyasî ye. Herdem jî ew kursî di çarçova lihevkirina partiyên siyasî yên Kurdistanî de bû û dihat yekalîkirin. Lê vê carê ew tişta ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê kiriye, têkdana vê lihevkirinê bû, ev jî destpêkeke xirab e.”

 Di beşeke din a daxuyanîya xwe de PDK dibêje: “Ji ber wê jî, em vê kursî û awayê danîna vê carê ya serokmar, wek nûneratî û mafê gelê Kurdistanê nabînin. Herwiha em dibînin ku pêngava YNKê, derîyek vekir ku xelkên din, ne nûnerên gelê Kurdistanê, biryarê li ser wî mafê me bidin.”

 Derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de Polîtburoya PDKê ragihand: “PDK bi girîngî li pêngavên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê dikir û beşdarî gotûbêjan jî bûye, bi taybet jî ku bi girîngî dizane ku di Iraqa nû de her pêkhateyek bi mafên xwe yên destûrî, bighê. Lewma jî em niha pêngavên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê bi hûrî dişopînin û em di dema guncayî de biryara pêwîst li ser didin.” (Kurdistan24)

Gelek diyar e ku YNKê bi vê helwesta xwe tîfaqa herdu partiyan jî têk bir. Ev helwesta YNKê hîç şik tune ye ku dê bandoreke negatîf li ser avabûna Hikûmeta federal ya Iraqê û Kurdistanê jî çê bike.

SEROKOMARBÛNA BERHAM SALEH DARBEYA DUYEMÎN YA LI DIJÎ ŞOREŞA MILÎ YA SIYASÎ YE. DESTHİLATDARBÛNA ÎRANÊ YE…

Hîç şik tune ye ku YNKê xweser Berhem Saleh nekir berbijêrê serokkomariya Iraqê. Gelek aşkere bû ku Îranê daxwaz kir, YNKê bi bandora Grûba Xiyanetê ya referandûmê û Kerkukê Berhem Saleh kirin berbijêr. Ew kesên din jî mecbûr bûn ku vê biryarê hilbijêrin.

Di vê derbarê de Senatorê Emerîkî dibêje, kuBerhem Saleh bi bandora Îranê bû serokkomar.”

Senatorê Amerikî Marco Rubio,  di derbarê hilbijartina Behrem Saleh wek serokkomarê Iraqê de daxûyanîyek da. Rubio da xûyakirin ku, Behrem Saleh bi bandora fermandarê Hêzên Qudsê Qasim Silêmanî hatîye helbijartin.

Senatorê Amerîkî Marco Rubio di twitterê de ragehand: Tiştekî şaş e eger em bêjin di mijara destnîşankirina serokkomar û serokwezîrê Iraqê de, ji Amerîka û Îranê kîjan alî serkeftîye.

Marco Rubio di mijara destinîşankirina Berhem Salih û Adil Ebdulmehdî de, Îran wek aliyê serkeftî pênase dike û dibêje, ku Fermandarê sipaha Quds, Qasim Silêmanî ew rêkeftin pêk anîye.

 Marco Rubio dibêje: Bi zelalî dîyar e ku alîyê serkeftî Îran e. Fermandarê sîpaha Quds a ser bi Supayê Pasdarên Îranê ve Qasim Sulêymanî bi xwe ev rêkeftin encam daye.

 Wî senatorê Amerîkî ew rêkevtina ku li ser destê Qasim Silêmanî hatîye bicîkirin, bi pêşhateke xirab bi nav dike.”

Hemû dijmin û Tirk jî gelek kêfxweş in ku Berhem Saleh bûye serokkomarê Iraqê. Berdevkên tirkan diyar kirin ku bi hilbijartina Berhem Saleh, “lîstîka Serok Barzanî hatiye xirab kirin”.

Gelek aşkere ye ku serokkomarîya Berhem Saleh, bi daxwaz û piştgirîya Îranê bû. Loma jî li Iraqê desthilatdarbûna Îranê ye.

Di heman dem de serokkomarîya Berhem Saleh, darbeya duyemîn a li dijî Şoreşa Milî ya Siyasî Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ye.

Di axevtina xwe ya yekemîn de jî got ku “ezê yekîtiya axa Iraqê biparêzim. Ji bona min ferqa Necef û Hewlêrê tune ye.”

Hîç şık tune ye ku serokkomarê Dewleta Federal, yekîtîya axê ne, yekîtiya Dewleta Federal diparêze. Lê dema ku mirov li referans û nerînên Berhem Saleh di derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê û Dewleta Kurdistanê yên negatîf binêre, derdikeve holê, ku qesta wî parastina dewleta unîter ya Iraqê ya erebî ye.

Amed, 05. 10. 2018

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir