Daxûyanî li derheq lidarxistina komcivîna berfireh a Rêberiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Daxûyaniya nûçeyî a komcivîna Rêberiya PDKÎ

 

Di komvivîna herî nû a Rêberiya Hizba Dêmokrat a kurdistana Îranê de, tevî tekezî li ser hewcehiya yêkdengî û yêkrêziya qahîme hêz û aliyên siyasiye Kurdistanê û alîkariya bi kiryar a opozîsyonê ji bona derbasbûn ji komara îslamî, behsa wê yêkê jî hate kirin ku bona xistina qedemaye rêjîma komara îslamî û çêkirina Îranekî tena li pêşerojê de, li gireva parvekirina dêmokratîke deshilatê û bidestveanîna azadiyê, wekhevî û mafê berheqe hemî pêkhateyên wî welatî de ye.

Ev komvivîna Rêberiya Hizba dêmokrat a Kurdistana Îranê bi pişkdariya piraniya nêz bi tev endamê Rêberiya Hizbê bi armanca bas û berhevdana rewşa siyasiye Îranê û tevgêra rizgarîxwazane a Kurd li Kurdistana Îranê hate lidarxistin.Kombûnê bi ragirtina bîstekê bêdengî bona rêzgirtin ji yad û bîranîna Şehîdên Kurdistanê destpêkir, piştre rêzdar Mistefa Hicrî, Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî a PDKÎ hilsengandin û berhevdana siyasiye Navenda Birêveberiya Hizbê li derheq dawî guhertinên herêmî, Îran û Kurdistanê pêşkêş kir. Piştî hingê berhevdana siyasiye Navenda Birêveberiya Hizbê ji aliyê endamê Rêberiya Hizbê ve kevte ber bas û şirove û rexne û nêrîn û pêşniyaran û hate dewlemenkirin û komek erkên taybet bi Navenda Birêveberiya Hizbê hatne spartin.

Komcivîna Rêberiya Hizbê bi amajekirin bi şer û aloziyên çend mehên derbasbûyî li Rojhilata Nawîn kir ku bi êrîşa Hemasê bo ser Îsraîl û berteka herî tunde wî welatî li Zîvala Xezê dest pê kir û niha bi tevdaniya milîsan û êrîşa wan hêzên niyabetî bo ser Îsraîl û berjevendiyên Amerîka li welatên herêmê de berfirehtir bûye, û rêberiya Hizbê komara îslamî bi sebebkareê serke yê kurbûna zêdetire pirskirêkan û ne tenahiya siyasî û ewlehiya Rojhilata Navîn zanî.

Kombûna Rêberiya Hizbê amaje bi vê yêkê da ku ne ev kavilkarî û vêraniya ku li Xezê de diqewime bo komara îslamî re girînge, û ne xema wî xelkê bêberevan de ye kû xwîn bi ser wan de dibare, belku eva ku bo rêjîma komara îslamî re girînge, afirandina pirskirêkên siyasî û ewlehî li herêmê de ye bi armanca mana xwe û ji bona derbasbûn li pirskirêkên navxweye welat ku pêsîra wê girtine.

Komcivîna Rêberiya Hizba Dêmokrat bi baldan bi hatina 22 yê Rêbendanê 45 emîn sala geheştina komara îslamî bi desthilatê, avir da wê yekê ku civatên xelkê Îranê di sala 1979 a Zayînî de daxwazkarê dêmokrasî, azadiya siyasî û wekheviya civakî bûn û vê armancê jî şoriş kirin heta ku dawiyê bi zordariya siyasî bînin û azadî û mafê medenî û dêmokratîk yên xwe bi dest ve bînin. Lê em dibîni piştî 45 salan bi kiryar tenê cihê Şahenşah û Weliyê Feqîh hatiye guherîn û li jêr deshilata komara îslamî de çend qat zêdetir digel pirskirêkên weke belengazî, bê karî, bê mafî û tepeseriya xwast û daxwazên bingehîne xwe hember bûne.

Piskirêk û arîşeyên civakî yê dehan salî di demekê de ser hev bûne keleg ku komara îslamî di cihê baldan bi xelkê û çareserkirina pirs û daxwaziyên wan, heta niha sedan Milyard Dolar ji serweta giştiye welat bona siyaseta xwe ya tevdaniyê li herêmê de, teyarkirina milîsên curbicur bona şerê niyabetî û îdolojî û hêjmoniya xwe a siyasî xerc kiriye. Lewma li destpêka 46 saliya temenê xwe de li nava civatgeha cîhanê de weke mezintirîn rêjîma piştevanê tirorîzma navdewletî û sebebkarê nehêminkirina herêm û dunyayê hatiye naskirin û li navxweya welat de jî rewayetiya herî kêm a siyasî heye û tenê bi zora çekê û tepeseriyê kariye deshilata xwe biparêze.

Komcivîna Rêberiya Hizbê li parekî diyê a bernama karê xwe de bi baldan bi birêveçona gera nû a hilbijartina meclisa şêvra îslamî û meclisa xêbrigana rêberî li meha Reşema Îsal de, li ser vê bawerê bû ku pêvajoya nerizayetiyan li yêk dehka derbasbûyî de bi taybetî piştî şorişa Jîna “Jin, Jiyan, Azadî” ve xelkê bi temamî qedera xwe digel de yêkalî kiriye û rêve birina maşkanêya hilbijartinan ne tenê nikare berjenga asayîbûna rewşa welat be û rewatiya nemayî bo vê rêjîma tepeserkar û mafpêpeske re vegerîne, lê bi xatircemî ve dê bibe derfetekî din li xebata mafxwazane a gelên Îranê û gotina “Ne” yekî din bi vê rêjîmê.

Bilind nirxandina xebata medenî û hişmendî û pêşkevtina civatgeha Kurdistanê ku li 2 mehên derbasbûyî de li 3 boneyên cuda cuda de gelek bi başî xwe îsbat kir, hewcehiya liser hev xistina hêz û şiyana xebatkariya Kurdan li Îranê, bihêzbûna opozîsyona komara îslamî û hewcehiya yêkitî û alîkariya bi kiryar a opozîsyonê bi armanca derbasbûn ji komara îslamî, çend mijarên dinêye basên siyasî û teşkîlatî, li komcivîna Rêberiya Hizbê de kevtne ber bas.

 Komcivîna Rêberiya Hizba Dêmokrat a kurdistana îranê piştî xistina ber basê ye komek mijarên dinê ye navxwe û teşkîlatiyê Hizbê û biryar standina li ser wan mijaran, dawî bi karên xwe anî.

 

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Birêveberî

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *