70 sal berî niha Komara Kurdistanê hat avakirin

Îro 70 salîya salvegera damezrandina Komara Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê ye û bi vê helkevtê jî du merasimên taybet li bajarên Hewlêr û Koye yên Başûrê Kurdistanê hatin lidarxistin.

70 sal berî niha di 22ê Çile ya sala 1946an de li Rojhilatê Kurdistanê yekemîn komara modern a kurdan bi navê Komara Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê hat avakirin.

Paytexta Komara Kurdistanê bajarê Mihabadê bû û Pêşewa Qazî Mihemed jî Serokomarê yekemîn komara modern a kurdan bû. Rûberê komarê bi giştî weke ku hatiye texmînkirin, 37 hezar û 437 kîlomter bûye û zimanê fermi yê koamrê jî Kurdî bûye.
Ragihandina fermî ya komarê di 22ê Çile ya 1946ê (yan 2ê Rêbendanê) li qada Çar Çira ya Mihabadê hat kirin.

Komara Kurdistanê piştî şerê cîhanî yê duyem û di demekê de hatibû avakirin, ku leşkerên her du welatên bihêz ên cîhanê yên wê demê, Rûsya û Birîtanya derbasî nav axa Îranê bibûn û li bakur û başûrê Îranê bicih bibûn û tenê beşek ji navenda bê alî û yan jî di destê hêzên Hikûmeta Îranê de bûn.

Bi helkevta salvegra damezrandina komarê, îro du merasimên cuda li du bajarên Hewlêr û Koye yên Başûrê Kurdistanê hatin lidarxistin.

Li Hewlêrê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) li hola şehîd Seid Ebdullah merasimek lidarxistibû ku têde çend berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî amade bibûn.

Herwiha li bajarê Koyeyê jî Partiya Demokrata Kurdistanê (Rojhilat) li navenda xwe ya leşkerî merasimek bi vê helkevtê lidarxist.

Komara Kurdistanê bo heyama 11 meh û 22 rojan berdewam bû û piştî lihevkirina Îran û Rûsyayê û derketina leşkerên rûs ji Îranê rastî êrişa Artêşa Îranê hat û dawî bi heyama desthilatdariya wê komara kurdî hat.

Di dema êrişa Artêşa Îranê bo ser Komara Kurdistanê de, Serokomarê wê Pêşewa Qazî Mihemed piştî gotûbêj bi çend endam û serkirdeyên komarê re biryar da ku bi awayeke aştiyane komar xwe radest bike û bêyî şer leşkerên Îranê derbasî nav bajarê Mihabad a paytextê Komara Kurdistanê bibin.

Hêzên Îranê piştî çend rojan Serokomarê Kurdistanê Qazî Mihemed û Wezîrê Parastinê Seyfî Qazî û Parlamenterê Mihabadê li Parlamentoya Îranê Sebrî Qazî ku 2 endamên malbata wî bûn, girtin û di 31ê Adar a sala 1947ê de îdam kirin.

Kabîneya Hikûmetê ya Komara Kurdistanê ji Serokwezîr Hacî Babe Şêx û 13 wezîran pêkdihat. Wezîrên Kabîneya Hikûmetê di serdema Komara Kurdistanê de bi vî awayî bûn:

Serokwezîr: Hacî Babe Şêx

Wezîrê Parastinê Seyf Qazî

Wezîrê Navxwe: Mihemed Emîn Muînî

Wezîrê Aborî: Ehmed Îlahî

Wezîrê Poste û Telegrafê: Kerîm Ehmediyan

Wezîrê Ferheng: Menaf Kerîmî

Wezîrê Propagandayê: Sidîq Heyderî

Wezîrê Kar: Xelîl Xusrew

Wezîrê Bazirganî: Hacî Mistefa Dawûdî

Wezîrê Çandiniyê: Mehmûd Welîzade

Wezîrê Rê: Îsmaîl Îlxanîzade

Wezîrê Tendirustiyê: Seyid Mihemed Eyûbiyan

Wezîrê Şêwirmendiyê: Ebdulrehman Îlxanîzade

Wezîrê Dadê: Mela Husên Mecdî

http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/220120165

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *