Hilbijartinên li Başûrê Kurdistanê nîşana demokrasîyê ye, em gelê xwe pîroz dikin

Li gel hemû plan û zextên dijwar yên xêrnexwazên Kurdistanê û li gel hemû kêmayî û xeletîyên nevxweyî , hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê di roja 30.09.2018an de bi beşdarîya ji %57.96ê gelê me Başûrê Kurdistanê li dar ket .

Li dar ketina hilbijartinan, nîşana îradeya parastina demokrasîyê ye. Di hilbijartinan de beşdarbûn , beşdarnebûn mafekî demokratîk e. Em ji ber li dar xistina hilbijartinê, gelêxwe û hemû partîyên ku beşdarî hilbijartinê bûne pîroz dikin. PDK weke partîya yekemînbiserketîye, em Rêzdar Serok Mesûd Barzanî û hemû endam û rêvebirên PDKyê pîroz dikin .

Em rêzê li helwesta gelê me ku beşdarî hilbijartinan nebûne digirin.

Hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê, careke din nîşan dide ku, Herêma Kurdistanê ji piranîya dewletên Rojhilata Navîn zêdetir li prensîb û pêwîstîyên demokrasî û azadîyêxwedî derdikeve û bicîh tîne. Li gel hemû  kêmasî û xeletîyên heyî ,  hemû reng û pêkhateyên li Kurdistanê dijin, bi nasnameyên xwe yên etnîkî, dînî, mezhebî, civakî  sîyasî û fikrî  beşdarî hilbijartinan bûne û piranîya wan di parlamentoyê de cîh girtine.

Aşkere ye ku li gorî hilbijartinên 2013an û li gorî beşdarîya referandûma serxwebûnê , rêjeyabeşdarîya hilbijartinê kêmtir bûye.

Em hêvî dikin  hemû partîyên sîyasî yên Başûrê Kurdistanê ji kêmbûna rêjeya beşdarbûnahilbijartinan encamên maqûl, zanistî, rasteqîn û bêalî derxînin.

Em hêvî dikin  encamên hilbijartinan bibe sebep da ku hemû partîyên Başûrê Kurdistanê ji boxwedî derketina maf û destkeftîyên federalî, destûrî  yên Herêma Kurdistanê  û ji bo xwedî derketina encamên referandûma serxwebûnê bi hişmendîyeke netewî û niştimanî, yek helwest û yekgirtî bin.

Em hêvî dikin  encamên hilbijartinan bibe sebep da ku hemû partîyên Başûrê Kurdistanê ji boçareser kirina pirsgirêkên aborî, civakî, îdarî û ji bo pêşde birina edaleta civakî, azadîyaramanî, perwerdeyeke netewî, niştimanî û hevdem, birêxistin kirina  civateke sivîl û ji bo baş kirina rewşa aborî ya gelê me , bi hişmendiyeke netewî û niştimanî, yek helwest û yekgirtîbin.

Em hêvî dikin  encamên hilbijartinan bibe sebep da ku hemû partîyên Başûrê Kurdistanê ji bodamezrandin, xurt kirin, yek kirin û modernîze kirina hemû dezgehên dewletbûnê, bihişmendiyeke netewî û niştimanî, yek helwest û yekgirtî bin.

Hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê , di meşa serxwebûn, aza û demokrasîya liBaşûrê Kurdistanê de qonaxeke girîng e. Divê îtîrazên maqûl yên li ser xeletî, neheqî û kêmayîyên hilbijartinê bêne çareser kirin û divê hemû kes rêzê li van encaman bigirin. Herweha ji bo ku ev encam bibin destpêka lixweveger û vejîn û geşedaneke , divê her alîbi berpirsyarîyeke netewî û dîrokî tevbigere. 02.10.2018

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *