Serok Berzanî ferman da ku; honandina Pêşmerge de reformek bingehîn çêbike

Naveroka nameya Barzanî bo Wezareta Pêşmerge
Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî biryarnameyek ji Wezareta Pêşmerge re şand û ragehand ku rê li ber hizbayetiya di nav wezaretê de bigirin.

Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Hêzên Çekdar ên Kurdistanê Mesûd Barzanî 14’ê vê mehê biryarnameyek ji Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê re şand û got ku rê li ber hizbayetiya di nav wezaretê de bigirin û bila tenê wezaret meaşê Pêşmergeyan bide.

Teksta biryarnameya Mesûd Barzanî wiha ye:

Bo Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Babet: Rênimayî

Ji ber ku Wezareta Pêşmergeyan wezareteka giring e û erkeke giran û pîroz li ser milên wê ye, ew wezareta hemî gelê Kurdistanê ye. Niha jî dema ku hikûmeta Kurdistanê hikûmeteke bingehfireh e û ne hikûmeteke pêncî bi pêncî ya du partiyan e divê reftarên karmendên wezaretê jî reftarên neteweyî bin û ne hizbî bin.

Ji ber vê yekê jî divê gelekî bi hûrî pêgirî bi van xalan bên kirin:

1- Bi hîç rengekî çênabe ku karê rêxistinî û hizbayetiyê di nav wezaretê de bê kirin û ew kesên ku bixwazin di nav wezaretê de hizbayetiyê bikin bila dest ji kar berdin û li hizba xwe vegerin.

2- Dabeşkirina çek û teqemeniyan divê li gor pêwistiyên cepheyên şer be û ne li ser bingehê pêncî bi pêncî yê hizbî be.

3- Butçeya hemî hêzên Pêşmergeyan digel lîwayên wezaretê û herdu yekîneyên 70 û 80’yê jî divê ji aliyê Wezareta Pêşmergeyan ve bê dabeş kirin û ne wekî berê were kirin.

4- Divê herçiqasê zûtir be Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê bi rêkûpêkî bibin yek. Bi awayekî ku hizbayetî tê de nebe.

5- Bila guhertin di wan fermandeyan de bê kirin ku di şerê li dijî terorîstan de nikarîne erkên xwe bi başî bi cih bikin û fermandeyên nû ku çalak bûn li cihê wan bên danîn.

6- Di kîjan meqamî de dibe bila bibe, her karmendê ku li ser rewşa wezaretê raporan bide hizbekê dê were ceza kirin û di dadgeha leşkerî de bê mehkeme kirin.

7- Her hêza ku li derveyî wezaretê hebe dê neqanûnî bê hesibandin û rê ji tu kesî re nîne ku hêzeka nû li derveyî wezaretê ava bike.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

14/12 201

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *