Ji bo civatek serbixwe, demokratîk û azad!|Thursday, November 15, 2018

Peyamek ji Serok Barzanî ji bo raya giştî ya Kurdistanê Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê

“Ew berpirsên emnî û serbazî û hizbiyên erkê parastina devera Şengalê stuyê wan bû ji ser karên xwe hatine dûrxistin û lîjneyekî lêkolînî jî ji bo derxistina rastiyan pêkhatiye.”

Li beranber êrîşa dirindaneya terorîstan da Kurdistan azayane bergiriyê li xwe dike û civaka navdewletî û welatên dost jî piştgîriya xwe ji bo gelê Kurdistanê ragihandiye û pişt bi xwedayê mezin û îradeya we û hêza Pêşmerge terorîst tûşî şikestê dibin û tola şehîdan û koçberan û karesata Şengalê hildidin. Cihê xwe ye destxweşiyê li hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bikim ku rê ji bo rizgarkirina xuşk û birayên Êzîdiyan li çiyayê Şengalê vekirin û hejmarekî zêde ji wan azîzan rizgar kiriye. Her wiha bi pêwîstî dizanim gelek spasiya Amerîka û welatên dostê gelê me bikim ku gelek yarmetiyê ji bo rizgarkirina wan dan.

Piştî rûdawên Şengalê û ew karesata li ser xuşk û birayên me yên Êzîdî da hat, ew berpirsên emnî û serbazî û hizbiyên erkê parastina devera Şengalê stuyê wan bû ji ser karên xwe hatine dûrxistin û lîjneyekî lêkolînî jî ji bo derxistina rastiyan pêkhatiye û lîjne biryar li ser sizadana wan berpirsan dide ku li parastina xelk û Pêşmerge de, kêmterxem bûne.

Ewê li Şengalê rûda tenê li ser xuşk û birayên me yên Êzîdiyan da nehatiye belku êşeke me hemûyan azar dide. Ew berpirsên diviya canê xwe feda kiriban û Şengalê bi cîh nehêlin, her wekî sozê bi min dabûn, diviya li gel wan Pêşmergeyên qehreman ku şêrane mane û bergiriyê kirine, biman. Pişt bi xwedayê mezin nahêlîn dijmin bigihin meremên xwe.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
14.08.2014

Nerîna te