PAK ÎRO LI ROBOZKÊ BÛ

Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) îro bi girseyî çû Robozkê û êşa malbatên şehîdên Robozkê parve kir û li ser goristana Robozkê daxuyanî da.

Serokê Giştî yê PAKê rêzdar Mustafa Özçelik di daxuyaniyê de anî ziman ku;

”Robozkê kilîta destpeka aÅŸitî û çareserkirineke rasteqîn e. Heta ku Dewleta Tirkiyê failên Robozkê dernexe holê û ji Kurdan lêborîna xwe nexwaze ewê meseleya Kurd û Kurdistanê tu car çareser nebe. Ferqa vê komkujiyê ji Dêrsîm, Agirî û Zîlanê nîne.

Ewên ku vê keraseta anîn serê gelê Kurdistanê wê cezayê xwe bikşînin.”

Axaftina Rêzdar Özçelik gelek caran bi diruşmeyên ‘’Bijî Kurdistan!; Şehîd Namirin!’’ hate birîn.

Piştî axaftinê, kulîlk û alên Kurdistanê li ser gorên şehîdan hate danîn.

Paşê heyeta PAKê Komeleya Roboski-Derê zîyaret kirin.

Gelê Robozkê, malbatên şehîdan û Komeleya Roboski-Der bi awayekî gir û dilsozane pêşewaziya heyeta PAKê kirin. Û bi hestên welatperwerane heyeta PAKê oxir kirin.27.12.2014

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *