Ji bo civatek serbixwe, demokratîk û azad!|Monday, July 16, 2018

Serok Barzanî û Serxwebûna Kurdistanê-3 

Siddîq Bozarslan

Endamê Komiteya Rêveberîya PKK/KCK Duran Kalkan (Abbas), di weşana PKK Med Nûçe da axivî û di derbarê rêveberîya Başûrê Kurdistanê da gelek tişt got ku di esasê xwe da  avukatîya Baxda, Tahran, Ankara û Şamê bicîhanî. Li gorî Kalkan PDK û YNK li hev hatine û sistemek avakirine û li gorî wê sistemê rêveberîya Başûrê Kurdistanê didoîmînin û bi taybetî PDK dixwaze sîstema serokatîyê çêke wek AKP li Turkîyeyê. Xwedêgiravî Kalkan sistema heyî wek diktatorîyê bi nav dike û dibêje ku Şengal, Germiyan, Kerkûk, Silêmanî, Hewlêr û Dihok divê xwedîyên rêveberîyên xweserî bin. Kalkan dixwaze bije ku bila kanton hebin wek li Efrîn, Qamişlo û Kobanê hatine çêkirin. Kalkan îdîa dike ku “demokrasîya PKK Şengalê ji qirkirinê parastîye” û gotinên xwe yên cambazîyê didomîne û dibêje “Hêzên Parastina Kurdî divê bibe yek, di bin fermandarîyeke mişterek da bigîhîjin hevdu. Em banga wê dikin, lê hê jî me ji Başûrê Kurdistanê bersiv nesitandîye.”

Kalkan, xençera ku 39-40 sal berê ji Ankarayê standîye û  wê bi dîqet heta îro bikaranîye û parastîye; ew bi wê xençera gemarî dixwaze li birînên Êzîdî, Soran û Kurmanc bixe û wan birînan di nav xwînê da bihêle. Belam Kalkan baş dizane ku sistema li Başûrê Kurdistanê heye, naşibê sistema Tirk ango ya AKP. Li Parlamana Başûrê Kurdistanê ya Federal 111 endam heye. Belavbûna kursîyan  jibo partîyan weha ye: PDK-38, Goran-24, YNK-18, Yekgirtû-10, Komela 6. 15 kursîyên dî jî di nav partiyên dî û civatên olên cuda da (wek Mesîhî, Turkmen, Partîya Zehmetkêşan, Partîya Sosyalist û Partîya Komunist) wek kota hatine parvekirin. Hukûmata niha jî ji her pênc partî çêbûye digel ku hukûmat dikaribû ji du an sê partiyan jî pêkwere. Jibo xesasiyeta heyî bi awayeke herî fireh hukûmat avabû û ew karên xwe didomîne.

Digel guhertinên demên dawîyê êdî 5 ziman li herêmê wek zimanên resmî û perwerdeyê hatîye qebûlkirin. Kurdî, Erebî, Tirkî (Tirkmenî), Suryanî-Asurî û Ermenî. Hemî kêmnetewe û komên oldar xwedî komele, dibistan, rojname, televizyon û cîyên îbadetê ne. Kêmasî dikare hebe û ew bibe ciyê nîqaş û rexneyan. Lê bi vî halê xwe jî nimûneyeke demokrasîyê ya herî baş e li seranserê Rojhilatanavîn. Kalkan jî vê rastîyê dizane. Digel vê rastîyê jî Kalkan qet fedî nake û behsa ol, lehçe û grubên cuda dike. Digel vê rastîyê jî eger hin kes an hêz-grup-partî rabin behsa diktatorîyê bikin; van derdoran rasterast xizmetê ji dewletên kolonyalîstên Kurdistanê û xêrnexwazên Kurdistanê ra dikin. Bi awayeke dî meriv nikare van dîtinan şirove bike. Loma Kalkan bi van gotinên xwe parêzvanîya Ankara, Tahran, Bexda û Şamê dike. Esas mexsed û miradê Kalkan û hevalên wî parçekirin û ji holê rakirina Başûrê Kurdistanê ye ku îro li wir ew dixwazin bibin dewleteke serbixwe.

Bi taybetî derdora salek e ku rêveberîya PKK û rêxistinên pê ve girêdayî, kampanyayeke gelek xirab li hemberî PDK û Serok Barzanî dimeşînin. Van derdoran heger jibo başkirin û xurtkirina rewşa Başûrê Welatê me di çarçoweya rexneyan da rexne li Barzanî an PDK ango bi awayeke giştî di derbarê desthilatdarîyê da bigirtana; wê çaxê meriv dikaribû wan fêhm bikiraya. Lê rewşa heyî ne welê ye. Jiber ku Barzanî Serokê Başûrê Kurdistanê ye û PDK jî partîya herî mezin e; ew bûne hedefa tîr û kevanên PKK. Lê di esasê xwe da ev kampanya di çarçoweya fireh da li hemberî tevayîya desthilatdarîya Başûrê Kurdistanê ye. Bi taybetî jî roja ku serxwebûna Kurdistanê ketîya rojeva Başûrê Kurdistanê û virda; dozaja vê kampanyayê her ku diçe bilindtir dibe û di encamê da ev dikare bi xwe ra şerê navxweyî jî bîne ku di vî derbarî da gelek nîşan hene. Bi kurtayî çend nimune divê were destnîşankirin ku van nimûneyan qet elametên başîyê nînin ku jibo gelê Kurd nîşan didin.

Xetip Dîcle gotibû wan doza serxwebûnê “avêtine ser sergoyê (çopê)” û wd; Zibeyîr Aydar jî gotibû  “Barzanî dixwaze dewleteke piçûk ya eşîrtîyê damezrîne û ew li dijî wê ne”; Selahattin Demirtaş jî gotibû ku “xeter e ku Şengal here ser Kurdistanê”. Gotin û propagandayên Cemil Bayik, Mustafa Karasu û gelek kesên dî jî raya Kurdperwerîya giştî pê dizane. Jibo hevkarî û yekîtîyeke netewî li Başûrêrojavayê Welatê me çêbe, civînên Hewlêr û Dihok di serpereştîya Mesud Barzanî da pêkhatin lê encam li ortê ye. Li gorî nûçeyên dawîyê, li kantona Efrînê Alaya Kurdistanê û sûretê Mele Mistefa Barzanî hatine qedexekirin. PYD ya ku girêdayê PKK ye û rêveberîya kantonê dike; wer xuya ye ku qedexeyên ku heta niha Şam, Ankara û Tahran li ser miletê me dikir û êdî ew nikarin bi metodên xwe yên kevnare van hovîtîyan bidomînin, sed mixabin vî karên wan ên hovîtîyê PYD tîne şûnê û him jî li ser navê Kurdayetîyê. Wer xuyaye ku em dê hê gelek hewildanên sosretê bibînin. HDP jî li Stenbulê li Salona Navenda Çandî ya Mistefa Kemal Beyannameya xwe ya hilbijartinê aşkere kir. HDP destnîşan kir ku ew piştgirîya Dewleta Serbixwe ya Filistînê dikin. Di beyannameyê da 8 car navê Kurdî, 9 car navê LGBT (lezbiyen-qunek), 62 car navê jin derbas dibe. Behsa Israil, Filistin, Suriye tê kirin lê qet behsa Başûrê Kurdistan nake. HDP wek Partîyeke Ankara dikare bibe partîya jinan û heta ya quneka û lezbiyenan jî; ew êdî bi dilê wan e, lê bila qet behsa Kurda nekin. Balkêş e ku heman HDP wek AKP, CHP û MHP û hemî Partîyên Ankarayê mafê 20 milyon zêdetir Kurdên ku di bin dagirkerîya Turkiyeyê da dijîn; mafê wan yê dewletbûnê naparêzin; lê mafê dewletbûna Filistînê diparêzin. Bi vî beyana xwe HDP nîşan da ku ew jî Partîya Ankarayê ye û ne demokrat e. Her Kurdekî/e welatparêz xwedîyê wê mafê ye ku hemî Partîyên Ankarayê bi rexneya herî sivik wek nîjadperest bi nav bike û rayên xwe nede wan ku di nav wan da HDP jî heye. Avakirina HDP, li ser daxwaza Îmralîyê çêbû ku ev jî projeya Ankarayê bû; bi tabîreke dî rêveberîya esasî ya HDP, bi rîya Ocalan MÎT bixwe ye.

Bi kurtayî PKK û rêxistinên girêdayê wê ji xwe ra kirine hedef ku di bin bandora Tirk da gelê Kurd têxin nav sistema Ankarayê û loma Ocalan di Newroza 2013 an da Misak-i Milî ya Tirk parastibû ku Başûr û Başûrêrojavayê Kurdistanê jî di nav da ye. Ocalan hê dema li Şam û Bakaayê bû, pirî caran dubare kiribû ku “Li Bakûrê Îraqê Îsraileke duyem çêdibe” ku ew xeter e jibo Dewleta Tirk û hemî herêmê. Ocalan destnîşan kiribû ku hêzên PKK jibo ewleyî û xurtkirina Turkiyeyê amade ye ku xizmetê bike da ku pilana Îsraila Duyem bi sernekeve. Piştî ku Ocalan hat Îmraliyê wî van fikrên xwe ji zapitên Tirk ra bi awayeke firehtir dubare kir. Loma gotinên vê dawîyê yên Duran Kalkan û yên rêveberên PKK û yên bi wan ve girêdayî, hemî helqeyên zincîrek in. Bo wê ye ku li jêr hin dîtinên Ocalan ku di destpêkê da li Îmralîyê ji zapitê Tirk ra gotîye; bê şirovekirin min li jêr digel Tirkîya wan pêşkêşî we xwendevanan kir da ku ev pilana xirakirina Kurdistanê baş were dîtin. Dîtinên Ocalan vaye li jêr e:

”… Dema ez hê li Roma´yê bûm min ji berêz Tayfun Talipoğlu ra got. ´Here bêje bila ji min ra rohnîyeke kesk vêxin´ ´Bila min li vir bi van ra nedin miculkirin´ min got. Ew şahidê min e. Ji kerema xwe ji Serokerkanîyê ra bêjin bila zêde min nepelixînin. Jixwe min di îlonê (rezber-Çirîya pêşîn) da agir birîbû. Min got ´Ez dixwazim ji vana xilas bibim.´ Di derbarê tekîtîya dewletê, yekbûyîna welat da angaşta (tez) min hebû. Hemî bi nivîskî, bi wesîqe (dokuman). Ez van tiştan niha nabêjim ku, min avêtin nav agir, ez çi bikim. ” (Ocalanê Îmralîyê dibêje ku, Rojnameya Aydinlik-ra- 22.12.2013, r.7)

”… Daha Roma’da iken sayın Tayfun Talipoğlu’na söyledim. ‘Git söyle bana bir yeşil ışık yakılsın’  dedim. ‘Beni burada bunlarla uğraştırmayın’ dedim. Kendisi şahidimdir.  Genelkurmaya söyleyin beni fazla ezmeyin lütfen. Eylülde zaten ateş kesmiştim. ‘Bunlardan kurtulmak istiyorum’ dedim. Devletin tekliğine, ülkenin bütünlüğüne dair tezlerim de vardı. Hepsi yazılı, belgeli. Ben bunları şimdi söylemiyorum ki, beni ateşe attılar, ne yapayım. ‘’ (İmralı´daki Öcalan diyor ki! ag. 22.12.2013, s. 7)

“… Ger dewlet bixwaze bila min bidarde bike, ez cidiyeta dewletê asas digirim. Ez ji niha pêve di vê rê da dê bimeşim… Hun min bikujin jî niha ez hurmetê digrim. Ji we ra hurmetê digirim, min tu carî fedî nekir. Min behsa mamostayê parastina netewî binbaşî (serbaz) kiribû.  Tesîra wî heta niha jî li ser min gelek mezin e. Ew dewlet bi xwe bû. Ew jibo min hebûnekî miqedes bû. Ez dixwazim bêjim ku ez ne li hemberî tu kesî bûm ku dewletê di şexsîyeta xwe da temsîl dikir.” (ra. 22.12.2013, r.7)

‘’…Devlet beni isterse idam etsin, devletin ciddiyetini esas alıyorum. Ben bundan sonra bu yoldan yürüyeceğim… Beni öldürseniz de şimdi saygı duyarım. Size saygı duyuyorum, hiç bir zaman sıkılmadım. Ben milli güvenlik hocası binbaşıdan bahsetmiştım. Halen üzerimdeki etkisi çok büyüktür. Devletin ta kendisi oydu işte. O benim için kutsal bir varlık gibiydi. Demek  istediğim devleti şahsında temsil eden hiç kimseye karşı olmadım…” (İmralı´daki Öcalan diyor ki! ag. 22.12.2013, s.7)

“Min hin tiştan afirand ku Amerika 40 sal bixebite, Ewrûpa jî 40 sal bixebite, Biritanya di 150 salî da bi dest nexist, Rusya jî di nav da tu hêzeke mezin ku nikaribû pêkbînin, ez dê çêkim, ew tiştên ku bi salan e  wan dixwestin bikin, ez dê wê berewajî bikim… Ji ber wê ye ku ez dibêjim, divê em li Îraqê mezin bixebitin. Wê gelek tiştên fireh ya amanca van karan hebin…”(Ocalanê İmraliyê dibêje ku!)

“Öyle bir takım şeyler oluşturdum ki Amerika da 40 yıl uğraşsa, Avrupa da 40 yıl uğraşsa, İngiltere 150 yıl elde edemedi, Rusya’sı da dahil hiçbir büyük gücün yapamadığını yapacağım, onların yıllardır yaptığını tersine çevireceğim… Onun için diyorum ki biz Irak’ta büyük çalışmak zorundayız. Bir sürü geniş amacı olacak o çalışmaların…’’ (İmralı´daki Öcalan diyor ki!)

“… Di realiteya Turkiyeyê da bêordî nabe. Ordî asasê van karan, Xwedê neke eger benê wê bide sivilan, wê li ortê dewlet nemîne… eger îmkanên min piçek vebibe, tiştinên ku ez digel ordîyê çêkim wê mezin be.” (Ocalanê İmraliyê dibêje ku!)

”… Türkiye realitesinde ordusuz olmaz. Ordu bu işlerin özünü, ipini Allah etmesin bu sivillere bırakırsa ortada devlet kalmaz… biraz imkanlarım açılırsa benim ordu ile yapabileceğim büyük işler vardır.’’ (İmralı´daki Öcalan diyor ki!)

“Niha ez herim ba xismên şehîdan, destên hemîyan maçî bikim, dibêjim, ez wek kurên wan tevbigerim.  Ez ji wan ra bêjim ku ez jî kurê we me, hun çi dixwazin bi min bikin, ez di rewşeke weha da me û ez vaya exlaqeke mezin û mînakeke fezîletê dijmêrim. “ (Ocalanê Îmraliyê dibêje ku)

‘’Şimdi bu şehid yakınlarına gideyim, hepsinin ellerini öpeyim diyorum, oğulları gibi hareket edeyim. Diyeyim işte ben de sizin oğlunuzum, bana ne isterseniz yapın, bu durumdayım ve bunu en büyük ahlak ve fazilet örneği olarak sayıyorum…’’ (İmralı´daki Öcalan diyor ki! ag. 22.12.2013, s. 7)

“… Kîtleya li Îranê gelek girîng e. Niha benê Îranê hatiye girtin. Dewletên Yekbûyîya Emerika- DYE- li wê derê nikare du kesî bixebitîne lê em dema bêjin serîhildin, kîtleyek heye ku wê bike. Ev jibo Îraqê jî welê ye.  Bêguman van kesan vala nasekinin. Em wek Turkîye divê wan deran bilez têxin bin bandora xwe… Ez dê wê bikim. Wê hêza Turkîyeyê mezin be… Niha em dê bibin linga herî qeîm ya komarîyê. Wê li ser van lingan Turkiye were merhaleyek ku Rojhilatanavîn bihejîne.  Divê Turkiye bibe welatê serok (pêşawa). “ (Ocalanê Îmralîyê dibêje ku!)     

‘’…İran’daki kitle çok önemlidir. İran’ın ipi şu anda tutuldu. ABD orada iki kişi çalıştıramaz ama biz ayaklanın desek yapacak bir kitle var. Bu Irak için de böyledir. Elbette bu adamlar boş  durmayacaktır. Biz Türkiye olarak hemen oraları etki altına almalıyız… Bunu ben yapacağım. Türkiye’nin büyük gücü olacak…Şimdi cumhuriyetin en sağlam dayanağı ayaklardan biri olacağız. Bu ayaklar üzerinde Ortadoğu’yu titretebilecek bir konuma dönüşecektir. Lider ülke Türkiye olmalıdır.’’(İmralı´daki Öcalan diyor ki! ag.20.12.2013, s.7)

”Ne tenê PKK´yê , ez dê bangewazî bikim ku hemî kîtleya Kurd di çarçoweya giştî da bi Turkîyeyê ra bibin yek. Jibo wê pêwist e ez mejîyê wan hêdî hêdî çîk bikim -Ocalan dixwaze bêje ku ew dê mejîyê Kurda hêdî hêdî bişo ku werin merhaleya ku bi Tirkîyeyê ra bên girêdan- Vaye ev nerîneke şaheser e. “ (Ocalanê Îmralîyê dibêje ku!)

“…Yalnız PKK’yı değil, bütün Kürt kitlelerini  genelde Türkiye ile bütünleşmeye çağıracağım. Bunun için onların beynini yavaş yavaş getirmem lazım. işte bu harika bir yaklaşımdır. ‘(İmralı´daki Öcalan diyor ki! ag.20.12.2013. s.7)

“Em dê li rojhilatê berbi senteza tekûz (mukemel) ya komarîyê ve herin. Ev wek cewherek e. Hun dê di nêzîk da mehsûlên wê bibînin. Eger em li wir hêjayîyeke sedsalî nedin, ewil bila min serjêbikin. Ez hemî cureyên heqaretan qebûl dikim. Çawa ku xwîna herî xweş ya taze di Şerê Rizgarîya Netewî da hat dayîn, dîsa emê bidin. Ev gelek girîng e…” (Ocalanê Îmralîyê dibêje ku!)

“Mükemmel Cumhuriyet sentezine doğru gideceğiz doğuda. Pırlanta gibidir. Ürünlerini yakında göreceksiniz. Eğer orada yüzyıllık bir kazanım vermezsek önce beni kessinler. Her türlü hakareti kabul ederim.  Cumhuriyete en güzel taze kan  nasıl ki Ulusal Kurtuluş Savaşında  verildi,  yine biz vereceğiz. Bu çok önemlidir…’’ (İmralı´daki Öcalan diyor ki! ag. 20.12.2013. s. 7)

24.04.2015- Swed

Hinek nivîsên din:

Nerîna te