Barzanî û aliyên siyasî destêwerdana PKK li Başûr red dikin

Duh, Duşemê, li Pîrmamê bi serpereştiya Mesûd Barzanî, civîna ne çaverêkirî ya aliyên siyasî ligel Barzanî birêve çû.

Hêmin Salih (Hewlêr)

Di civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel partiyên siyasî yên Kurdistanê de, bi tevaya dengan destêwerdana Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Başûrê Kurdistanê hat redkirin, avakirina Heşda Şeibî jî li sînorên madeya 140î bi hemû awayekî hat redkirin. Beşdarbûyên civînê jî amaje bi wê yekê dikin ku, hemû aliyek li ser wê yekê kom bûn ku Barzanî nûneratiya xelk û partiyên Kurdistanê dike, di serdana xwe ya çaverêkirî de bo Amerîka, di wê derbarê de jî aliyên siyasî çendîn pêşniyar û daxwaz pêşkêşî Barzanî kirine.

Duh, Duşemê, li Pîrmamê bi serpereştiya Mesûd Barzanî, civîna ne çaverêkirî ya aliyên siyasî ligel Barzanî birêve çû.

Li gor daxuyaniyeke Serokatiya Herêma Kurdistanê, civîn bi mebesta gotûbêjkirin û veguhertina nêrînan li ser rewşa şerê li dijî rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ), rewşa siyasî ya Kurdistan û Iraqê û serdana çaverêkirî ya Barzanî bo Amerîka.

Lê li gor zanyariyên heftenameya Bas, ku her Sêşem derdikeve, di civînê de bi hûrî behsa destêwerdana PKK li Başûrê Kurdistanê û pêkanîna Heşda Şeibî li sînorên madeya 140 hatiye kirin, hemû partiyan jî destêwerdana PKK di karûbarên Herêma Kurdistanê de û her curê destêwerdanekê jî ku ziyanê bighîne berjewendiyên bilind ên Kurdistanê red kirin.

Herwiha beşdarbûyên civînê, ku tevaya partiyên Kurdistanî bûn, babeta Heşda Şeibî li navçeyên Kurdistanî bi her awayekî red kirin, hemû aliyek jî wek nûnerên xelkên Kurdistanê, piştgiriya xwe bo serdana Barzanî ya çaverêkirî bo Amerîka derbirîn û çendî daxwaz û pêşniyar jî dayînê, heta wî astî jî piştgiriya Barzanî kirine ku, eger behsa serxwebûna Kurdistanê jî bike, ew jî ligel de ne.

Di vê derbarê de, Berdevkê Polîtbîroya Komela Siyasî ya Kurdistanê, Mihemed Hekîm ku beşdarî civînê bibû, taybet ji heftenameya Bas re ragihand ku, çendîn tewerên girîng di civînê de hatin behiskirin û bi giştî yek dengî li ser babetan hebû.

Got jî: “Ez naxwazim navê tu aliyekî bînim ziman lê di civînê de me hemûyan tevlî serokê herêmê jî tekez li ser wê yekê kir ku, Herêma Kurdistanê xwedan parlemento û hikûmet e û serwerî û serokatiya wê heye û desêtwerdana ji vi û wir ve û pêkanîna hêzên li derveyî pêkhateya Wezareta Pêşmerge, ew babet ne cihê qebûlkirinê ne.”

Mihemed Hekîm ragihand jî ku ji mafê Herêma Kurdistanê ye ku bi her awayekî parvekirina rêvebirinê di nav xwe de qebûl neke û got: “Kak Mesûd li gor yasaya pesendkirî ya Parlamentoya Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê ye û ji bo serdana Amerîka jî me çendîn têbînî û pşêniyaz pêşkêş kirin, ku di vê qonaxê de tekez li ser çi bê kirin ligel berpirsên Amerîka, bi awayekî ku em hemû ligel her nêrînekê ne ku xelkên Kurdistanê bixwazin.”

http://www.basnews.com/kr/news/2015/04/21/barzani-u-aliyen-siyasi-destewerdana-pkk-li-basur-red-dikin/

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *