12 ÎLONÊ 1980 destpêka şikandin û têkçûnê ye. (6)

Cano AMEDÎ

Demek şûnda, Esat Oktay û tîma xwe ji îtîrafçîyan rêxistinek kemalist damezrandin.

Di nav wan îtîrafçîyan de endamên komîta navendî, endamên komîta heremî, endamên komîteyên bajar û bajarokan hebûn. Piranîya wan berpirs û mesûlên doyin bûn.

Ew kesên îfade nedidan an jî berxwedidan bi mesûlê xwe yê doyin re rûbirû dibûn.

Ew bêbavên hanê, do jî desthilatdarbûn, ferman didan, li gor emir û fermana wan mesûlan, xortên têkoşer û millîtan, di nav çalakî û hewldanan de dibezîyan.

Ew berpirs û mesûlên do li derva, li dijî pergala dewleta dagîrker çalakîyên sîyasî û çekdarî bi rêxistin dikirin, lê mixabin ew “şêrgeleyên” do di zîndanê de, bûbûn kewên ribat, bi jahra kemalîzmê, têkoşer û şervanên xwe dikirin xulamên dewleta dagîrkeran.

Damezrandina “Yekîtîya Cîwanên Kemalist” (Genç Kemalistler Birliği), di pêvajoyek ewha de pêk hat. Şoreşgerên doyin, kemalîstên îroyin, qawiş qawiş digerîyan û dersên kemalîzmê didan. Di bin navê Kural û dîsîplînê de, sîstema îşkencê, bi şev û roj didomandin.

Xidir Akbalik, weke berdevkê Kemal Yamak îddîaname û dosyayên rêxistinan, di bin çengê xwe de digerand, beşdarî celsên darizandinê dibû û li ser welatparêzan, li ser têkoşerên doza netewî îfade dida.

Pêvajoya îşkencê ewqas zêde bûbû, mirovên ji qawişan derdixistin rastî çi dibûn, mirov texmîn nedikir.

Polîtîkayên îtîrafkirinê êdî gihîştibû asta girsayî. Kadroyên sereke û têkoşerên eşkera bûbûn, êdî bûbûn armanca tîmên îtîrafkar.

Her roj, ji qawîşan, ji rêxistinan mirovên cûda dibirin lêpirsînê; li qawişa 30, bi wan îşkence dikirin.

Qawişa 30, li gor îşkencexanên qerekolan hatibû amade kirin. Ji feleqê bigirin, elektrîk, torbê qûmê, daleqandina filistînî (Filistin askısı), ava cemidî, xesandin, lêdan û îşkencên derûnî, hemû li ser me dihat ceribandin.

Piştî grûba Elezîzê anîn Amedê, bi lêdan û îşkenceyan, bi piştgirîya Şahin Dönmez û Yildirim Merkît ku endamên komîta navendî ya PKKê bûn, ji grûbê %95 an bûn îtîrafçî an jî îfadeyên xwe yên li gel polîs dabûn qebûl kirin.

Mazlum Dogan weke hevalên xwe yên din, di wê pêvajoyê de gelek caran di îşkencên giran de derbas bû. Rojek berê dîsa, Esat Oktay, Mazlûm Dogan radestî tîmê îşkencekaran dike. Piştî îşkenceyek dijwar, gava Mazlum vedigerînin hucreyê, nikare bi meşe û nikare bipeyive! Ji ber lêdan û îşkenceyên giran laşê wî di nav birîn û reşbûnê de dimîne. Rojek şûnda jî, jiyana xwe ji dest dide.

Di wê pêvajoyê de mîtolojîyek hat ava kirin. Lê bi şêweyek şaş ev mîtolojî her çû rûnişt û encamên ne rast derxist holê, weke dagîrkeran Mazlun Doğan ne kuştibin îmajek/bawerîyek çê bû. Li gor wê dîtinê, Mazlûn xwe dalqandîye/şewitandîye.

Lê rastîya bûyerê hemû kes dizanin ku Mazlûm bidestê dagîrkeran ve hatîye kuştin. Di belgesela 5 nolîyê de jî bavê Mazlûm, Kazim Doğan dibêje: “Gava me li cîhê otopsîyê cenazê Mazlum dît, hemû laşên wî birîn bûn, her dû hêtên wî mor bûbûn” Ev gotinên hanê bi xwe tespîtek e û bûyerê zelal dike.

Dewleta dagîrker bi îşkence û lêdanê Mazlûm Doğan 21 adaêr 1982 an de kuştin. Hevokên “xwe şewitand – xwe daliqand” dagîrkeran û îşkencekaran paqij dike, buyer, weke “xwekuştinek” tê binav kirin. Lê em dizanin ku di wê demê de hemû kuştin, birîndarkirin, seqetbûn bi destê dijmînê hov dihat kirin. Wê bidome…

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *