Şanoya Referandûma Erê û Na!

Ev nêzî sed salî ye ku gelê Kurd bi lîstika dewleta nîjadperest û mêtinkar tê xapandin û awiqandin. Navê vê lîstikê, lîstika demokrasîtîyê ye. Qaşo rejim, bi awayê “makezagonî, demokratîk û hiqûqî” bi rêve diçe(!)

Berevacî vêya, ji bo ku ev dewlet, ji alî elîtekî nîjadperest û faşîst ku bi navê neteweya tirk avabûye, tu demê pîvanên zagonên demokrasî û hiqûqî yê gerdûnî pêkneanîye.

Makezagonên hatîye ferzkirin jî li ser navê neteweyek tune, lê li ser tunekirin û înkara hebûn û mafê hemû gelên di bin hukumranîya xwe de hatîye sazkirin.

Gel û kesê vê lîstika qebûl nekiribe jî yan doza maf û azadîyê kiribe, rejima dîktator ya Kemalîst, bi dijwarî û hovîtî êrîşî wan kirîye, ew qetil kirine, îşkence kirine, avêtine zîndanan, warê wan hilşandine, tev tar û mar kirine.

Gava “Meclîsa Mezin ya Milet” bi navê Turkîye avabû, rêvebirên dewletê ji şêx, axa û begê Kurdan re gotin: “hûn jî nûnerê xwe bişînin meclîsê, em birayê hev in, ev meclîs ya we ye jî, divê em vî welatî bi hev re bi rêve bibin û îdare bikin!”

Piştî Peymana Lozanê ku hemû şertên dewletên emperyal hat qebûl kirin û xwe kirin hevalbendên wan, 72 mebûsên Kurdan ku xwe perçeyekî Enedolê didîtin û amade bûn ku bi vê dewletê re bijîn, doza mafê xweserîyê kirin, lê dîsa daxwaza wan ya herî bi kêmanî jî nehat pejirandin û tev ji alî rejimê ve hatin kuştin. Li dûv wan jî, serok û rewşenbîrên Kurd yên mîna Dr. Fûat, Yûsûf Zîya, Xalit Begê Cibran, Elîşêr, Seyîd Abdulqadir, Şêx Seîd, Seyid Riza û welatperwerên ku bi wan re serî hilda tev kuştin, erz û eyalên wan jî koçberî Enedolê kirin. Yên ji ber kêrê xelas bûn jî revîyan beşê Kurdistanê yên din.

Rêvebirên dewleta tirk, beşek ji zarokên serek eşîrên hatibûn kuştin û serekeşîrên hevalbendê xwe vexwendî meclisê û mebûstîyê kirin; lê bi şertê ku wê bêjin em tirk in û hemû şertên makezagona mêtinkar, nîjadperest û faşîst qebûl bikin.

Dewleta tirk, bi vê sîyaseta xwe ya zordar, bi domdarî gelê Kurd asîmîle kir, dîrok, çand û zimanê wî qedexe kir û bi giranî pê da jibîrkirin.

Doza Kurd, ji otonomî û serxwebûna netewî, daket asta “çêkirina rê, av û elektrîkê”. Êdî li ser navê partîyên makezagonî, namzetên mebûsên van partîyan dihatin nav gelê Kurd, şanoya propaganda hilbijartinê li dardixistin û gelê Kurd bi propagandayên vala biland û xapandin.

Lê li hember vê asîmîlasyonê, çend qelsbû jî, tevgera welatperwer ya Kurd hertim aj da, tekoşîn û rêxistinîya xwe berdewam kir. Şivan Perwer, di salên 70yî de, sitrana “Ey parlamentê şor mezin, şorê we pir erzan e!” di guhê her Kurdekî de bû.

Di 1965 PDKT û di salên 1970an de gelek partî, rêxistin û komelên Kurd ku makezagon û sîyaseta bişaftin û tunekirina gelê Kurd ji alî dewleta mêtinkarîya tirk ve dihat meşandin red kirin, derketin holê.

Ji bo ku PDK pêşî li her sê perçê Kurdistanê yê din ava bû û li Başûrê Kurdistan şerê netewî yê çekdarî berdewam dikir, dewleta tirk, nikarîbû tevgera Kurd li Bakur jî têxe bin kontrolê. Lê planê dewletê yê A, B û C hene. Ji bo astengkirina tevgera Kurd PKK derxist holê. PKK, ji bo tevgera Kurd asteng bike, “bi armanca serxwebûn û yekîtîya çar perçê Kurdistanê”(!) bi şerê çekdarî dest bi tevgerê kir. Ji alîyekî PKK û ji alîyekî dewletê êrîşî tevgera Kurd ya serxwebûnxaz kir û ew hema çi bigire ji holê rakir. Piştî ku tevgera Kurd ya serxwebûnê marjînal kir, dev ji armanca serxwebûnê û yekîtîya Kurdistanê berda, stratejîya ji Kurdan re “xweserî”yek şolî ku sînorê wê ne dîyar û “demokratîzekirina dewletên serdest” wek armanc da pêş gelê Kurd. Vê armanca ne tenê li Bakur, li beşê Kurdistanê yên din jî ferz dike û diparêze. Li gorî vê sîyasetê, dewleta tirk, bi kontrol destûr da ku partîyên legal yên bi PKK ve girêdayî ava bibin û propaganda Turkîyetî û yekîtîya Turkîye û qebûlkirina serdestîya wê li nava gel, bi rêya hilbijartinan bikin.

Gelê Kurd, berê bi rêya axa, beg û şêxên ku di nava partîyên mîna CHP, AP û MSP yên dewletê de dihatin xapandin, îro bi rêya PKK/HDP ya ku wek partîyek Kurd xwe dide nasîn, lê wek wan partîyên berê ku yekîtîya Turkîye û hukumranîya dewleta tirk diparêze tên xapandin.

Îro rojeva dewleta mêtinkar û nîjadperest, guherandina Makezagonê û referandûm e. Berî her tiştî, divê Kurd ji xwe bipirsin: di Makezagona kevn de, tu mafekî civata Kurd yê netewî, çandî, sîyasî, zagonî û demokratîk heye ya na? Divê Kurd ji xwe bipirsin: di Makezagona nuh de, tu mafekî civata Kurd yê sîyasî, çandî û demokratîk yê zagonî heye ya na?

Hêz û partîyên dewleta tirk ku ji xwe re bi armancên sîyasî û îdeolojîk li hember van Makezagonan dertên, çi berjewendîya civata Kurd tê de heye!? Kurdê ji Makezagona kevn û nuh re bêje erê yan na, tenê carek din serwerîya dewleta tirk ya li gorî Makezagona kevn yan a nuh qebûl dike; yanî Turkîyetîya xwe carek din pesend dike.

Em di sedsala 21. de ne, gelên ku erd û hejmara wan bi qwasî bajarekî Kurdistanê tune ne, bûne dewlet. Kurdistana Başûr pênc mîlyon e, dewletek federal e û ji bo serxwebûnê dixebite; em li Bakur (dervî Kurdên li tirkî) bîst mîlyon Kurd hene, hîna jî ne xwedîyê mafekî çandî ne jî û di Makezagona dewleta mêtinkar navê me jî tune ye; gelo ev ne şermek mezin e ku li ser Makezagonek werê em bi hev re munqeşê bikin!?

Niha welatperwerên Kurd, hin li hember terorîstên Îslamî canê xwe didin, hin li îşkencexaneyên sê dewletan, di bin îşkencê de ne; hinek jî tên dardekirin û gulebarandin; henek jî şanoya xweserî û referandûma erê û nayê dilîzin!..

Divê Kurd ne tenê ji bo Makezagona nîjadperest, ji bo tu hilbijartinê xwe û gelê xwe nexapînin; ne herin ser sindoqên dengdanê û ne jî herîn wê sonda ku wan derewîn û bêkesayet dike bixun! 4.2.2017

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir