Ji bo civatek serbixwe, demokratîk û azad!|Monday, September 24, 2018

Dr. Qasimlo: Pêşengekî Nivîskar û Hevdem û Demokratê Civakî 

Îbrahîm GÛÇLÛ

(ibrahimguclu21@gmail.com) 

Dr. Ebdulrehman Qasimlo piştî îdamkirina Qazî Mihemed, serokekî bi navûdeng ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Îran) ye. Di sala 1979an de dema ku li Îranê desthilatdariya siyasî bi rêya “şoreşê” hate guhertin, desthilatdariya Şahê dîktator û hevalbendê Emerîkayê (DYAyê) jî hat hilweşandin, di şûna wê de Komara Îslamî, desthilatdariya Îslamî û teokrat hat avakirin. Wê demê navê Dr. Qasimlo wek serokekî PDKa Îranê derkete pêş û li hemû Kurdistanê wek serokekî Kurdistanê hat pejirandin. Lewra di rûxandin û hilweşandina rejîma Şahî de tevger û muxalefeta Kurdistanê û di nav muxalefeta Kurdistanê de Dr. Qasimlo jî, ji bona ku li welatên Awrupayê xwediyê rolekî bû û li Awrupayê bi Xumeynî û bi hevalên wî re xwediyê peywendiyeka nêzik bû. Ji bona vê jî dema ku rejîma Şah hat rûxandin PDK-Îranê, Komeleya Zehmetkêşan û Şêx Îzeddîn Huseynî û tevayî muxalefeta Kurdistanê bûn desthilatdar û bi xwe îdareya Kurdistanê birêve birin.

Di Tebaxa 1979an de dema ku dewleta Farisan li hemberî kurdan û Kurdistanê şer îlan kirin, ew peymana ku di navbeyna kurdan û Xumeynî de hebû, ji aliyê Xumeynî û hevalên wî ve ji holê hate rakirin, li Kurdistanê serok û rêxistinên Kurdistanê mecbur bûn ku gelê xwe û Kurdistanê bipa- rêzin. Dr. Qasimlo, li Rojhilata Navîn, li Awrupayê û li dinyayê wek serokekî kurd û Kurdistanê derket pêş. Ev rewş û pozîsyona wî, ji ber xebata wî ya zanyarî û pozîsyona bihurî dihat.

Dema ku di Îlona sala 1979an de şerê pêşmergatî yê azadî û rizgariya Kurdistanê dest pê kir, her zarokekî kurd jî navê Dr. Qasimlo bihîst û jê re rêz girt.

Kurtejiyana Wî

Gelek serkanî û bi taybetî jî serkanîyên PDKa Îranê dîyar dikin ku Dr. Ebdulrehman Qasimlo di 22. 12. 1930an de li bajarê Urmiyeyê hatiye dinyayê. Malbata wî dewlemend û xudanmilk bû. Ew lawê Mihemed Axayê Wisuq bû. Wî li Urmiyeyê dest bi xwendina xwe ya destpêkî û navînî kir û pişt re jî li Tehranê dewam kir û li wê bi dawî anî. 

Dema ku ew hîn di 11-12 saliya xwe de bûye,  ji kurdîtî re eleqe nîşan dide. Lewra di wan salan de li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn, li Îranê, li dinyayê bûyerên gelek girîng ku çehreya dinyayê û herêmê biguherin hatibûn rojevê. Li bakûrê Kurdistanê; li Dêrsîmê serhildana neteweya kurd, wekî berdewama serîhildana Agrîyê di sala 1938an de dest pê dike. Li Başûrê Kurdistenê Tevgera Berzaniyan dewam dike. Li Rojhelatê Kurdistanê, di sala 1921an de di bin serokatiya Simko Axa de serhildan dest pê dike û gelek herêmên Kurdistanê azad dibin. Hezar mixabin Simko Axa dîl dikeve û li Şînoyê tê daleqandin. Piştî vê bûyera mezin û serhildana neteweyî ya Kurdistanê, li Rojhelata Kurdistanê zilm û zordariyeke mezin, heta sala 1940an didomîne.

Wê demê Senandaj û Mehabad navenda tevgera siyasî ya Kurdistanê bû. Di sala 1942an de Komeleya Jiyaneweya Kurd ava dibe. Ji ber van bûyeran, baş tê fahmkirin ku çima Dr. Qasimlo di 11-12 salî ya xwe de ji siyaset û kurdîtî re eleqe nîşan daye. 

Di pêvajoya Şerê Cîhanî yê Duyemîn de, di sala 1941an de Îngiltere û DYAyê başûrê Îranê, Yekîtîya Sovyetê jî bakûrê wê dagir kiribûn. Ji bona ku Komeleyê wek rêxistin nedikarî hewcedariya neteweya kurd li Rojhelatê Kurdistanê pêk bîne, di 25ê Tîrmeha sala 1945an de, bi destê Qazî Mihemed û 60 hevalên wî PDKa Îranê hate damezirandin.

Dr. Qasimlo rewşa xwe ya wan salan di pirtûka xwe ya “Çil Salan Xebat di Rêya Peyama Azadiyê de” dike. Di heman demê de ew behsa vexwendina şanda kurd ji bo Yekîtiya Sovyetê jî dike ku çûbûn Bakûyê.

Dibêje ku: “Herçend ku wî çaxî ez yanzdeh salî bûm jî, lê di nav zarokên wê demî de ji herkesî zêdetir sîyasetê bala min dikişand. Bavê min yek ji endamên wê şandê bû.

“Gelek baş tê bîra min, dema ku bavê min ji Bakûyê vegeriya, çend tayê qende û teypureke ciwan jî digel xwe anîbûn. Wisa xuya bû ku Sovyetiyan qend û tifeng û tiştên dinê wekî dîyarî dabûne tevayê endamên vê şandê. Wî demî bi taybetî qend gelekî bi nirx bû, çinku wî demî qend di Îranê de kêm û giran bû. Dema min ev yeka dît ez pir heyirî mam, çinku di mala me de birayên min û kurmamên min ku ji min mezintir bûn, basa vê yekê dikirin ku bavê min bi çend kesên din re çûne Bakûyê da ku basa maf û azadiya kurdan bikin, lewma min jî rast û rewan ji bavê xwe pirsî: Erê bavo mafê kurdan çi jê hat?” 

Dr. Qasimlo dema ku bû 15 salî, di sala 1945an de li Urmiyeyê bi avakirina “Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistanê” dest bi siyaseta xwe ya aktîf dike. Dema ku Komara Kurdistanê ya Mehabadê ava dibe, ew berpirsiyarekî tevger û rêxistina ciwanan e. Ji bona vê jî damezirandina Komara Kurdistanê ji nêzik de dişopîne, hîs dike, di nav beşên Komara Kurdistanê yê ciwanan de cî digre. Dema ku avabûna Komarê tête îlankirin, ew jî ji bona xwendinê diçe Tehranê. Piştî ku li Tehranê xwendina xwe xelas dike, ji bo dewamkirina xwendinê, diçe Parîsê.

Piştî ku Komara Kurdistanê ya Mehabadê bi hevkariya hêzên rojava û xiyaneta Yekîtiyê Sovyetê têkçû, ew û gelek hevalên xwe bi rengekî nihênî û berfireh dîsa dest bi xebata siyasî dikin. Pişt re ew dibe endamê PDK a Îranê. Dr. Qasimlo û hevalên wî di kar û xebatên xwe yên siyasî û rêxistinî de, ji Mîna Qazî ku wek dayika kurdan tê binavkirin, gelek alîkarî digrin.

 Dr. Qasimlo li Parîs û Pragê 

Dema ku Dr. Qasimlo digihîje Fransayê/Parîsê di navbeyna xwendevanên zanîngeha Tehranê û Rejîma Şahî de şer pêk tê û li zanîngehê gelek xwendevan tên kuştin. Pişt re muxalefet û serhildana civakî li hemû Îranê dest pê dike. Dr. Qasimlo û hevalên wî, hemû xwendevanên Îranê yên li Fransayê tevgereke protesto û rûreşkirinê organîze dikin, civîneke kutlewî û girseyî pêk diînin. Dr Qasimlo di wê civînê de li dijî rejîma Şahê Îranê axevtineke gelek dûrûdirêj dike. Di civînê de biryar tê girtin ku nameyeke rûreşkirin û protestokirinê amade bikin, vê nameyê ji Şah re bişînin. Ev çalakî û xebat dibe sedem ku rejîma kolonyalîst, faşîst, dîktator bi rêya balyozxaneya xwe zorê li ser Dr. Qasimlo çêke û jiyana wî bixin xeteriyê.

Dema ku Dr. Qasimlo vê yekê tespît dike, her çiqas wek yekem bursiyerê Îranê yê “Yekîtiya Navneteweyî ya Xwendevanan” be jî, dev ji Parîsê ber dide diçe Prag a payîtexta Çekoslovakyayê dibe rûniştvan.

Dr. Qasimlo beriya ku biçe Pragê, ew û çend xwendevanên kurd, “Civata Xwendevanên Kurd li Awrupayê” ava dikin.

Dr. Qasimlo dema ku li Pragê dest bi xwendina xwe dike, di heman demê de dibe endamê “Yekîtiya Xwendevanên Navneteweyî” û di nav yekîtiya navneteweyî de xebata xwe ya demokratîk, kurdayetî, enternasyonalî dimeşîne.

Dr. Qasimlo di sala 1951an de li Pragê di kongreya 2emîn a “Yekîtiya Xwendavanên Navneteweyî” de dibe nûnerê xwendevanên Îranî di nav rêxistina navneteweyî de. Ew wek nûnerê xwendavanên Îranê li gelek civîn, konferansên Federasyona Ciwanên Navneteweyî de beşdar dibe, bîrûrayên xwe tîne ser zimên.

Ew nûnertîya Dr. Qasimlo di salên 1979an de jî bû sedema minaqeşeyê ku PDKa Îranê seksiyona TUDEHê ye, yan na? Gorî îdiaya TUDEHê û komunîstên Farisî,  PDK a Îranê, piştî hilweşandina Komara Kurdistanê û daleqandina serokên Komarê, ber bi seksîyonbûna Partîya Komunîst a Îranê (TUDEHê) diçe, pişt re bi hewildana Partiya Komunîst a Sovyetê ev yeka pêk tê. Yekîtîya Sovyetê, ew hewildana xwe ya beriya ku partî ava bibe û Komara Kurdistanê ava bibe, dixwest ku Kurdistan bibe beşek ji Azerbeycana Îranê. Xuyaye ku dixwaze vê fikra xwe di merheleke din de û bi awayekî din pêk bîne. 

Vegera Wî ya Îranê 

Dema ku di sala 1952an de Hikumeta Dr. Musadiq desthilatdar dibe, Dr. Qasimlo jî Zanîngeha Pragê diqedîne û lîsansa zanistîya civakî û sîyasî werdigre û vedigere Îranê. Li Tehranê bi cî dibe. Wê demê di navbeyna PDKa Îranê û TUDEHê de yekîtiyek heye. Dr. Qasimlo piştî şeş mehan vedigere Mehabadê û beşdarî xebata PDKa Îranê dibe.

Piştî ku li hemberî hikumeta Dr. Musadiq darbeya leşkerî pêk tê, Dr. Qasimlo mecbur dibe ku xwe veşêre û jiyana xwe ya siyasî û rêxistinî bi tevayî nihênî bimeşîne. Wê demê li Kurdistanê û li Tehranê bi aktîfî beşdarî xebata PDKa Îranêdibe. Dîsa wê demê Dr. Qasimlo berpirsiyariya    rojnameya Kurdistanê, ku Organa komîteya navendî ya partiyê bû dike. Di van şertan de di bin serokatiya wî de li seranserê Kurdistan û Îranê de Komîteya Karûxebatên Partiyê ava dibe. 

Vegera wî ya Îraqê 

Dr. Qasimlo piştî pênc salan, di sala 1957an de dîsa vedigere Çekoslovakyayê. Di sala 1958an de dema ku li Îraqê guhertina desthilatdarî dibe û Tevgera Kurdistanê ji nû ve radibe ser piya û xurt dibe; PDKa Îraqê legal dibe û Mela Mistefa Berzanî û hevalên wî ji Yekîtiya Sovyetê vedigerin Îraqê, Dr. Qasimlo û çend hevalên wî jî vedigerin Îraqê, dixwazin ku li rojhelata Kurdistanê û li Îranê rêxistina tevgerê bikin û ji nû ve bivejînin. Lê xuya ye ku terefên kurd jî tê de, çend teref ji karên wî û hevalên wî kêfxweş nebûn. Dewleta Îraqê biryar da ku ew ji Îraqê derkeve. 

Cardin Vegera Wî ya ji bo Pragê 

Dr. Qasimlo mecbur dibe ku vegere Pragê. Ew, di sala 1962an de li Zanîngeha Pragê doktoraya zanîstiya aborî digre û heta sala 1969an li Zanîngeha Pragê dersa aboriya sermayedarî, aboriya sosyalîstî dide. Di van şertan de Dr. Qasimlo çend pirtûkan jî dinivîsîne. Pirtûka wî ya bi navûdeng, “Kurdistan û Kurd” e. Beşekî vê pirtûkê, li Tirkiyeyê jî hatîye çapkirin.

Orjînalê vê pirtûka Dr. Qasimlo bi zimanê çekî hatîye nivîsandin, pişt re jî bi zimanên kurdî, îngilizî, silowakî, lêhistanî, erebî; hinek beşên wê jî bi farisî hatin çap kirin. Qasimlo qîma xwe bi tenê xebatên akademîk neanî, ew entelektûel û zimanzanekî gelek baş bû. Wî zimanê kurdî, farsî, tirkî, erebî, fransî, çekî, rusî baş dizanî. Li ser zimanên din jî, wekî elmanî û zimanên silawî heta merheleyekê zanyarîya wî hebû. 

Dr. Qasimlo û Xêza Yekîtiya Sovyetê 

Dr. Qasimlo demokratekî civakî bû. Di destpêkê de nêzîkê rêjim û îdeolojiya Yekîtiya Sovyetê bû. Lê dema ku Yekîtiya Sovyetê di sala 1968an de vekirî êrişî Çekoslovakyayê kir û Çekoslovakya dagîr kir, li Çekoslovakyayê di bin serokatiya Dubçekî de tevgereke li dijî dagirkeriyê, Tevgera Biharê hat damezirandin, Dr. Qasimlo jî bû heval û dostê Dubçekî û bû muxalîfê Yekîtiya Sovyetê.                                                    

 Dr. Qasimlo û Avabûna Otonomîyê li Başûrê Kurdistanê 

Li gorî lênêrîna kurdperwerên rojhelata Kurdistanê, di sala 1970yî de dema ku hikumeta merkezî û desthilatdarîya kolonyalîst ya Îraqê bi kurdan re peyman çêkir û Deklerasyona 11ê Adara 1970yî hate pejirandin, biryar hat dayin ku Îraq ji du neteweyan pêk tête. Wê demê li rojhelata Kurdistanê jî, ji bona xebata rêxistinî ya kurdperwerî derfetên nû derketin holê. Dr. Qasimlo û çend hevalên xwe ji bona ku PDKa Îranê rakin ser piya û tevgera neteweyî li rojhelata Kurdistanê zindî bikin, ji Awrupayê vegeriyan.

Dr. Qasimlo di konferansa 3emîn a partiyê de (sala 1971ê) bû endamê Komîteya Navendî û piştî wê jî bû sekreterê giştî yê partiyê. Piştî wan salan jî, di hemû kongreyên partiyê de, heta şehîdketina xwe wek sekreterê giştî hat hilbijartin. Wî heta mirina xwe, 18 salan ji partiyê re serokatî kir. Di rêxistina partiyê û pêşkevtina Tevgera Kurdistanê de rolekî mezin lehîst, bi dinyayê û bi taybetî jî bi welatên Awrupayê re pêwendiyeke xurt pêk anî. Di şertên gelek zehmet yê Îranê de xebata xwe domand.                  

Dr. Qasimlo û Mamostayîya Wî ya li Parîsê                                                           

Dr. Qasimlo, ji sala 1976an heta sala 1978an di beşa ziman û bajarvaniya kurdan de, li Parîsê di zanîngeha Sorbonê de mamoste bû. Wî heman demî di gelek rojname û kovarên Awrupayî de, di derheqê pirsa kurd û Kurdistanê, jiyana siyasî, dîrokî, civakî ya kurdan de nivîsand; pirsa kurd û Kurdistanê bi reya giştî ya Awrupayê da nasandin.

Dr. Qasimlo li Awrupayê wek pisporekî mesela kurd û Kurdistanê, wek serkaniyeke pirsa kurd û Kurdistanê dihate naskirin.

Dr. Qasimlo, di sala 1979an de dema ku li Îranê desthilatdarî hat guhertin, Mihemed Riza Şah Pehlewî ji Îranê reviya, ew jî vegeriya rojhelata Kurdistanê. Li Kurdistanê bi aşkerayî xebata partîtîyê kir. Li rojhelatê Kurdistanê xebata xwe ya rêxistinî û siyasî bi berfirehî meşand. Tê zanîn ku piştî serhildana gelên Îranê li hemberî dîktatoriya Şah, Kurdistan jî azad bû û li Kurdistanê desthilatdarî kete destê partî û rêxistinên Kurdistanî.

Piştî ku desthilatdariya Şah hat rûxandin û desthilatdariya nû kete destê hêza Îslamî, gelên Îranê li bende bûn ku desthilatdariya Xumeynî ku ew jî, ji Parîsê vegeriya bû û bi Qasimlo ve xwediyê pêwendiyeke xurt bû, dê li Îranê reforma sîyasî û civakî pêk bîne û demokrasiyê ava bike. Li Kurdistanê jî Hûkmê Zatî (Otonomîyê) qebûl bike. Li gor vê rewşa nû, dê neteweya kurd, faris, belucî, azerî, ereb Îranê hevmişterek bi rê ve bibin. Hezar mixabin wusa nebû. Xumeynî û hevalên wî li cîyê diktatorîya Şah, dîktatoriya xwe ya îslamî ava kirin. Nexwestin ku li Îranê guhartineke demokratîk bikin, mafên gelan û mafê gelê kurd nas bikin.

Lê Kurdistan defacto azad bûbû. Kurdistan di bin desthilatdariya Komeleyê û PDKa Îranê de bû, gelê kurd piştî serhildana Simkoyê Şîkakî (1920-1930), avabûna Komara Kurdistanê ya Mehabadê(1946), careke din tahma azadiyê girtibû. Kurdan, nedixwestin ku dev ji azadiya xwe û ji desthilatdariya xwe berdin.

PDK a Îranê, Komeleyê, Şêx Îzzeddîn Huseynî, ji bona ku li Îranê demokrasî û li Kurdistanê otonomî ava bibe, bi desthilatdariya merkezî ya Xumeynî re gelek caran danûstandin kirin, ji bona çareserkirina pirsgirêkan hewildaneke gelek bi hêz nîşan dan, hezar mixabin ev hewildanan encam neda. Desthilat- dariya merkezî ya Xumeynî statuya heyî ya ku gelek bi xwezayî ava bibû, xwestin ku ji holê rakin û li Kurdistanê jî desthilatdarî û hegemonyaya xwe ava bikin. Ji bona vê, dewletê biryar da ku bi hemû hêzên xwe ve êrîşê Kurdistanê, serokatî û hêzên Kurdistanî bike.

Xumeynî ku xwe wek rêberê cîhana îslamê dida nasandin, di 19ê Tebaxa 1979an de li dijî Kurdistanê şer û cîhad îlan kir. Piştî cîhada Xumeynî kurd wek kafir û dijberên şoreş û dînê îslamê hatin nîşandan. Hêzên şoreşa îslamî ya Xumeynî, êrîşên xwe wek çaxa Moxolan ku li ser gelên Rojhelata Navîn pêk hatibû, li dijî kurdan û şoreşa gelê Kurdistanê jî dest pê kirin. Zulm û zordariyeke gelek xerab, nemirovane û xeyrî Îslamî dest pê kir. Her roj bi dehan kurd hatin kuştin û hatin daleqandin. Hemû hepisxaneyên Îranê bûn mala welatparêz û şoreşgerên Kurdistanê. Hemû Kurdistan bû zîndaneke mezin.

Piştî ku Komara Îslamî bi hemû hêzên xwe û bi hemû awayên nemirovane dest bi êrîşan û şerî kir, PDKa Îranê, Komeleyê, Şêx Îzzeddîn Huseynî biryar dan ku gelê kurd û Kurdistanê biparêzin. Di encama vê biryara hevpar de li hemû dever û herêmên Kurdistanê şerê pêşmergatî dest pê kir. Di demeke kurt de li hemberî hêzên Şoreşa Îslamî serkeftî bûn û gelek herêmên Kurdistanê hatin azad kirin û li wan herêman desthilatdariya kurd hate avakirin. Şerê gelê rojhelata Kurdistanê, di demeke kurt de li dinyayê jî deng da û giraniyeke sîyasî çêkir.

Du sedemên bingehîn hebûn ku şerê kurdên rojhelata Kurdistanê anî rojeva navneteweyî. Sedemek, şexsîyeta Dr. Qasimlo ya navneteweyî bû. Sedemê duyem jî, qerektera rejîma Xumeynî ya îslamî bû ku li dijî Awrupayê, DYAyê û Yekîtiya Sovyetê bû.        

 Rastî û Şaşîyeke Esasî yê Dr. Qasimlo:

Îlan Nekirina Dewletê 

Dr. Qasimlo piştî danûstandinan dît ku Komara Îslamî dê mafê gelê Kurdistanê qebûl nake, dê li Îranê demokrasî û li Kurdistanê jî otonomîyê ava nake û dê dest bi êrîşên leşkerî bike. Ji ber vê pêşbînîyê, ew nekete nav şaşîya desthilatdariya Komara Kurdistanê ya Mehabadê, haziriya xwe kir ku li hemberî rejîma Xumeynî şer bike, gelê kurd û Kurdistanê biparêze. Di vê helwesta wî de YNK jî bû alîkar. Dema ku hêzên dewleta Îranê biryar da ku li hemberî gelê Kurdistanê û hêzên welatparêz şer bike, Dr. Qasimlo refleksa serokbûna neteweyekî bindest nîşan da, teslîmê rejîma Xumeynî nebû û biryar da ku li hemberî Komara Îslamî şer bike. Ji ber vê helwest û refleksa wî ya neteweyî, Komela û hêzên kurdperwer ên din jî ji wî re bûn alîkar.

Lê hezar mixabin, piştî ev refleksa wî ya serokbûnê, li gorî baweriya min ji wî helwesteka serokatiyeke din dihat xwestin. Piştî ku di navbeyna Komara Îslamî û gelê Kurdistanê de şer dest pê kir, di demeke kurt de gelek herêmên Kurdistanê dîsa azad bûn û desthilatdariya kurdan ava bû: Hêzên kurdperwer, bi vê yekê nîşan dan ku ew hêzên xurt in, ew li hemberî Komara Îslamî alternatîfa desthilatdarîya neteweyî ya Kurdistanê ne û dîsa dîyar kirin ku dikarin li Kurdistanê desthilatdar bin, gelê Kurdistanê bi rê ve bibin. Ev performansa hêz û rêxistinên Kurdistanê ji bo dinyayê gelek girîng bû. Dinya di encama vê performansê de, li hêviya helwestek û biryareke din ya girîng bûn. Ev helwest û biryara jî, îlankirina dewleta Kurdistanê bû.

Ji bona vê du sedemên girîng hebûn. Sedemê yekem, taybetiya rejîma Komara Îslamî û Xumeynî bû. Komara Îslamî dixwest ku hemû cîhana îslamî bixe bin bandor û desthilatdariya xwe, împaratoriyeke îslamî ava bike. Bi vê împaratoriya îslamî jî, li dijî rojavayê Awrupayê, Amerîkayê û Yekîtiya Sovyetê şer bike. Lewra rejîma Xumeynî ji derveyî xwe dijminê her dewlet û her kesekî bû. Di navbeyna Îran û Îraqê de jî şer hebû. Komara Îslamî, li dinyaya demokratîk jî û li dinyaya sosyalîst jî xwediyê meş- ruyetek nebû. Sedema duyem jî, navneteweyîbûna Dr. Qasimlo bû; ji vê girîngtir jî, Dr. Qasimlo wek serok jî dostekî Awrupayê bû û serokekî awrupayî bû.

Hezar mixabin Dr. Qasimlo di vê pirsê de taybetiyeke serokatiyê nîşan neda. Ev jî bû sedem ku di nav pêvajoyê de gelê Kurdistanê û ew bi xwe jî wenda bike, Komara Îslamî qezenç bike.

Eger Dr. Qasimlo dewletbûna Kurdistanê îlan bikira, li dinyayê nasandina vê dewletê hêsan dibû.

Ez dikarim bibêjim ku dinyayê jî derfetek wenda kir. Wê demê pirsa Komara Îslamî çareserkirin hêsantir bû û ew jî bi rêya Kurdistanê dibû.  Lê dinyayê vê derfetê baş bi kar neanî. Ji bona vê, piştî 30 salan jî dinya hîn bi Îranê re mijûl dibe û Komara Îslamî xeteriya xwe li Rojhilata Navîn û li dinyayê didomîne.

 Dr. Qasimlo: Çar Bûyerên Dîrokî yên Nexweş û Tehl 

Ez baş dizanim ku ev dema dawîyê di jiyana wî de çar bûyeran ew gelek êşand.

Bûyera yekem: Di Kongreya 4emîn a PDKa Îranê de parçebûna partiyê û helwesta ew hevalên  wî yên veqetî bûn. PDKa Îranêdi sala 1982an de parçe bû. Kadro û berpirsiyarên partî yên bi navûdeng ji partîyê veqetiyan. Xwe bi navê Gruba Kongreya 4an dan nasîn. Ji vê grubê re Ganî Bilûryan û M. Emîn Saracî serokatî dikir. Ganî Bilûryan serokekî partiyê bi navûdeng bû, daîma li Kurdistanê mabû û 15 salan jî di hepsê de jiyana xwe bi serbilindî meşandibû. M. Emîn Saracî jî li Bulgarîstanê jiyana xwe domandibû. Gruba Kongreya 4an, nêzikî TUDEHê bû û TUDEH jî bi rejima Xumeynî re di nav danûstandin û tîfaqê de bû. Gruba Kongreya 4an piştî demekê bi rejmê re bû yek û êrişî PDKa Îranêkir.  Vê bûyerê Dr. Qasimlo gelek êşand.

Bûyera duyemîn: Di sala 1982an de rejîma Îranê û Îraqê ji bona ku di navbeyna hêzên başûrê Kurdistanê û rojhelata Kurdistanê de nakokî û dijminatî pêk bînin, gorna Barzanî ji aliyê hêzên dewleta Îraqê û yan jî Îranê ve vebû. PDKa Îranê û serokê wî Dr. Qasimlo, vê bûyera bi xurtî telîn û protesto kirin. Lê ev telîn û protestoya PDKa Îranê û Dr. Qasimlo, PDKa Îraqê qane nekir. PDKa Îraqê, Pasdaran û Gruba Kongreya 4an bi hev re êrîşê PDKa Îranê û Komeleyê kirin. Gelek herêmên azad yên Kurdistanê piştî vê êrîşê ketin destê Komara Îslamî.          

Vê bûyerê bi tevayî gelê kurd xemgîn kir û lê ez baş dizanim ku Dr. Qasimlo xemgîntir kir. Piştî vê bûyerê, carekê hevdîtina me çêbû. Ew acizî û nerehetiya wî bi her awayî diyar dibû. 

Ev bûyera di dîroka Kurdistanê de bûyereke gelek nexweş bû û nedihat pejirandin. Me wek Ala Rizgarî biryar dabû ku bi PDKa Îraqê re hevdîtin bikin û eleqatê deynin, di çarçewa peymanekê de li hevûdu bikin. Hezar mixabin piştî vê bûyera nexweş û tehl me dev ji vê pêwendiyê berda.

Bûyera sêyem: Dr. Qasimlo dixwest ku bi hemû hêzên başûrê Kurdistanê re xwediyê pêwendîyê be. Lê zêdetir bi PDKa Îraqê re xwediyê pêwendêyeke dîrokî bûn. Digel vê yekê, di sala 1968an de dema ku Komîteya Şoreşger a PDKa Îranê wek grubeke muxalefet li herêma Serdeştê dest bi şerê pêşmergatî kiribû, di navbeyna PDKa Îraqê û wan de bûyerên nexweş derbas bibûn. Komele jî li ser mîrasa vê grubê ava bû. YNKê û Mam Celal jî bi Komeleyê re di nav pêwendiyeke stratejîk de bû. Dr. Qasimlo di wê nerîn û baweriyê de bû ku Komele bi destê YNKê û Mam Celal avabûye. Dr. Qasimlo ev yeka wek midaxeleyekê dinirxand û şirove dikir. Vê yekê ew gelek diêşand.

Bûyera çarem: Herêma Qesima Reş di nav sînor û axa rojhelatê Kurdistanê de ye. Ev herêma, herêmeke gumrugê bû. Ev herêm ji aliyê YNKê ve dihat bikaranîn. Piştî ku li rojhelatê Kurdistanê şerê pêşmergatî dest pê kir û hêzên rojhelatê Kurdistanê û bi taybetî jî PDKa Îranê hewcedarê Qesima Reş bûn, ji YNKê daxwaz kirin ku dev ji Qesima Reş berdin.

YNKê dev jê ber neda. Ev bûyera bû sedem ku pêşmergeyên YNKê û PDKa Îranê bên hemberî hev û şer bikin.

Ev bûyer bi xwe, bes ji aliyê herdu hêzan de ne, ji aliyê hemû Kurdistan û statuya Kurdistanê de gelek rastiyan destnîşan dike. Lê ez bi kûranî naxwa- zim vê pirsê şirove bikim. Lewra ew ne mijara vê nivîsê ye.

   Pêwendiya Wî ya bi Îraqê re 

Rastiyeke vekirî ya Kurdistanê heye ku dema li Kurdistanê şerê pêşmergatî bête meşandin, an jî ji bona şerê pêşmergatî hazirî bête kirin, bi dewletên cîran re danûstandin û eleqe, ji wan alîkarî girtin pêwîst e. Ev dewletên ku tevgera Kurdistanê jê alîkarî bigrin jî, dewletên kolonyalîst ên dagirkerên Kurdistanê nin.

Ev yeka rastîyeke din derdixe holê, dema ku dewleteke kolonyalîst ji Tevgerên Kurdistanê re alîkarî kir, li gor hesabên xwe yên li ser neteweya kurd vê yekê pêk tîne. Ew dewletan dixwazin ku di navbeyna hêzên Kurdistanê de nakokî û şer hebe. Dema ku em li pêvajoya pêwendîyên Tevgera Kurdistanê û dewletên kolonyalîst mêze bikin, ew nexweşî û tehlî û realîte xuya dibe.

Pêwendiyên PDKa Îranê û Dr. Qasýmlo jî bi Îraqê re hebûn. Dr. Qasimlo di van pêwendiyên xwe de xwedîyê prensîb bû. Bi ev pêwendiyên xwe tû dem zerar neda tevgera başûrê Kurdistanê. Ji bona vê jî, li Iraqê jîyaneka dirêj nedomand. Demên pêwîst li Îraqê dima û karên xwe dimeşand.

 Pêwendîyên Wî yên bi Hêzên Kurdistanî û PKKê re 

PDKa Îranê û Dr. Qasimlo di pêwendiyên xwe de xwediyê prensîb bû û bi her rêxistinek Kurdistanê re nedida û nedistan. Pêwendiyên wî zêdetir bi rêxistinên neradîqal re hebû. Ji bona vê bi rêxistinên bakurê Kurdistanê(PSK xarîç) re pêwendîyên wî ne xurt bûn. Bi taybetî jî bi PKKê re hîç pêwendî pêk neanî. Ew mecbur bibû ku ji wan re bibe alîkar. Piştî demeke kurt jî rastiya vê helwesta wî derket ku çima bi PKKê re danûstandin nake. Lewra PKK pişt re bi hêzên dewleta farisan re bû yek û êrîş bir ser PDKa Îranê. Di vê merheleyê de jî, PKK li rojhelata Kurdistanê pirsgirêkeka gelek mezin e û PKK rasterast midaxeleyê tevgera rojhelata Kurdistanê dike. 

 Qereqtera Serokatî û Awayê Siyaseta Wî 

Baş tê zanîn ku çend kategorî serok û serokatî hene. Dr. Qasimlo, wek kategorî di nav rêza kategoriya serokên demokrat û hevdem de bû. Lê aliyê wî yên kevneşopî jî hebûn. Dema ku dihat Kurdistanê çanda welatên sêye- mîn û Rojhilata Navîn li ser wî jî tesîr dikir.

Dr. Qasimlo, sosyalîst bû, lê ne stalînîst bû. Di nav partiyê de pîvanên demokrasiyê bi giştî be jî pêk dianî. Ew dostê sosyal demokratên Awrupayê bû. Ji bona vê jî partiya wî di Enternasyonala Sosyalîst de çavdêr bû. Heger Dr. Qasimlo sax bûya îro, wek YNKê partiya wî jî dê bibûya endamê Enternasyonala Sosyalîst.

Dr. Qasimlo ew taybetîya xwe ya demokrat û hevdem, bi projeya xwe ya navenda PDKa Îranê gelek vekirî dîyar dikir. Navenda(Baregahê) PDK a Îranê, ji çekên giran hatibû xalîkirin. Dema ku mêvan diçûn nevanda Partîyê, diviya bû ku bê çek biçin nevandê.

Dr. Qasimlo ji bona Otonomiya Kurdistanê demokrasîyeke xurt pêwîst didît. Dr. Qasimlo digot: 

“Bawerîyekî me ya tewaw bi rolê bingehîn yê demokrasiyê heye. Bê hebûna demokrasîyeke cîhgir û qayîm, di Îranê de Otonomiya Kurdistanê dê her gav di bin tirs û givaşa ji nav çûnê de be. Tenê rêya cîhgirbûn û berdewambûna Otonomîya Kurdistanê, di Îranê de bi hebûna demokrasiyeke tewaw û serkevtî mimkun e.” 

Dr. Qasimlo û partiya wî bi demokrasîyê bawer dikir. Dr. Qasimlo, di derheqê vê pirsê de digot: 

“Di Kurdistanê û di nav Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de, baweriyekî me ya zexm û kûr bi demokrasiyê heye û em her wisan li ser wê bawerîyê ne ku bê destvehanîn û cîhgirbûna azadiyên demokratîk, welatê me nikare wan pirs û kêşeyên aloz çareser û safî biket ku em ji mêj ve ji dest wan dinaline.” 

Dr. Qasimlo li dijî terorîzmê bû û ji bona vê jî demokrasî diparast. Ji ber vê bi PKKê re pêwendî pêk neanî. Dr. Qasimlo digot:

 “Bi baweriya min tevgerên xwedî hêz, yanî ev ên ku ji bo azadîyê dixebitin û ji alîyê xelkê ve piştevanî ji wan re tête kirin, nabe penahî bibine ber terorîzmê, ji ber ku çi hewcedarîyeka wan bi terorîzmê nîne. Terorîzm, azadî û jîna xelkê sivîl û bêguneh tevî tirsê berengar dike û tenahîyê têk dide. Terorîzm, siyaseta fermî ya Komara Îslamî ye û berpirsên wê di salên borî de ev çende bi eyanî ragihandin û heta çend caran bi dijî me bikar anîne, lê em  terorîzmê mehkûm û şermezar dikin.”

 Wî çi digot ew dikir. Ev jî taybetîya serokên hevdem û demokrat in. Di sîyaseta wî de durûtî tune bû. Li hemberî te çi bigot, ewê jî dikir. Ne ew kes bû ku wek hinekan li pişt derîyan Kurdistana serbixwe biparêze, li ber deriyan jî ji bona ku ji dewletan re şêrîn xuya bibe, otonomîyê biparêze.

Dr. Qasimlo her demê dubare dikir û digot: 

“Sîyaset wek huner e. Lê xala jar û qels a tevgera kurdî eva bûye ku hetanî nûha yan hemû tiştek xwestiye yan çi tiştek, lewra sîyaset ne reş û sipî ye, belkî di navbera reş û sipî de rengê din jî hene.” 

Bi baweriya Dr. Qasimlo, di navbeyna hêvîyan û siyaseta realîst de ferqeke mezin heye. Lewra pêwendiya siyasetê bi rastî û heqîqetên hundirîn, herêmî û cîhanî ve heye.

Dr. Qasimlo di sîyasetê de biryardana serbixwe gelek girîng didît. Wî bawer dikir ku “divêt em di berahiyê de girîngiyê bi hêjayîyê bê dawî yên gelê kurd bidin û bi xwe û bi xebata xwe piştrast bin û xwe wek binasekî serbixwe di orta siyasî ya welat de bidin kifşê, hingî êdî piştevanên me dê zêde bin û zirûfa serkevtina me baştir pêk ware.”

  Şehîdketina Dr. Qasimlo 

Kurdan di hemû dîrok û jiyana xwe de her demê xwestine bi neteweyên cîran re di nav aşitî û biratî de bi hev re bijîn. Ji bona vê jî, di demên bihurî de li rojhelatê Kurdistanê û li başûrê Kurdistanê otonomî parastine û di vê merheleya dawî de jî federalîzm parastine. Ev yeka ji bona rojavayê Kurdistanê û bakurê Kurdistanê jî derbas dibe û bi wateyeke din rastiyek e. Hezar mixabin ew dewletên ku Kurdistan dagir kirine û Kurdistan kirine kolonî, tû caran nexwestine ku bi awayekî mentiqî li daxwazên neteweya kurd binêrin û ji bona çareserkirina pirsê hewildaneke aşitîxwaz pêk bînin.

Dewletên kolonyalîst her dem bersîva gelê kurd û serokên wan bi şer û qatlîyaman dane.

Dr. Qasimlo jî, yek ji wan serokên kurdan bû ku wî jî wekî Qazî Mihemed dixwest bi rêyeka aştîxwaz bigihîje armanca xwe. Ji bona vê jî gelek hewil da. Dr. Qasimlo cara yekem di Kanûna Pêşî ya sala 1988an de û cara duyemîn jî di Kanûna Paşî ya sala 1989an de bi nûnerên Komara Îslamî re rûnişt û xwest ku mafên neteweya kurd bi rêyeka aşitîyane bête wergirtin.

Komara Îslamî di van rûniştinan de jî xwestine ku Dr. Qasimlo bikujin, lê bi serneketin.

Dr. Qasimlo cara sêyemîn jî şaşî kir, di 13/07/1989an de bi berpirsiyarên Komara Îslamî re rûnişt. Hevdîtin li bajarê Vîyana yê Awusturyayê pêk hat. Ew, hevalên xwe Ebdullah Qadirîazer ku endamê Komîteya Navendî ya PDKa Îranê bû, mamosteyê zanîngehê Dr. Fazil Resûl, bi destê berpirsiyarên Komara Îslamî li ser maseyê bi awayekî qeleşî hatin kuştin û şehîdkirin.

Gelek aşkereye ku serokkomarê Komara Îslamî Mehmud Ehmedînecad di kuştina Dr. Qasimlo û hevalên wî de organîzekar e. Lê dîsa jî, di sedsala 21an de dikare bibe serokkomar. Ev yeka jî dîyar dike ku hiqûqa navnete- weyî jî gelek qirêj bûye.

Gorî serokkomarê yekemîn ê Komara Îslamî Ebdulhesen Ben-î Sadr, Ehmedînecad di kuştina Dr. Qasimlo de ji komandoyan re çek peyda kiriye.

Ji bo çareserkirina pirsa Kurdistanê bi desthilatdarên Komara Îslamî re danûstandin helwesteka gelek xwezayî bû. Lewra PDKa Îranê û serokê wê Dr. Qasimlo, hemû kurd û hêzên din yên rojhelatê Kurdistanê xwediyê stratejî û projeya “ji bo Îranê demokrasî û ji Kurdistanê re Otonomî” bûn. Lê hîç şik tuneye ku awayê rûniştin û peyman çêkirina wan, ne makul û şeffaf bû. Ne di bin kontrola hêzek û dewleteke sêyemîn de bû.

Wusa dîyar dibe ku Dr. Qasimlo gelek bawerî bi desthilatdarên Komara Îslamî kiribû. Ew jî zaafeke gelek mezin bû û ev jî bû sedem ku Dr. Qasimlo gelek bi rehetî bête kuştin.

Dema ku Dr. Qasimlo ji alîyê Komara Îslamî ve hate kuştin, pêwendîyên YNK û PDKa Iraqê bi Îranê re gelek baş bûn. YNK û PDKa Îraqê ji bona ku pêwendiyên wan bi Îranê re xerab nebin, helwesteke Kurdistanî nîşan nedan û ji serokekî Kurdistanê re xwedî derneketin.

 Li Amedê ji Alîyê KURD-KOM ve Bîranîna Dr. Qasimlo 

Li bakurê Kurdistanê, Komeleya Kurd a Diyarbekirê (KURD-KOMê), cara yekem di sala 2005an de li derve, bi civîneke vekirî û li ber çapemeniyê Dr. Qasimlo bibîranî. Dema ku KURD-KOMê Dr. Qasimlo bibîranî, Mehmud Ehmedînecad nû bibû serokkomar. Di wê bîranînê de hat diyarkirin ku serokkomarê Îranê ji kuştina Dr. Qasimlo berpirsiyar e, divê dema ku derkete derveyê Îranê bê girtin û bê mehkemekirin. 

                 *  *  *  

Dr. Qasimlo digot: 

“Gelê ku azadîxwaz be, divê nirxa wê azadîyê jî bide. Tû neteweyek bê zehmet û têkoşînê, bê fedakirina xortên xwe yê hêja, negihîştiye azadîyê. Gelê me jî, partîya me jî ku pêşengê bizava gelê kurd e, ji mêjve ye dizanin ku azadî fîdekariyê dixwaze, xwe gorîkirinê dixwaze. Karwanê şehîdan dirêj e, lê renge dê hîn dirêjtir bibe.

“Em di roja şehîdên xwe de, di bîranîna şehîdên xwe de, ji mêj ve ye ku me biryar daye em negirîn. Ji mêj ve ye me biryar daye ku em tenê bikaribin karek bikin û li berçav û hizra şehîdên xwe de şermezar nebin. Ew jî ev e, ku em rêya wan ber nedin û mîna wan li ser rêya wan dom bikin, ji tû tengesiyekê netirsin û ji tû diwarêyekê xwe paşve nedin.

“Xebata me, xebateke rewa ye. Xebat ji bo azadîya neteweyekî ye, xebat ji bo pêşeroja zarokan û nifşên dahatû ye. Heq e em mîna vê nifşê erka xwe bi başî bînin cîh û emê karibin hêvîxwaz bin ku di nifşa dahatû de şehîd tune bin. Her wusa eger nifşên rabirdû yan nifşên berê, erka xwe bê kêmanî bi cîh anîbana, reng e nifşê me şehîd nedibûn. Bona wê jî bîranîna şehîdên me, careke din me tîne ser vê rastîyê; divê bi bîr û bawerîyeke kûr, bi dilekî şoreşvanî, bi hêvîyeke mezin, em xebata xwe dom bikin. Di encama vê xebatê de, dê du tişt derkeve holê: Hem ji bona ku li pêşerojê şehîdên me tune bin û canê şehîdên me şa bibe û hem jî dê gelê me rizgar bibe.” 

Ev pêyvên Dr. Qasimlo jî diyar dikin ku ew bi xwe jî bedele azadî û serxwebûna Kurdistanê ye. Lê gotin tiştekî û jiyan tiştekî din e. Divê em hem şehîdên xwe yên serok û têkoşer bibîr bînin û hem jî ji bona wan bigrîn. 

Amed, 2017

Hinek nivîsên din:

Nerîna te