Serok Barzanî: Doza gelê me rewa ye û bi xiyanetê nayê tune kirin

Serok Barzanî dibêje bila gelê me moralê xwe bihêz bike pêşerojeke baş li benda gelê me ye

Serok Mesûd Barzanî bi helkefta yekemîn salvegera rûdanên 16 Cotmehê peyamek belav kir û ragihand, 16 Cotmehê rojeka tarî ye di dîroka gelê kurd de.

Serok Barzanî bi helkefta yekemîn salvegera xiyanet û rûdanên 16 Cotmeha par peyamek belav kir. Serok Barzanî di peyama xwe de gotiye: 16 Cotmehê rojeke reşe di dîroka gelê me de. Di wê rojê de xiyaneteke namerdane li hêvî û xewnên gelekî mezlûm hate kirin.

Naveroka peyama Barzanî wiha ye:

“Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan,

Şanzdê Cotmehê rojeke tarî ye di dîroka gelê me de. Di wê rojê de xiyaneteka namerdane li hêvî û xewnên gelekî mezlûm hat kirin. Bi alîkariya destekî hundir, lîstokek bê wîjdanane li hember qedera gelê me hat kirin û ew axa ku bi xwîna hezaran zarokên vî welatî hatibû parastin, di çarçoveya komployekê de hat dagîrkirin û wêrankirin her wiha sivikatî li nirxên pîroz yên gelê Kurdistanê hat kirin.

Ew komploya qirêj, bê hurmetî bû li hember sed sal xebat û qurbanîdana gelê me. Bê hurmetî bû li hember xwîna şehîdan û wan pêşmergeyên qehreman ku di şerê terorîstên DIŞIê de Kerkûk û deverên din yên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê parastin û li dewsa hemû mirovahiyê şerê terorê kirin. Her wiha bê hurmetî bû li hember dengê rewa û aştiyane yê gelê Kurdistanê, ku tekane sûcê wî gelî ew bû ku dengê xwe gihand guhê cîhanê.

Me pêşbîniya her tiştekî kiribû lê me ti carî texmîn nedikir ku destekî hundir ji pişt ve xencerê li me bide. Wan xwastin bi xiyanet û dagîrkariyê û zorê îradeya gelê me bişkênin, heman ew îradeya ku azadîxwazî, peyama aşitî û pêkvejiyanê ye. Lê îradeya gelê me zindî ma. Bi arxeyînî, azadîxwazî û peyama aşitiyê serfiarzî ye û xiyaneta û dagîrkarî jî rûreşî ye.

Armanca şanzdê Cotmehê nehîştina statûya Herêma Kurdistanê û bê qîmetkirina mafên gelê Kurdistanê bû. Bi alîkarî û xiyaneta destê hundir, komployek gelek mezin li dijî gelê me hatibû danîn lê dema Pêşmerge biryara berpirsî û berxwedanê da rewş hat guhertin û serbilindî ji gelê Kurdistanê re ma.

Ez bi vê helkefta tal ji her kesî daxwaz dikim hurmeta dîrok û mafên gelê Kurdistanê bigirin. Ti sûd û encameka siyaseta şovenîstî û înkarê nîne, tenê bi xwe re şer û paşketinê tîne. Me her dem daxwaz kiriye bila Kerkûk bibe mînaka pêkvejiyanê, helbet em ti şik û gumana me li ser Kurdistanîbûna Kerkûkê nîne û em rê nadin ti kesî jî gumanê li vê yekê bike. Ez daxwaz ji welatiyên Kurdistanê jî dikim bi hêvî û hêz li paşerojê binêrin. Doza gelê me rewa ye û bi şer û komplo û xiyanetê jî nayê tinekirin.

Şanzdê Cotmehê ew roja tarî ye di dîroka gelê me de ku ti carî nayê jibîrkirin û divê bibe ders ji tek tekê gelê Kurdistanê re.

Silav li şehîdên Kurd û Kurdistanê û hemû şehîdên rêya azadiyê

Silav li pêşmergeyên qehreman

Silav li welatparêz û têkoşeran”

16/10/2018

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *