DESTDIRÊJIYA DEWLETA TIRK YA KURDISTANA BAŞÛR Û REWŞA HÊZÊN KURD

Gotinek me ya bav û kalan hey e. Dibê; “Rîh dibe bihost, lê dijmin nabe dost.” Ger tenê Kurd guh bidin şîretên bav û kalên xwe, wê serfiraz bibin. Bindestî û têkçûna me Kurdan, di seranserê dîrokê de egerên wê yê girîng hene: ya pêşî, bêtifaqîya navxweyî; ya din jî, peywendî û hevkarîyên bi neyarên xwe re ye. Vê şaşiya, berê ji bo berjewendîyên eşîran dihat kirin; îro li ser navê partîyan û ji bo berjewendîyên wan tê kirin.

Ji neteweyekê an hêz û dezgehên wê re, şerm û kêmanîyek pir mezin e û trajedîyek mirovahî ye ku li hember hêzek netewa xwe, neyarê xwe vexwendî dagîrîya welatê xwe bike û mirovên netewa xwe bi wê hêzê bide kuştin. Ew neyarên ku bi çavsorî hebûna gelê wan înkar dikin ku jîyan li wan kirine zîndan û bi berdewamî xwîna wan dirjînin; bên bi tank û top welatê wan dagîr bikin û ew jî dirêj dirêj lê binerin û dengê xwe ji wî neyarî re dernexin; ew neyar çawa wê ji maf û hebûna wan re rûmetê rê bide; ka ew dê çawa ji wî neyarî û ji cîhanê hêvî bikin ku wan têxin dewsa hêzên berpirsê gelekî û bi hêsanî desthilatîya wan bipejirînin.

Weke tê zanîn di 14 e Gulanê de dewleta tirk, bi 70 hezar leşker Başûrê Kurdistanê dagîr kir. Bi tank û top, bi firok û helîkopter û bi hemû çekên xwe yên giran, deşt û çiya gund û zomên wê dewerê bombe dikin. Her derê kavil û wêran dikin û xwîna gelê Kurd dirjînin. Ji vê dagîrî û rûxînê re jî, bicîhbûn û êrîşên PKK’ê yên ji wê herêmê dikin bahane.

Lê em baş dizanin ku gava PKK qet li wir tunebû jî, dewleta Tird êrîşî van deveran dikir û bi firokên xwe gundên Kurdistana Başûr bombe dikir û gelê me dikuştin. Hemû kes dizanin ku dewleta tirk, ne tenê neyarê partîyek Kurd an neyarên Kurdên Bakur tenê ye, neyarê hemû partîyên Kurd û neyarê Kurdên hemû parçeyên Kurdistanê ye. Çimkî li rojhilat an li başûrê Kurdistanê, tevgera Kurd kîjan demê pêşde ketibe, an hatibe qonaxekê ku bigehîje mafê netewî, çandî an demokratîk, pêşî dewleta tirk bi dijwarî li hember vêna derketîye û bûye asteng.

Divê tu hêza Kurd xwe nexapîne, nebêje ev dewleta mêtinkar an ya din dostê me ye, an dilxwazê gelê Kurd e. Dibe ku dijberîya van dewletan li hember hev hebe, hinek berjewendîyên wan dijî hev be û bixwazin hêzên Kurd ji xwe re li hember hev bi kar bînin, lê çi Kurdê ku bi xwaze vê dijberîyê ji bo gelê Kurd bixebitîne û heta bên qonxa ku mafê netewa Kurd bidestxin jî, wê gavê her çar dewletên mêtinkar pirsgirêkên xe datînin alîyekî û li hember gelê Kurd dibin yek.

Mînaka herî balkêş ev e ku gava li başûr, Dewlta Kurd ya Federal hat îlankirin, her çar dewletên mêtinkar, bi dijberîyek dijwar helwesta xwe rê dan û gotin; “Em tucar destûr nadin parvebûna Irak û avabûna dewletek Kurd!”; piştre tirkî, sûrî û îran, li hember biryara Kurdan bi hev re helwest girtin; peymana tevgera hevkarîyê kirin, komîtak ava kirin û dest bi civînên peryodîk kirin. Eşkere ye ku tu dewletên mêtinkar, nemumkun e bibe hevalbendê hezek Kurd û destûr bide ku mafekî bidestxe. Berevacî vêna jî, ji bo berjewendîyên teng û biçûk, hêzên Kurd çiqas ji hev dûrkevin û neyartîya hev bikin jî, dîsa jî hertim mecbûrî hevkarî û piştgirîya hev in.

Lê eger çi dibe bila bibe, seyr û dîmenek sosret e ku kîjan partîya Kurd hinekî bi hêz dibe, ji dêvla ku pêwendî û hevkarîya xwe bi hêzên gelê xwe û piştgirên xwe yên birastî re dînin, bi neyarên xwe, yên dixwazin gelê Kurd tevî di dilopek av de bixeniqînin re datînin. Mîna ku pkk ket tengasîyê û tade lê hat, qîyamet rakir, rewşa xwe û pêwendîyên xwe yên bi neyarên gelê Kurd re ji bîr kir û hehên Kurd yên li hemberî xwe bi bêbextî û xayintîyê tawanbar dike. Piştî ku dikeve tangasîyê hêzên Kurd di bîra pkk de tê, loma ji bo hevharî û yekîtîyê, ji hêzên Kurd bangên bêbingeh û vala dikin. Wer xuya ye ku heta pkk karibe di berxwe bide û li ser linga bimîne, bangê wê çerçoveya taktîkê derbas nake.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir