Kurdên Swêdê dostê kurdan Olof G Tandberg bibîranî

Kurdên Swêdê li Kitêbxaneya Kurdî, dostê gelê Kurdistanê yê salan, nivîskarê swêdî Olof G. Tandberg (1932-2024) ku 23ê sibatê wefat kiribû, bi merasimekê spasdarî û minetdariya xwe nîşandan.

Merasim bi inisiyativa Birêz Jamal Alemdar û Omar Sheikhmous li gel grubek kurdên dostê Olof Tandberg  û bi alîkariya Pirtukxaneya kurdî hatibû amadekirin.  

Di merasimê de birêz Jamal Alemdar û birêz Omar Sheikhmous axaftin kirin, dûre dostên kurda birêz Maria Leissner, Anne Murray, George Kristiansen axaftin kirin û behsa xebata xwe ya bi Olof G Tandberg û alîkarî û pîştigirî û dostaniya kurdan kirin.

Dostê kurda Tomas Hammarberg ji ber nexweşînê nikaribû beşdar bibûya, lê nameyek şandibû ji bo merasimê. Di merasimê de muzika kurdî hebû.  Her weha hunermenda kurd Tara Rasool Aziz jî bi kurdî û swêdî stran got. 

Ciyê gotinê ye ku di merasimê de nameyek bi zimanê ingîlîzî  ji aliyê Birêz Mesud Barzanî ji bo malbatê hatibû şandin, ew name hate xwendin, her weha name ji dosta kurdan Joyse Blau ji Fransa hatibû, ew jîxwendin.

Berpirsê KRG yê Swêdê birêz Shoresh Kader Rahim peyamek ji bo malbatê şandibû.

Lawê Olof G Tandberg axaftinek spasiyê kir û got; Bavê me ji kurdan pir hez dikir û ew hezkrin da me jî, em dixwazin dostaniya me bi kurdan re berdewam be. We kurdên swêdê bi vê bîranînê, êşa me sivik kir.

Di merasimê de, Ala kurdistanê li ser navê dostên kurd yê Olof G Tandberg diyarî dan kurê wî. Malbatê spasiya xwe pêşkeş kirin û gotin ev ji bo me diyariyek gelek hêja bû. 

Ciyê gotinê ye ku Olof G. Tandberg dostekî kurdan yê salan bû. Ji sala 1966an de li Swêdê herdem alîkarî û piştgiriya kurd û Kurdistanê kiriye.

Olof G Tandberg weke dostekî kurdan di dîroka kurdên Swêdê de cîhekî zêrîn girtiye

Olof G Tandberg wek sekreterê giştî yê UNESCO ya Swêdê de ji 1962-1970, paşê 1970-1997 li Akademiya Zanistî ya Qraliyetê sekreterê karên derve bû.

Di sala 1966an de, Tandberg Komîteya Swêdê ya ji bo Mafên Kurdan damezrandiye û gelek pirtûk nivîsandine, her weha pirtûkek jî li ser kurd û Kurdistanê nivîsîye. Herweha Tandberg bi têkilî û teşwîkkariya xwe di salên 1960 û 70an de di damezirandina komîteyên piştgiriya gelê Kurdistanê ya Fînlandiya Norweç û Îzlandayê de bûye alîkar.

Di merasimê de, li gel malbata Olof G. Tandberg, gelek dost û hevalên wî beşdar bûn. Di nav beşdaran de gelek nivîskar û kesayetên kurdên swêdê jî beşdar bûn.

Rûpela Nû / Stockholm 

1-417.jpg

whatsapp-image-2024-04-06-at-17-53-55.jpeg

2-474.jpg3-433.jpg4-342.jpg5-258.jpg6-197.jpg7-148.jpg8-119.jpg9-091.jpg10-073.jpg11-059.jpg12-046.jpg

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *