John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Kaynak: John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! – Şeyhmus Ozzengîn

Ji Rûdawê Dilbixwîn Dara bi Şêwirmendê Berê yê Ewlekariya Niştimanî ya Amerîkayê John Bolton re hevpeyvînek zînde pêkanî. Hin pirsên Dilbixwîn Dara û hin jî bersîv û mesajên John Bolton pir girîng bûn.

Şêwirmendê Berê yê Ewlekariya Niştimanî ya Amerîkayê John Bolton, yek ji kesayetîyên sindoqa tije arşîv û sirên nihênîyên Koşka Spî ye. Ji 1991 an de ev 29 sale kurdan dişopîne û şareza û pîsporê pirsgirêka Doza Kurd û Kurdistanê ye. Giregirekî sîyaseta Amerîka ya rojhilata Navîn e.

Demekê bi Serokê Emerîka Donald Trump re xebitî. Heta berî têkçûna pêwendiya wî bi Donald Trump re, yek ji kesayetiyên herî bihêz û giring li Amerîkayê bû. Dostekî piştgirê lobîya Kurd li Koşka Spî bû. Ji ber van taybetîyan nerîn, rexne û pêşnîyarên John Bolton pir girîngin.

John Bolton, ji bo dema pêşberî me û egera hilbijartinên Emerîka, sîyasetmedarên Kurd hişyar dike û dibêje:

“Bi baweriya min divê hûn xwe ji bo piştî hilbijartina Amerîka amade bikin. Çi Joe Biden bibe yan Trump. Di meha Kanûna duyem de, serokê nû dest bi kar dike. Piştre egera guherînê di siyaseta Amerîkayê de, çi ber bi baş yan xerab, zêdetir dibe. Şêwira xwe bi welatên Ewropayê re berdewam bikin. Li Ewropayê, dostên Kurdan ên pir baş hene. Hewldanên pir û zêde yên siyasî û dîplomatîk bikin da ku hûn bala Amerîka bikişînin ser giringiya wê navçeyê. Ev bi taybetî pir giring e.”

John Bolton di vir de du tiştên pir girîng derdixe pêşberî me:Yekem, divê Kurd xwe ji bona piştî hilbijartinên Emerîka amade bikin. A duyem jî; bi gelemperî giranîya xebatên dîplomatîk û taybet jî girîngîya meşandina têkilîyan bi Yekitîya Ewrûpa (YE) re. Divê Kurd siyaseta cîhanê, danûstendin û berjewendîyên dewletan, aktorên cîhanî û pîlan-Projeyên wan baş bixwînin; binirxînin, ku bikaribin derîyek xêrê ji miletê xwe re bibînin. Tenê bi şerê çekdarî ev derî venabe! Dijminên me çav berdane axa me û dixwazin me li cîhanê belawela bikin û bê cîh û war jî bihêlin!

Naveroka vê gotinê jî eve: „Hewldanên pir û zêde yên siyasî û dîplomatîk bikin, da ku hûn bala Amerîka bikişînin ser giringiya wê navçeyê. Ev bi taybetî pir giring e.”

Li ser hebûna „stratejîyek Emerîka di derbarê kurdan de“(!) jî John Bolton tiştên balkêş û eşkere dibêje:

„Bi rastî ez bawer nakim siyaseteke Amerîka ya bibandor di derbarê Kurdan de hebe. Her çiqasî mixabin, ev wisa li me dike em ne cûda bin ji gelek welatên din, bi taybetî ji Ewropayê. Gava tu li dîroka dirêj a nasyonalîzma Kurdî dinerî, hinek caran derfetên wisa jê re peyda bûne ku, egera wê yekê hebû pêngavên mezin ber bi dewletbûnê ve di pey re bên. Hinek caran jî paşvekişîn bi wan pêngavan hatiye kirin. Demeke dirêj e nerîna min ew e ku hilweşandina Iraqê sûdmend e. Divê Amerîka li dewleta Kurdî mikur were qet nebe ji bo Kurdistana ku di çarçoveya Iraqê de ye. Ji bo Kurdên nişteciyên dewletên din ên navçeyê, pirs zehmettir e. Bi baweriya min, ev tişteke ku divê Amerîka bi awayekî stratejî li ber çav bigire. Ji ber ku çêdibe encamên wê pir giring û erênî bin.“

Di virde John Bolton, tilîya xwe datîne ser birînek kurdan a girîng û tîne ziman, ku kurdan pir derfetên mezin bidestxistine. Mixabin ji ber sîyasetek xelet û pirsgirêkên navxweyî „Hinek caran jî paşvekişîn bi wan pêngavan hatiye kirin.“(!) Piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê, bi radestkirina Kerkûk re ev hat serê kurdan. Kurdan bi şer û fedakarîyek mezin Kerkûk ji destê DAÎŞ rizgar kirin, lê di şevekê de bi hêsanî radestî İraq kirin. Ev ji bona demek dirêj wendakirina derfeta dewletek serbixwe bû.

Li ser helwestgirtina Emerîka a dij „Referandûma Serxwebûna Kurdistanê“ û piştî referandûmê jî John Bolton eşkere dike û sebeba vê helwesta Emerîka bi „parastina statûkoyê“ ve girê dide û eşkere dike ku:

„Bi baweriya min, ev li jêr bandora Wezareta Derve ya Amerîka û wan kesan bû, ku tucarî ne bi encamdana giştpirsiyê (referandûmê) re bûn. Herwiha ne bi dabeşbûna Iraqê re ne. Yan li wê rastiyê mikur nayên ku Iraq parçe parçe bûye. Wê çaxê gengeşeyeke zêde hat kirin li ser ku encamdana giştpirsiyê kerta destê neyarên serxwebûna Kurdan bihêztir dike, lê baweriya min wisa bû ku, Sipaha Pasdaran hewl da rewşê bikar bîne, her tiştekî hevşêwe dikir eger giştpirsî jî nehata encamdan. Giştpirsî sedem bû ji bo encamdana tişta ku dê bêyî giştpirsî jî her bikirana. Qet nebe, wek prensîb, giştpirsî ramaneke baş bû ji bo bawerîanîna gelên cîhanê bi xurtiya hesta Kurdan ji bo serxwebûnê.“

John Bolton li ser pirsa; „Amerîka bi awayekî giştî çawa li pêgeha Herêma Kurdistanê dinêre?“ jî, bersiv balkêş dide:

„Îdareya Amerîka bi giştî û bêguman jî Kongresa Amerîka li ser bingeheke hevdeng, bi rêjeyeke zêde bi Kurdan re hevsoz in. Lê hesteke baş rêkxistî nîne. Ez wisa dibînim. Ez ne di wê baweriyê de me, bi temamî serwextî wan rewşên dijwar bin, ku Kurd diketin wan. Hêj hesteke bihêz li ba hin kesan heye ku hêvîdar in Iraq dabeş nebe, wek min berê got. Bi liberçavgirtina siyaseta Îranê bi taybetî, qet ti rêyeke bibandor nîne, da ku careke din li Iraqê hikûmetek çêbibe hevawayê wê hikûmetê be, ku piştî Cenga Yekem a Cîhanî çêbû û bi hilweşîna Sedam Hisên re bi dawî hat. Bi baweriya min, tiştekî ne realîst e. Bi baweriya min, ev jî ji ber wê yekê ye ku, ew kes giringiya serxwebûna defakto ya Kurdan li bakurê Iraqê, di bêtir ji 25 salên borî de, fêm nakin.“

Di virde derdikeve ber me ku hêzek xurt li Emerîka di nav sîyaseta Koşka Spî û Kongresa Emerîka de heye, ku „yekitîya axa İraq diparêze“(!) û naxwaze ku statûkoya ku, berî 100 salî bê îradeya miletê Kurd hatîye avakirin hilweşe. Ev sîyaset hîn bi bingeh li Emerîka xwedî hêz e. Ev sîyasete ku li henber Tirkîye û İran, İraq û karesatên wan, ku tînin serê kurdan bêdengin, bê helwestin. Ev jî her dibe sebebê ku ev dewlet hîn pirtir bi metodên hovane werin ser kurdan. Kurd di virde divê têkilî û bandorek dîplomatîk û bi rêk û pêk li Emerîka û Ewrûpa bimeşînin ku ev helwest bêt guhertin.

John Bolton, bi gelemperî pêşnîyar û dîtinên xwe zelal dike û tîne ziman ku:

„Bi nerîna min, pir giring e Kurd pêwendiyên xwe bi Wezareta Derve ya Amerîka, Kongres û Pentagonê re biparêzin. Ji ber çend sedeman piştgiriyeke zêdetir a Kurdan li van cihan heye. Yek ji sedeman şerê hevbeş li dijî DAÎŞê ye. Ez bawer nakim di 100 rojên bê de ti metirsiyek li ser Kurdan hebe. Ez bawer nakim berî hilbijartinê, Amerîka ti guherîneke mezin bike. Di vê xalê de Trump naxwaze ti karekî bike, ku di roja hilbijartinê de pirsgirêkan jê re çêbike.“

John Bolton li ser pirsek „rewşa Kurdên Sûrîye“ jî eşkere dike ku:

„Bi nerîna min baştirîn çareserî ew e wek sala 2018an hêzên hevpeymanan vegerin nav sêgoşeya bakurê rojhilatê Sûriyê û rojhilatê Firatê. Hêza ezmanî ya Rûsyayê ji wê navçeyê bê derxistin. Hêzên leşkerî yên Rûsya û Îranê ji wê navçeyê bên derxistin. Hêzên Esed jî ji wê navçeyê bên derxistin. Her hewldanek bi wê arasteyê bê kirin, dibe sedema aramiyeke bêtir û peydabûna derfetên mezintir ji bo pêkanîna danûstandinên bibandor bi Esed re. Niha Kurd di pêgeheke pir lawaz de ne ji bo danûstandinên bi Esed re. Ev nabe alîkar ji bo pêkanîna baştirîn encam. Eger Esed soza sazişê jî bide, ez baweriyê pê nakim. Ez dîsa dibêjim divê Kurd gelek hewldanên dîplomatîk û siyasî bikin. Dibe ku eger Joe Biden wek serokê Amerîka bê hilbijartin bikare rewşa ku di 2018an de li navçeyê hebû, vegerîne.“

John Bolton, li ser rewşa Îran û Sipaha Pasdaran jî, dîyar dike ku:

„Bi baweriya min, yek ji tiştên ku divê em li Îranê hewldanê jê re bikin, hilweşandina rejîmê ye. Yek ji rêyên vî karî jî şikandin û têkbirina Sipaha Pasdaran e. Çêdibe ev bibe sedema rahejandin û zêdetirkirina nearamiya ku li Îranê heye. Piştevaniya cemawerî ya rejîma Îranê nîne. Divê hilweşandina Ayetullahan û vegerandina hikûmetê ji xelkê re beşek ji siyaseta Amerîkayê be.“

08.08.2020

Kaynak: John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! – Şeyhmus Ozzengîn

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir