Rêbaza Doza Kurdistanê!

Kurd, mileteke ku axa wan (Kurdistan) di navbera çar dewletan de hatîye parvekirin.

Bi 100 salane, dîroka vê perçebûnê, bi xwe re pir guhertinên sosyolojîk jî anîne. Her perçeyekî Kurdistanê, wek Kurdistanek cûda, ku di destpêkê de teqabûlî çar Kurdistanan dike derxistîye ber me. Ji ber ku her dewletek kolonyalîst, bi  sîyaseta xwe a dagirkarî, cûda cûda, bûye sebebê guhertinên mercan.

Hinek hêzan, ji bona armanc û berjewendîyên xwe yên partîzanî di navbera beşên Kurdistanê de jî bizrê hestên dijminane çandine.

Niha PKK, beşek ji kurdên Roavayê Kurdistanê û beşek ji kurdên Bakurê Kurdistanê kirine dijminê Başûrê Kurdistanê.  Çandina bizrê dijminane di navbera Kurdan de, dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye. PKK, ji bona bandora destkevtinên Başûrê Kurdistanê li ser seranserê Kurdistanê çênebe û rûhekî netewî di nav kurdan de geş nebe, her dijminatîya pêşengên Başûrê Kurdistanê, Kurdperwerên Kurdistanê û destkevtinên Başûrê Kurdistanê kirîye.

a-Ji ber wê jî her beşê Kurdistanê, divê ew bi xwe îradeya xwe ya stratejîk bikar bîne, hedefên xwe zelal bike û beşên din jî jê re bibin piştgir û alîkar. Mafê ti perçeyî tineye ku têkoşîna beşê din bixe bin xizmeta xwe , têxe bin tehlûkê, an bixe bin bandora xwe û ji bona armancên xwe yên îdeolojî û partîzanî bikar bîne.

b-Dewletbûna kurdan divê li ser rastîya kurdan bêt program kirin. Ev di esasê dewleta Kurdistanê a federal de ye.

c-Divê em Kurdistanê, wek dewletek konfederasyonê, ji çar dewletên Kurdistanê program bikin. (Yekitîya komarên Federal yên Kurdistanê)

d-Biryara beşdarbûna vê konfederasyonê li her beşê Kurdistanê bi biryara miletê me a sazîyên milî yên xwedî statû (parlemento, ênîya netewî) têt dan. Ev gavek destpêka avakirina dewletên Kurdistanê ye. Ti partî û rêxistin bi serê xwe ne xwedî mafê vê biryarê ne. Divê stratejîya federasyonê destpêk be û hêdî hêdî konfedenasyon bêt avakirin û ji federasyonê derbasî konfederasyonê bibe.

Avakirina kongre a netewî divê ji beşên xwedî statû û ênîya netewî, sazîyên netewî pêk were. Biryara beşdarbûnê, beşên ku xwedî statû bin, parlemento, beşên ku lê enîya netewî hatibe avakirin ev başdar dibin.

Li her beşê Kurdistanê, divê miletê Kurd, li angora şert û mercên beşê xwe, xwe wek miletekî bihone. Di navbera xwe û  tevgerên miletên serdest yên çep, îslamîst, demokrat de bi mesafe be. Divê bi ti mercî û bi ti sebebê rê nede tevgerên miletên serdest, ku bi îradeya wî bilîze û têxe bin bandora xwe. Heger tevgerên miletê serdest, yên çepgir, îslamîst, demokrat, tevgerên mafê jinê, mafê mirovan bixwazin ji têkoşîna Kurd û Kurdistanê re bibin alîkar, divê vê xebata xwe ne di nav Kurdistanê de, di nav miletên xwe de bimeşînin.

Demokrasîya dewletên dagirkar, sererastkirina rejîmên dewletên dagirkar, ne erkê Kurd û Kurdistanîya ye. Divê bi ti rengî û bi ti sebebê enerjîya dînamîkên Kurdistanê ji bona reorganize kirina sîstemên dewletên dagirkar û rejîmên wan neyên bikar anîn. Divê rewşenbîr, zana, sîyasetmedar û sazîyên Kurdistanê ticarî vê derfetê nedin çepgir, îslamîst û demokratên miletê serdest. Karê wan û berpirsîyarîya wan miletên serdest ewe ku di nav miletê xwe de li dij kar û karesatên dewletên xwe, xebatên xwe bimeşînin. Ne di nav kurdan de. Her çivîk bi refê xwe re difire. Kurd jî divê bi refê xwe re bifirin.

Di dinyayê de her milet, bi stratejîyek netewî gihîştîye armanca xwe û dewleta xwe ava kirîye. Navê vê miletperwerîye. Her miletî bi rûhê miletperwerî, pirsgirêkên nava civata xwe çareser kirîye. Miletê Kurd jî li ser axa Kurdistanê divêtîya wê bi vê heye, ku xwe wek miletekî bihone. Ajenda rêka doza Kurd û Kurdistanê, li ser avakirina dozek hevpar têt avakirin. Ev doz, doza miletekî ye. Divêtîya wê bi peymanek hevpar heye. Doz li ser vê peymana hevpar têt avakirin. Ev destûra netewî a miletê Kurd û kêmhateyên li ser axa Kurdistanê ku bi miletê Kurd re dîrokek derbas kirine.

1-Sîstema Partî yê:

Sîstema Partî yê, li ser esasên berjewendîyên partîyê û xwexurtkirinê ava bûye. Di têkoşîna Rizgarîya Kurdistanê de pêşengîya sîstema partîyê, ji avakirina dewletek Kurdistanê re asteng e.

Partî, ji xwe re hêza çekdarî û aborî ava dike. Bi hêza xwe dibe bingeha dewletê. Ji ber ku, li gor partî bibe dewlet, her tiştî dike xizmeta partîyê. Di vir de berjewendîyên partîyê derdikevin ber berjewendîyên milet û berjewendîyên niştimanî. Ev jî tê wateya xurtbûna partîyê, îhtîmala ku hestek dîktatorî, yekalî, totalîter ava bibe. Hestên partîzanî, nirxên totalîter di nav xwe de xwedî dike û her dixwaze ku milet têkeve bin xizmeta partîyê. Li pir welatan di vî warî de mînakên dîktatorîyê hene. Ev sîstem ji Leninizm û Stalînizmê hatîye girtin û sistemek totalîter e. Kurdperwer vê sîstemê red dikin. Redkirina vê sîstemê û dijberîya sosyalîzmê ne yekin. Divê ev tevlihev nebe.

Bi min sîstema pêşengîya partîyê bi xwe, ji bona Têkoşîna Rizgarîya Kurdistanê, sîstemek xerabe û ne li gor mercên Kurdistanê, yên civakî ye. Kurdistan, welatek ku pir reng, pir çand, ol hinbêz dike û parvekirina Kurdistanê ya di navbera çar dewletên cûda de, di dirêja 120 salan de, bi xwe re, di navbera beşan de pir cûdahî jî anîye.

 

Sîstema pêşengîya Partîyê bi xwe re pir astengan jî tîne.

Serkêşên partîyê, dibin desthilatdarê dewletê û tehlûka brokrasîyek xerab jî bi xwe re tîne. Dewlet dikeve destê kastek burokratîk. Berjewendîyên partîyê, berjewendîyên brokrasî ya partîyê, pêşî li berjewendîyên milet û niştimanê digire, dibe asteng ji welatekî demokratîk û piralî re. Dîktatorîyek burokratîk û totalîter, hêza xwe ji vê digire.

Di vir de, dema ku du, an jî sê partî yên xwedî hêz û hêza leşkerî hebin; qayîş û berberî ya di navbera wan de jî tehlûkên mezin tînin. Her yek bi serê xwe, xwe dixe dewsa dewletê. Xwe wek xwedîyê dewletê dibîne. (ji vê re Başûrê Kurdistanê û rewşa PDK û YNK mînak in) Pêşî li avakirina sazîyên civakî digire û dibe asteng ji avakirina sîstema dewletê re. Yanî partî û berjewendîyên partîyê, derdikeve pêşîya berjewendîyên milet û welat. Partî xwe dixe dewsa milet û welat. Ev jî berjewendî û mafê milet têt binpêkirin û niştimanperwerî derbê dixwe. Dibe bingeha perçebûna navxweyî û xaka Kurdistanê.

Sîstema partîyê, ji bona avakirina dewlet û sazîyên dewletbûnê jî asteng e. Em nikarin bi nîyeta baş, li sîstemek xerab binêrin, ev tersê sosyolojîya civakî ye.

Partî dibe xwedîyê çavkanîyên aborî, xwedî hêza çekdar û xwedî burokrasîyek partîzanî û berjewendîyên van sazîyên di destê buroksîya partîyê de, rê nadin ku hêzên xwe radestî sazîyên dewletê bike.

2-Di serkêşîya Partîyê de avakirina Ênîya Rizgarîya Kurdistanê:

Di virde wek sîstem, dikare, bi serkêşîya partîyê, ênî jî bêt ava kirin. Tehlûke wê berdewam be û partî wê li gor berjewendîyên xwe, ênîyê bikar bîne. Grûbên piçûk di nava ênîyê de, hêla partîyê a burokratîk û berjewendî perest vedişêre! Ev jî dibe sebebê sîstemek dîktatorî.

Di vê formîla sîstema honandina rizgarîya welatekî de sîstema bi serkêşîya partîyê, avakirina ênîyek „niştiman“î lîstikek mezin a neyênî dilîze, ku bi vê metodê dîktatorî ya xwe bi girsê bide qebûl kirin û bipejirîne.

a-Hewlên hinek partîyan li Kurdistanê, hin di daxwaza avakirina “Kongre ya netewî” de û hin di avakirina sîstema partî-ênî yê de armanc û nîyetek xerab heye.

b-Ji ber ku ticarî xwedî hêz, hêza xwe bê berjewendî, bi bêhêz û kêmquwetan re parvenakin. Tenê ji bona berjewendîyên xwe, van hêzan ji xwe re bikar tînin. Ji ber wê jî, di avakirina “Kongre a netewî” de, daxwaza yekem a partîy(an) ewe ku, pir postan bidest bixe, ji bona armanc û bandora xwe li ser kongrê bicîh bike! Di vê daxwazê de tehlûkeyek mezin heye. Daxwaz, avakirina dîktatorîyek partîzanî û yekalî ye.

3-Sîstema Ênî yê.

Avakirina Ênîya Rizgarîya Kurdistanê:

a-Di vê sîstemê de honandinek piralî, parvekirina hêzê û serkêşîyek pir reng heye. Ênî, hemû hêzan (hêzên milî: çepgir, demokrat, lîberal, hêzên ayînî, eşîr, tarîqat, şêx, kêmhateyên netewan yên Kurdistanê) di nav sîstema xwe de dihone. Parvekirina hêzê û bikaranîna îradeya Kurdistanê jî bi kongrê têt meşandin. Navê kongrê „Kongre ya Niştimanî“ ye. Di vir de ne hêz an jî xurtbûn, demokrasî esas têt girtin. Ji ber ku hemû hêz û dînamîkên Kurdistanê hinbêz dike, bi helwestek piralî, mafê hemû hêz, kêmhate û grûban bi rêya „Kongre ya Niştimanî“ têt parastin û têt garantî kirin.

Kodngre, ji bona kar û xebatên pratîk Konseya Netewî erkdar dike. Konsey, li gor program û hedefên Kongrê xebatên xwe dimeşîne.

b-Di asta rizgarîya welat de, ev sîstem bi hêsanî derbasî sîstema dewletê dibe.

Ji ber ku hêza leşkerî, Îstîhbaratî, aborî û burokrasî, têkilîyên navdewletî-dîplomasi, ne li angora berjewendîyên partîzanî, li gor berjewendîyên milet û niştimanê têt honandin; raser Ênîya Rizgarîya Kurdistanê, ji serî de mina dewletek pir bireng û pir deng têt avakirin û di kongrê de bi şîveyek demokratîk têt pejirandin; dikare pir rehet kongre, erkên xwe bi hilbijartinan radestî parlamentoyê bike. Her hêz, riza xwe bi hilbijartinan û parvekirina erkan tîne.

4-Ev jî, bi hêsanî sazîyên dewletê tên avakirin û erkên „Kongrê ya Niştimanî“ dewrî parlemento dibe. Piştî avakirina Parlementoya Kurdistanê, her hêz, grub dikarin partîyên xwe ava bikin û beşdarî pirrengîya demokrasîyê bibin.

c-Di pêvajoka avakirina „Kongre Ya Netewî“ de û di pêvajoka Têkoşîna Rizgarîya Niştimanî de, avakirina dewletê, yekem gav têt qebûl kirin û şerê îktîdarê û rengê îktîdarê têt taloqkirin. Mafê her hêz, grûb, çîn, tebaqayên heyî yên li welat, di pêvajoka avakirina dewletê de, bi metodên modern û piralî di destûrê de bicîh dibe û bi destûrê bêt garantî kirin.

d-Destûr, mafê her kes, hêz û tebaqeyan di nav edaleta dewletê, hêla piralî û hevpar de garantî dike. Ku îktîdar jî bên guhertin, heta ku hêza îktîdarê, hêza guhertina destûrê bidest nexînin, wê ti hêz nikaribin destûrê biguherinin. Ev guhertin jî bi referandûmek adîl û qanûnî encaq bêt kirin. Ne îktîdar lê dewlet, garantîya parastina mafê herkesî ye û dewlet di xizmeta milet de ye, ne ku milet di xizmeta dewletê de be. Ev formîlek pir giringe û qarekterê dewletê temsîl dike. Divê garantîya parastina mafê her kesî dewlet be, ne Îktîdar.

5-Kurdên Dîyaspora!

Kurdên dîyaspora, divê ne li gor perçebûna Kurdistanê, li ser esasên Kurdewarî, wek miletekî hevgirtî, ji her çar perçên Kurdistanê, bi hestek navendî bêt honandin. Ji bona têkoşîna herçar perçên Kurdistanê, karên dîplomatîk, çandî û civakî, xwe wek civatek zînde dihone.

Divê hemû komel, sazî û rêxistinên civaka Kurd a dîyaspora, li ser esasên miletekî û niştimanekî bêt honandin. Hemû hêz û rêxistinên komelî di bin navendekê (wek Navenda Dîyaspora Kurd) bêt komkirin.

Ev kar, ne ji jorde berbi jêrde, divê ji jêr de berbi jor de bêt honandin, ku girseya Dîyaspora Kurd a ji herçar beşên Kurdistanê temsîl bike. Bikaribe wan wek nûnerên xwe di kar û barên dîyaspora û Kurdistanê de bibîne, qebûl bike.

Mixabin di xebatên Dîyaspora Kurd e, ev metod hatîye jiçav dûrxistin. Pir kes, komel û hêzan, karên dîyaspora ji bona berjewendîyên xwe, yên şexsî û partîzanî bikar anîne û pêşî li dîyaspora Kurd a zînde, çalak girtine.

a-Divê rêxistina dîyaspora Kurd û piştgirîya damezirandina kondînayona Kurdên dîyaspora, di rêk û pêk kirina niştimanî de be. Di temsîla civatê de be. Di honandina girse a Kurd û Kurdistanê, ku bibe xwedî sazî de be.

b-Kurdên ku bixwazin dîyaspora Kurd bihêz bikin û bikin xwedî bandor, li welatên derve, ku bibe bingehek ji dîplomasîya Kurdistanê re; divê vê girsê bihone û bike xwedî sazî, bike xwedî navend û îradeyek netewî, navendî derxe qada rêxistinî.

c-Ji bona Kurdistanê; organîze kirina mejûyê Kurd û kurdistanî, têkilîyên dîplomatîk, alîkarî, piştgirî û parastina çand û zimanê Kurdî, divê bi destê Navenda Dîyaspora Kurd bi sîstemek temsîla miletekî û niştimanekî bêt meşandin.

6-Têkoşîna Rizgarîya miletê Kurd û Kurdistanê li ser esasên milet û welat, di astek modern û bilind de divê bêt honandin:

a-Armanc û stratejîya miletê Kurd, bi îradeya Kurd û kurdistanîyan têt pejirandin. Ev jî doza dewletekê ye.
b-Miletê Kurd, li ser axa xwe, doza serxwebûna xwe û azadîya xwe dike. Hemû enerjîya xwe û hemû dînamîkên xwe ji bona vê armancê bikar tîne.
c-Ji bona pêşketin û reorganîze kirina sîstema dewletên dagirkar xebatê red dike.
d-Xwe bi her cûreyî, ji dijminê xwe û ji miletê serdest vediqetîne û hêza xwe ji bona honandina miletê xwe, parastina çand û zimanê xwe, ji bona avakirina dewleta xwe bikar tîne.
e-Ji ber ku baş dizani û bawere ku tenê miletê Kurd li ser axa xwe, bi hêz û hebûna dewletê dikare xwe biparêze û di nav raya giştî de cîhê xwe bigire.

f-Ji ber wê jî, Ramanên Neteweperwerî û niştimanperwerî geş dike, dînamîkên netewî dixe hareketê û hemû hêza xwe ji bona avakirina dewletê bikar tîne.
Di pêvajoka têkoşîna dewletbûnê de, her mercê ku derkeve ber (wek otonomî, federasyon û mafên çandî) li gor berjewendîyên xwe bikar tîne. Wan destkevtinan dike pêngavek ji bona derfeta dewletbûnê bidest bixe.

g-Di vê pêvajokê de her beş, bi beşên din re têkildar û alîkar, lê îradeya xwe bikar tîne.
Divê têkoşîna rizgarîya ti beşî, zerarê nede statû û rewşa beşê din. Ev hesasîyet divê her li berçavan bêt girtin. Ji terefê beşekî Kurdistanê, binpêkirina îradeya beşekî din, qet nayê qebûl kirin û sazîyên netewî niştimanî li henberî vê divê helwestên tûnd deynin.

(Ji ber wê jî divê hiqûqek netewî, serbixwe di nav kurdan de bêt avakirin û her beşê Kurdistanê hurmetê ji vî hiqûqî re bigire, mafên hevûdu binpê nekin.)
h-Miletê Kurd, miletekî pir alî, pir olî ye. Li Kurdistanê pir kêmhateyên din jî hene û dijîn.
Neteweperwerî û niştimanperwerîya Kurdan li ser esasê parastina mafên van hemû olan, çandan û netewan ava dibe.
Di virde niştiman û dîroka ku li ser vê axê a hevpar derbasbûye esas digire. Jîyana li ser axê, parvekirina hest û hevparîya dîrokê a li ser vê axê bi xwe re tîne. Wan hest û hevparvekirinên dîrokî diparêze û bingeha parastinê û pêşveketinê ji wan re ava dike.
Mafê hemû ol û netewan bi destûrek netewî û yasayên modern û hiqûqekî modern garantî dike.

7-Miletê Kurd, „yek dewlet, yek ziman, yek al, yek çand û yek olî” red dike..

Ênîya Rizgarîya Kurdistanê, sîstema dewle(tên)ta Kurdistanê Piralî û pir olî ye. Sîstemek serdestîya netewekî li ser yên din red dike. Hebûna hemû çand-ziman-olan, dixe bin bandora parastina dewletê û di wê zanînê de ye ku ev ji tayên dîrokê yên hevpar tê. Destûr, wê li ser parastin û azadîya pêkhateyên netewî-olî bêt avakirin. Hemû maf, wê di bin garantîya destûrê de li gor „yekitîyek civakî, siyasî” bêt honandin. Ev wê felsefa dewletê be, ne ya îktîdarê.

8-Ev sîstem wê çawa bêt avakirin û parastin?

a-Bi sîstemek federalî:

Federasyon; li ser esasên erdnîgerîya welat û pêkhateyên netewî, çand û olî têt avakirin. Ev “yekitîyek siyasî” ye. Destûr, îradeya Kurdistanîyan e û dewlet hêza xwe ji vê îradeyê û destûrê digire.

Destûrek navêndî, ligor hiqûqê navbera herêmên federal (an jî dewletên federalî) li gor sîtemeke konfederalî-pirdewletî saz dibe.

Wê her herêm a federal, an jî dewleta federalî jî li gor vê destûra navendî, ji xwe re destûrekê ava bike.

b-Di virde tenê yek şert heye, ku ev destûra federalî û a dewleta navendî (Konfederasyona Dewletên Kurdistanê), ku hev bigire û nebe sebebê nakokîyan di navbera Dewleta federal û konfederasyona dewletên Kurdistanê de.

c-Her federasyon xwedî parlemento, xwedî destûrek federalî, hêzên birêvebirinê, teşkilatek asayîşê, xwedî ala federasyonê, butçe, hiqûq, pîlanek perwerdeyî be!

d-Ala Komara konfederasyonê ala Kurdistanê ye. Lê her federasyon ku bixwaze ji xwe re dikare alek din li gel ala Kurdistanê çêke û bi îradeya rûniştînerên federasyonê li gel Ala Kurdistanê bipejirîne û darda bike.

e-Divê hêzên îstîbaratê û hêzên leşkerî yên parastinê Hêzên Konfederasyona Kurdistanê bin. Ev hêz, divê ji herçar federasyonanan, ji navendek leşkerî, îstîhbaratî bêt îdarekirin.

f-Dibe ku di pir alîyan de mafên azadîyê li federasyonekê ji ya din zêdetir be, an kêmtir be. Mîsal, li herêmek federal ku kirinek qedexe be, dibe ku li herêmek din î federal ne qedexe be. Ev jî li gor “yekitîya civakî, siyasî” a dewleta wî beşê federal têt amade kirin.

g-Ji bona avakirin û parastina vê sîstemê jî Ênîya Rizgarîya Kurdistanê tekez dike ku, wê sîstem „konfederalî“ be“ û „Kurdistan, ji bo xelkê Kurdistanê ye. Kurdistan ji bona miletê Kurd û hemû pêkhateyên li Kurdistanê ye. Hebûna hêzên bîyanî li ser axa Kurdistanê red dike.

9-Ênîya Rizgarîya Kurdistanê, Ji bona avakirina jiyanek hevpar û lihevhatî jî rengê sîstemê dinirxîne û dibêje;

a-Dewleta Kurdistanê û sîstema federalî; mînakek sereteye ji bona hemû netew û dewletên herêmê.

b-Ji bona demokrasîyek fireh û hevpar, ev sîstem wê Kurdistanê xurt bike, di herêmê û di qada navnetewî, navdewletî de.

c-Di sîstema federal de sazîya herî mezin û bibandor Komara Federal a Kurdistanê ye û ev sazî, di ser hemû federasyonan re ye. Hemû federasyon di wir de tên temsîlkirin û ev bandor jî bi îradeya hemû herêmên federal têt pejirandin. Lê her federasyon, li gor hiqûqê “yekitîya civakî, siyasî“, di nav xwede xweser e. Ev sînorên azad, fireh û pêngava tevdegerîna federasyonan jî, li gor van lihevhatinên navendî sistematîze dibe. Bi kurtasî navê vê lihevhatinê jî “yekitîya civakî, siyasî” ye.

Di herêmên federal de, her federasyon, li gor destûra navendî û karîgerîna parlemento, destûrê, li gor yasa – qanûnên navxwe bi rêk û pêk dibe.

Kurdperwerên Kurdistanê, hebûna hemû hêzên dagirkar li ser xara Kurdistanê red dike. Avakirina dewletek Kurdistanî esas digire û xwe li gor vê armanca pîroz organîze dike. Hemû dînamîkên netewî û niştimanî seferber dike.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *