YNKê û rewşa wê ya nexweş a vê qonaxê…

Îbrahîm GÜÇLÜ

Ji bona sedemên û şertên damezrandina Yekıtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNKê); pêvaoja xebata wê û rewşa wê ya îro ya dramatîk bê fahm kirin; divê bi giştî ji pêvajoya siyasî ya Başûrê Kurdistanê û damezrandina Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK)ê qal bê kirin.

DAMEZRANDINA PDK-Ê Û ROLA ÎBRAHÎM EHMED-CELAL TALEBANÎ HEVALÊN WAN DI PARTIYÊ DE
Wek tê zanîn Partiya Demokrat a Kurdistanê Iraqê (PDK-Iraq) di 16ê Tebaxa a 1946an de ava bû. Mele Mistefa Barzanî, Hemze Evdillah, Îbrahîm Ehmed, Celal Talebanî û gelek kesên din yên bi navûdeng, siyasetmedar û nivîskarên kurdperwer PDKê ava kirin. Hemze Evdillah di destpêkê de bû sekreterê giştî yê PDKê. Mele Mistefa Barzanî bû serokê Kurdistanê. Mele Mistefa Barzanî heta jiyana xwe ji dest da jî wek Serokê Giştî yê PDKê wezîfeya xwe pêk anî.

PDKê di bin serokatiya Mele Mistefa Barzanî de Şoreşa Neteweyî ya îlonê pêxist. Di Şoreşa Neteweyî de jî serkeftin bû. Rejîma Baasê mecbûr bû ku bi PDKê û Serokê wê re peymana 11ê Adaera 1970 ya avakirina Otonomiya Kurdistanê bike.

PDKê, partiyeke, Kurdistanî ya hevbeş û girseyî bû. Damezrênêr û berpirsiyarên PDKê ji hemû beşên civatê, ji hemû fikrên cûda yên kurdî-kurdistanî bûn. Loma jî temsîla hemû Kurdistaniyan dikir. Di nav damezrênêr û berpirsiyarên partiyê de ji neteweyên cûda yên li Kurtdistanê jî berpirs hebûn. Loma jî partî xwediyê disîplîneke Kurdî-Kurdistanê bû. Lê di nav de kesên xwediyê fikrên cûda hebûn. Celal Talebanî û hevalên wî bajarî û rewşenbîr bûn. Zêdetir xwe nêzikî sosyalîzmê jî didîtin.

Îbrahîm Ehmed-Celal Talebanî û hevalên wan jî di PDKê de berpirsên girîng bûn û xwediyê rolekî mezin bûn. Dema ku Şoreşa Neteweyî ya Îlonê di partiyê de bû biryar, ew jî xwediyê wê biryarê bûn.

DI PDK-Ê DE CÛDABÛN-NEKOKÎ Û ŞER…
Hezar mixabin di şertên şerê pêşmergetî de di nav partiyê de nekokiyên fikrî, rê û rêbaza şoreşê de di sala 1964 de dest pê kir. Di sala 1966an de gihîşt qonaxeke gelek nexweş. Îbrahîm Ehmed-Celal Talebanî û hevalên wan ji partiyê veqetiyan. Her çiqas di wan şertan de qewimandineke ne xweş û ne xwezayî be jî, lê cûdabûna di nav partiyê de hat fahm kirin, an jî dihat fahm kirin. Qewimandina nedihat fahm kirin û nexwezayî û trajîk; hevaltiya Îbrahîm Ehmed – Celal Talebanî û hevalên wan ya Rejîma Baasê û Seddam bû. Hevaltiya wan bi Rejîma Baasê û Baasê re hevaltiyeke pasîf jî nebû, hevaltiyeke aktîf bû. Wan li cem Rejîma Baasê û Dîktator-Kurdkûj Seddam li dijî Mele Mistefa Barzanî û Şoreşa Neteweyî ya îlonê şer kirin. Li herêmên Kurdistanê di navbera wan û endamê PDKê û Hevalên Mele Mistefa Barzanî de şerên pir giran û nexweş çêbun. Gelek kurdperwer û kesên siwîl jiyana xwe ji dest dan.

VEGERA CELAL TALEBANÎ Û HEVALN WÎ NAV PDK-Ê Û DOMANDINA KOMELAYA MARKSÎST-LENÎNST
Ew nekokî û şer heta Peymana 11ê Adara 1970yî domand. Piştî li Kurdistanê Otonomiya Kurdistanê ava bû, cîh li celal Talebanî û hevalên wî gelek teng dibe. Jinên wan jî, wan neheq dikin. Di encamê de Celal Talebnanî û beşek hevalên wan biryar didin ku bi Melel Mistafa Barzanî û PDKê re yekîtî çê bikin. Lê Mele Mistefa Barzanî dibêje, “ mijar ne mijara yekîtiyê û werin di nav partiya xwe de cî bigrin.”

Ew jî tên di nav partriyê de ciyê xwe digrin.

Lê di sala 1968an de jî xwe bi awayekî nehênî-sirî-veşartî di Komelaya Marksîst-Lenînîst de organîze dikin. Dema ku Celal Talebanî û beşek hevalêm wan tên nav PDKê, Komele jiyana xwe didomîne û xwe fesîh nake.

Celal Talebanî li ser nav Otonomiya Kurdistanê li Lubnanê dibe berpirs. Lê xebata xwe bi Filîstinayan re jî dimeşîne. Di Kovara Cepheye Rizgarîxwaz ya Filîstinê El-Hedefê de nivîskarî dike.

Hevalên wî jî li Kurdistanê û li dervayî Kurdistanê berpirsiyarî li ser navê Otonomiya Kuırdistanê digrin ser milên xwe.

DAMEZRANDINA YEKÎTIYA NIŞTIMANIYA KURDISTAN (YNK)
Dema ku di sala 1974an de Şerê Dewleta Iraqê û Otonomiya Kurdistanê derket holê, bi hev re tevgerandinek hebû. Lê dema di sala 1975an de Otonomiya Kurdistanê encama xiyaneta İran û Emerîkayê şikest xwar, Celal Talebanî û hevalên wî, ji bona xwe derfet dîtin ku ji PDKê dîsa veqetin, ji bona xwe rêxistinekê ava bikin.

Wek tê zanîn PDKê piştî ku Otonomiya Kurdistanê têk çû, wextek dirêj derbasd nebû xwe ji nûve bi navê Komîteya Mûwaqqet-PDKê ava kir. Di wê qonaxê de ji bona ku Celal Talebanî û hevalên wî di nav PDKê de cî bigre hewil hat dayin, bi Celal Talebanî danûstandin hat girtin, lê Celal Talebanî û hevalên wî pêşniyara PDKê qebûl nekirin.

PDKê di bin serokatiya Mesûd Barzanî de di Gulana 1975an de Şoreşa Neteweyî ya Gulanê dest pê kir. Pêşmergeyan li hemberî Rejîma Baasê û Dîktatorita Seddam dest bi çalakiyan kirin.

Celal Talebanî û hevalên wî jî diyar bû ku ji bona rêxistin avakirinê xwe amade kiribûn, di 1ê Hezîrana 1975an de yanî beriya 47 salan YNKê ava kirin.

YNKê, li Kurdistanê ava nebû, li Sûriyeyê ava bû. Ew pirsgirêkekê mezin bû. Pirsgirêke mezintir YNKê li Sûriyeyê di bin sîwana Baasa Sûriyeyê-Esad de ava dibû. Rejîma Sûriyeyê wê demê dijminê Baasa Iraqê û Seddambû. Sûriyeyê dixwast ku ew têk biçin. Ji bona vê jî, dixwast YNKê ku bir kar bîne. Lewra derfeta wan û hevalên wan tune bû ku li Iraqê li hemberî Seddam şer bikin. Celal Talebanî û hevalên wî jî dixwastin ku vê derfetê ji bona xwe bi kar bînin.

YNKê, gorî daxuyaniya damezrendinê, ji sê gubên siyasî pêk dihat. Loma jî Celal Talebanî ji bona YNKê digot ku “nîv-cephe”.

Ew sê grûbên siyasî:

1-Komelaya Marksîst-Lenînîst ku di nav YNKê de grûba xûrttir bû. Her dem jî xûrtbûna xwe domand. Di vê qonaxê de jî qedera YNKê girêdayî ew kesên ji kemaleyê tên in. Rojnamevan Aram, Şêx Şahab, Hesen Xoşnav, îbrahîm Ezo, Salar, Ferîdûn, Mamoste Cafer, Mele Bextiyar, Mistefa Noşîrvan, Mûlazim Omer, Şêx Dara û gelek qedroyên din di nav vê grûbê de bûn. Celal Talebî jî, ji serokatiya wan ya dizî dihat.

Şex Şahab û Rojnamvan Aram di sala 1976an de hatin îdam kirin.

2-Bizûtnaweya Sosyalîst a Kurdistanê: Elî Eskerî, Dr. Xalid, Şêx Hûseynî, Omer Dababê ev grûba temsîl dikin.

3-Xeta Pan: Ew jî grûba Mam Celal bû. Mam Celal, Omer Şêxmûs, Cemal Axa, Kemal Xoşnav, Kemal Fûad, Fûad Masûm berpirsê vê grûbê bûn.

Di damezrandina YNKê de problem û pirsgirêke mezin ew bû ku li ser dijminitiya Malbata Bazraniyan û PDKê ava bibû. PDK, paşverû didîtin. Ew bi hevaltiya Îsraîlê û Emerîkayê didan naskirin. Bi taybetî jî ji bona Baasê jî, pêwendiyên PDKê û îsraîlê derdixistin pêş ku Partiya Baasê û Rejîma Sûriyeyê bi xûrtî piştgiriya wan bike.

Ew di destpêkê de dihat wê wateyê ku ji PDKê re şer îlan kirine. PDKê jî, gorî vê stratejiyê xwe parast. Loma jî îzin neda ku qadroyên YNKê di herêma Behdînanê re derbas bibin û biçÎn herêma YNKê û Soran.. Yên ku xwastin derbasî Kurdistanê bibin jî, di şer de hatin kûştin.

Loma jî avabûna YNKê encamên erênî ne, meyênî anî. Loma jî di navbeyna PDKê û YNKê de her daîm şer çêbûn û domandin.

Bêgûman vê yekê zirareke mezin dida Tevgera Rizgarîxwaz ya Başûrê Kurdistanê.

Ew şerê du rerefan heta salên 90î dom kir. Piştî Şerê Kendavê (Korfezê) bi alîkariya dostan pêwendiyên herdu partiyan û bi taybetî jî pêwendiyên Serok Barzanî û Celal Talebanî baş bûn. Wê demê biryara federalbûna Iraqê dan. Li Kurdistanê jî gorî sîstema federal sîstem ava kirin û Kurdistan bi hev re bi rêvebirin. Lê dîsa jî dem-dem di navbera wan de nekokî û şer çêbûn.

Di sala 2003an de dema ku Rejîma Baasê û Dîktatoruya Seddam hat rûxwazndin, di navbera herdû partriuyan de problema federalbûn û etaletbn-bûnê derket. Lê bi hewildana erênı ya Serok Mesûd Barzanî pirsgirêk çareser bû. Li Iraqê biryara Dewleta Federal û li Kurdistanê biryara herêm û dewleta Kurdistanê hat dayin.

YNKê jî bû îradeya damezrênêr ya Dewleta Federe ya Kurdistanê.

Celal Talebanî gorî destûra Dewleta Federal bû serokkomarê Kurdistanê û heta jiyana xwe ji dest da serokomartî kir. PDKê û Serokê Kurdistanê Mesûd Bazranî piştgiriya wî kir.

Mesûd Barzanî jî bû serokê Kurdistanê.

YNK-Ê Û XIYANETA KERKUKÊ
Li Dewleta Federe ya Kurdistanê di sala 2017-an de refêrandûma serxwebûna Kurdistanê hat li darxistin. Di pêkanîna refêrandûmê de rola Serok Barzanî û PDKê di dereceya yekemîn de bû. Encam jî gelek erênî derket. Kurdistaniya biryara dewleta Kurdistanê dan.

Hezar mixabin vê biryarê dewletên kolonyalîst gelek zêde tirsandin. Loma jî ji bona ku vê encamê ji holê rakin tîfaq kirin û êrîş kirin. Di YNKê de grûba kûrê Celal Talebanî Bafil Talebanî jî, bû şerîk û xiyaneteke mezin li neteweya kurd û Kurdistaniyan hat kirin, Kerkuk û gelek herêmên Kurdistanê hatin îşgal kirin.

Ev îşgala li ser piştî YNKê barekî mezin e. YNKê ji bona ku bibe rêxistineke Kurdistanî divê ji vî barî xelas bibe.

YNK-Ê HEVYEKÎTIYA XWE WENDA KIRIYE Û DI KRÎZEKE MEZIN DE YE…
Beriya Celal Talebanî jiyana xwe ji dest bide YNKê, parçe bû. Di bin pêşengiya Mistefa Noşîrvan de GORAN ava bû. Piştî ku Celal Talebanî jiyana xwe ji dest da YNKê ket rewşeke xirab.

YNKê biryar da bû ku bibe partiyeke sosyal-demokrat. Loma jî bû endamê Enternasyonala Sosyalîst. Lê YNK tu wext nebû demokrat û sosyal-demokrat. Di YNKê de guhertinek çênebû.

Di serokatiya Lahor û Bafil de rewşa YNKê xirabtir bû. Nûha jî Lahor hat tasfiye kirin. Lê YNKê pirsgirêkên xwe hîn çarser nekiriye.

Di van rojên dawî de bi awayekî giştî civînek li darxistin. Bi hezaran kes beşdar bûn. Lê ji civînê encamek derneket.

Ji bona berjewendiya Dewleta Federe ya Kurdistanê serrastbûn û ji pirsgirêkan xelasbûna YNKê gelek girîng e.

Diyarbekîr, 03. 06. 2022

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *