Li Silêmanî, Helebce û Raperînê xwenîşandanên li dijî êrîşên Îranê dest pê kir

Xwenîşandanên cemawerî yên berfireh li Silêmanî, Helebce û Raperînê li dijî êrîşên moşekî yên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê dest pê kir.

Peyamnêrê K24ê Hawjîn Cemal îro (Sêşem, 23.1.2024) got, “Berhevî ji bo xwenîşandanên Silêmaniyê yên li dijî êrîşên moşekî yên artêşa Pasdarên Îranê li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin û hêdî hêdî welatiyên bajarê Silêmaniyê tên cihê xwenîşandanê û dixwazin beyannameya xwe ya nerazîbûnê li ser wê êrîşê ya ku Îranê kiriye ser Hewlêrê bixwînin”.

Xwenîşanderekê Silêmaniyê bi navê Kameran Xerîb jî ji K24ê re got, “Îro hejmareka rêkxistinên civaka sivîl bangî xelkê Silêmaniyê kir, ji bo ku wekî bajar û bajarkên din ên Kurdistanê hevdengî hebe li dijî wê tawanê ya ku Îranê li beranberî paytexta Herêma Kurdistanê kiriye, îro em dixwazin peyama xwe bigehînin ku Silêmanî jî pareka Kurdistanê ye, Silêmanî jî bi azarên bajarên din ên Kurdistanê diêşe”.

Got jî, “Xelkê Silêmaniyê herdem neteweperwer bûye, îro her bi wî rengî dengê mirovdostiya xwe li bernaberî hemî mirovdostên cîhanê bilind dike, herwesa peyamekê jî dide desdirêjkeran ku xwe li ser tebayiya Kurdistanê û part û alî û xelkê wê neceribînin, em hemî li ser vê axê yek laş in. Eger pêdivî jî be, em hemî berhev in canê xwe fedayî vê axê bikin”.

Zêdetir jî ron kir, “Mirov hemî endamên yek peykerî ne, dema her nexweşî û azarek digehe yek ji wan, digehe yên din jî, divê xelkê Kurdistanê û aliyên Kurdistanê jî bi wî rengî bin, ku em hemî pareka laşê niştîmanê xwe ne. Rast e ku arêşe di nav Kurdistanê de hene lê di demên pêdivî de em hemî pişt û penayên yek in”.

Ev di demekê de ye ku roja Duşemê, 15.1.2024, bi behaneya hebûna bingeheka Mossada Israîlê li Hewlêrê, artêşa Pasdarên Îranê bi çend moşekên Balistî êrîş kir ser Hewlêrê û mala welatî Pêşrew Dizeyî, ku bazirganekê mezin ê Herêma Kurdistanê bû, kir armanc.

Ji verêja wê êrîşê, pênc welatî şehîd bûn û şeş welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî ne.

Ji bo lidûçûna rastiyan, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Arecî ku Serokê Lijneya Lêkolînê ya Hikûmeta Îraqê ye serdana Hewlêrê kir. Piştî serdana birîndaran û xaniyên moşekbarankirî, Arecî ji K24ê re ragehand, “Ew cihê hatiye armanckirin mala welatiyekê sivîl e, ne ku bingeha Mossada Israîlê ye”.

K24

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *