QAMIŞLO – Navê mizgeftekê êdî Şêx Seîdê Pîran e

 Mizgefta Şêx Seîdê Pîran Qamişlo
 

Li taxeke bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê, navê Şêx Seîdê Pîran li mizgeftekê hat kirin.

Rêveberiya bajarê Qamişloyê, navê mizgeftekê kir Mizgefta Şêx Seîdê Pîran.

Mizgefta Şêx Seîdê Pîran li taxa Qenat Siwêsê ya bajarê Qamişloyê ye.

Biryara navlêkirina Şêx Seîdê Pîran ji bo mizgeftekê piştî wê yekê hat ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, mijara sereke cadeyeke bi navê Şêx Seîd li Amedê hat vekirin.

Aliyên siyasî yên Tirkiyeyê qebûl nakin ku navê wê cadeyê Şêx Sedî be lê Kurd jî dixwazin navê cadeyê Şêx Seîd be.

Li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştî bertekên aliyên siyasî yên Tirkiyeyê, Kurdan wêneyên Şêx Seîd û rêberên Kurdan li keleh û cadeyan daliqandin.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *