189 bergûmanên DAIŞê li Tirkiyeyê hatin desteserkirin

Li 37 bajarên Tirkiyeyê li dijî DAIŞê operasyon hatin kirin û 189 bergûmanên wê rêxistina terorist hatin desteserkirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand, bi hevahengiya hêzên ewlehiyê û Dezgheha Hawalgirî ya Tirkiyeyê (MÎT) li 37 bajarên Tirkiyeyê operasyoneke berfireh li dijî DAIŞê hatiye kirin.

Alî Yerlîkaya da zanîn jî, di encama wan operasyonan de, 189 bergûmanên DAIŞê hatine desteserkirin.

Duhî jî 32 bergûmanên DAIŞê hatibûn desteserkirin, ku 3 ji wan berpirs bûn. Berpirsên DAIŞê bi amedekarîkirina êrîşên li dijî Balyozxaneya Îraqê ya li Enqereyê û perestgehên olî yên cihû û mesihiyan hatin tometbarkirin.

K24

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *